https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/02/07/feature-01

×
×
Civak |

Îraq dê zindanên berfirehkirî û nûkirî careke din vedike

Xalid Taî

image

Berpirsên Îraqî serperiştîya karê şiyankirinê li Zindana Navendî ya Bexdayê di 11ê Kanûna Yekem de dikin. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî di qonaxên dawî de ye ji planekê bo berfirehkirin û nûkirina hejmareke zindanên ku dewlet bi rê ve dibe, û pêşbîn dike ku va damezraweyên çaksazî careke din di pêşeroja nêz de veke, li gorî berpirsekî hikûmetê.

Tê pêşbînkirin ku ev gav di çareserkirina pirsgirêka qerebalixê de rolê bgerîne, ya ku di van salên dawî de xerab bû piştî girtina gelek zinadanên sereke û herikîna girtîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke lehîyê bo wan zindanan.

Nûavakirin nêzîk dê bi dawî bibe li Zindana Navendî ya Bexdayê (ya ku berê Ebû Xirêb bû), û pêşbînî heye ku ew damezrawe nêzîk vegerin kar, peyvdarê Wezareta Dadê Sair Cibûrî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev zindan, a di sala 1950 de hat avakirin, berî pênc salan hat girtin ji bû were nûkirin.

image

Berpirsên Îraqî serdana workşopeke dirûtinê, ku girtîyên ciwan rahînanê werdigirin, dikin di 19ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cibûrî got ku karê berfirehkirina şîyana zindana Tacî li bakurê Bexdayê û Zindana Babil a Navendî hatin bidawîkirin.

Wî got ku dîsan vekirina van zindanan dê alîkarîyê bike ku "xerebalixa di nav girtîyan de di gelek damezraweyên islahî de bidawî bike".

Wî anî ziman ku wezareta Dadê berpirs e derbarê birêvebirina 29 zindanan li seranserî welat û not kir ku girtina zindanên mezin ên ku têne nûkirin "fişarê li zindanên din dike".

Zindana Badûşê, li Mûsilê, derkete dervey kar ji çaxê ew ji alîyê DAIŞê ve hat wêrankirin dema ku rêxistinê girte ser bajar di nîvê sala 2014an de, Cibûrî got.

Wî got ku vê girtinê hişt ku xerebalîx li damezraweyên din çêbibe.

Wî anî ziman ku herwiha derbasbûna DAIŞê bandora wê hebû ku xerebalix çêbibe "di encama girtina terorîstan a berdewam yên di pişt re hatin tawanbarkirin, hukim li wan hat birin û di damezraweyên ku ji alîyê Wezareta Dadê ve têne birêvebirin hatin zinadkirin".

Armanc şiyankirin e

Cibûrî got ku "zindanên me bi awayekî sereke damezraweyê islahî ne yên armanc ji wan ew e ku girtîyan şiyan bikin û wan bînin ser rêya rast,". "Em hewl didin ku em derfetê bidine girtîyan ku bigihine mafê xwe ku perwerdeyê berdewam bikin û herwiha di zindanan de tevlî ezmûnan bibin."

"Herwiha me korsên şiyankirinê yên berdewam ji girtîyan re orgenîz kirin, di nav wan de rahênana pîşeyî ji wan kesên ku dixwazin karekî bikin piştî ku ew hukmê xwe biqedînin," wî got. "Bi vî awayî em dikarin alîkarîyê bi wan re bikin ku ji nû ve dest bi jîyana xwe bikin û bibine kesin berhemdar di civakê de."

Navendeke tendirustî di her zindanekê de armanc dike ku misoger bike ku girtî guhdana hewcedarîya wan pê heye werdigirin û derfet ji girtîyan re heye ku malbatên wan bi awayekî rêzî serdana wan bikin.

Wî anî ziman ku zindan amade ne ku derîyên xwe li pêşîya tîmên teftîşê yên ji alîyê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û rêxistinên mafên mirov vekin da misoger bikin ku ew bi pîvanên niştimanî û navdewletî pêbend in.

Tîmên Desteya Bilind ya Mafên Mirov bi awayekî berdewam serdana zindanan dike, komîsyoner Enes Ezawî ji Diyaruna re ragihand.

"Pirsgirêka sereke qerebalix e," wî got û not kir ku weke mînak zindana Hutê li Nasiriyayê hatiye çêkirin da ku 2,500 girtîyan tê de werin hewandin lê aniha zêder ji wilo dihewîne.

Wî got ku "di dawî de bandora qerebalixê li ser xizmetguzarîyê ku ji girtîyan re tê dabînkirin û li ser şert û mercên jîyana wan heye".

Berfirehkirina damezraweyên mezintir

Wezareta Dadê hejmareke zindanan berfireh dike, di nav wan de Zindana Navendî ya Bexdayê, ya ku dikare nêzî 5,000 girtîyan bihewîne û zindana Çençemalê li Sulêmanîyayê, ku dikare aniha 3,000 girtîyan bihewîne.

Ezawî got ku zindana Hillayê li parêzgeha Babilê, li başûrê Bexdayê, dikare dora 2,000 girtîyan bihewîne.

Wî got "eger hemû zindanên girtî careke din werin vekirin û ew zindanên di xizmetê de hatin pêşxistin, ev yek dê alîkarîyê bike ku xerebalixê kêm bike".

Wî not kir ku "tevî wê yekê, dê hewcedarî hebe ku gelek zindanên din werin vekirin, bi taybet dema ku hiljimarên fermî nîşan didin ku nêzî 37,000 tekekes girtî ne li Îraqê".

Parêzer Tariq Herb teqez kir ku şiyankirin, pêşxistin û berfirehkirina damezraweyên islahî li seranserî Îraqê pêwîst e da ku bimînin di heman rêjeyê de ligel zêdebûna nifûsa welat.

Piranîya zindanên li Îraqê "berî çend salan hatine avakirin", wî ji Diyaruna re got, û damezraweyên sereke yên ku tenê xizmetguzarîyên seretayî ji girtîyan re pêşkêş dikin di wan de peyda dibin.

Wî got "zêdekirina şîyana wan û pêşxistina wan tiştekî sereke ye da ku jîngehekê çêkin ku handar be bo şiyankirina girtîyan".

Hikûmet pêbend e ku mafên girtîyên di zindanan de misoger bike û ku ew guhdana hewcedarîya wan pê heye werdigirin, li gorî pîvanên navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
Na
2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan

Welatên xelkê şehnazîyê bi misogerkirina xizmetguzarîyan û pêşxistina zanistî dikin lê em şehnazîyê bi firehkirina zindanan dikin.

BERSIV BIDE

Xwedê serketinê li dijî neheqîyê bide! Ey, Xweda! Tu hêz ji bilî Xwedê tune ye! Ez bo serketina berxwedana Îslamî nimêj dikim, bi rêya ol û Quranê!

BERSIV BIDE