Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Derbasbûna Rûsyayê bo deverên rojhilatî yên Sûrîyayê şerê li dijî DAIŞê asteng dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên taybet ên Rûsî li bakurê Hemaya Sûrîyayê ne, di Gulana sala 2017an de. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Faris hatiye wergirtin]

Hêzên taybet ên Rûsî li bakurê Hemaya Sûrîyayê ne, di Gulana sala 2017an de. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Faris hatiye wergirtin]

Derbasbûna serbazî ya Rûsî bo rojhilatê Sûrîyayê, xebatên ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û hevpemanîya bi serkêşîya Amerîkayê ve di çarçoveya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de asteng dike, li gorî berpirsên serbazî û şirovekaran.

"Hêzên Rûsî li Sûrîyayê hebûna xwe li ser erdê berfireh dikin daku gelek deverên li rojhilatê Sûrîyayê bidin ber xwe, wate deverên ku li jêr kontrola QSDê ne, ya ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike," efserekî QSDê bi navê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Ev dever weke "xalên germ" tên reçavkirin, ji ber zêdebûna şanên razayî yên DAIŞê û gurên bi tena serê xwe.

"Derbasbûna Rûsî bûye astengîyek ji operasyonên serbazî û hewalgirî re" ji ber ku hebûna gelek hêzan li ser erdê "lepê hesinî yê QSDê bi kar tanî bo misogerkirina ewlehîyê" lawaz dike, Xoca teqez kir.

Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Sûrî Beşar Esed civînek li baregeha hêzên Rûsî li paytexta Sûrî Şamê li dar dixin di 7ê Kanûna Duyema 2020an de. [Alexey Nikolsky/Sputnik/AFP]

Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Sûrî Beşar Esed civînek li baregeha hêzên Rûsî li paytexta Sûrî Şamê li dar dixin di 7ê Kanûna Duyema 2020an de. [Alexey Nikolsky/Sputnik/AFP]

Derbasbûna Rûsî ji "biyabana Tedmurê heta bi Dêra Zorê û biyabana wê heta bi bakur û rojhilatê Sûrîyayê, heta Qamişloyê berfireh dibe", wî got.

Wî anî ziman ku hebûna hêzên Rûsî li deverê derfetê dide endamên DAIŞê ku tevgerê bikin, pêdivîyên lojistî peyda bikin û êrîşên terorîst bi cih bînin.

Rûsya "rê li ber şerine nû vedike"

"Hêzên Rûsî li sînorê berfirehkirina hebûna xwe ranewestîyane," wî daxuyand. "Herwiha ew berdewam hewl didin ku milîsên nû yê girêdayî xwe ava bikin bi rêya xirkirina bi pereyan, û bi awayekî sereke ew giranîyê didin deverên li jêr kontrola QSDê."

"Ev yek astengîyan ji tevgera QSDê re li ser erdê bo bicihanîna operasyonên li dijî terorîzmê çêdike û dê paşdehatinên vê yekê yên neyînî yên mezin hebin di pêşeroja nêzîk de."

Wî got ku herwiha ev yek dê "alozîyan di navberakurtêlxwerên nû yên Rûsya piştgirîya wan dike û QSDê de bi awayekî ku xizmeta arezûya Rûsî bike peyda bike".

Rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulah got ku Rûsya bi van kiryaran qanûnên şer li vê deverê bin pê dike ji ber ew bi teammî zoneke serbazî ye, heta eger nema hebûna DAIŞ bi awayekî eşkere li wir heye.

Wî got ku hebûna Rûsyayê astengîyan ji hemû operasyon û koleçanên serbazî re çêdike.

Tevgerên Rûsyayê "heta asteke mezin xizmeta berjewendîyên terorîstan dike bi rêya dirêjkirina rewşa alozdar li van deveran, yên dilniyakirinên Rûsî yên berê vala derdixin, dilniyakirinên ku ew destwerdanê dike daku xizmeta Sûrîyayê bike û pasevanîya ewlehîya wê bike û sînorekî ji şer re deyne", Ebdulah got.

Wî got ku "van êrîşan derî li ber derketina gelek şeran vekir ku derkevine holê, şerên ku di dirêjahîya heyma cengê de, ya ku ev heşt salan in dirêj dike, derneketine".

Ebdulah got ku armancên Rûsyayê yên neragihandî ew in ku bigihe samanên xwezayî yên berfireh, yên ku hîn nehatine bikaranîn lê lêkolînên li van deveran vê yekê teqez dikin.

Planên Rûsyayê yên berfirehxwazîyê

Di dema şer de, Rûsyayê alavên cuda bi kar anîn, ji hêza serbazî bigire heta dîplomasîya afrêner daku xwe bike lîstikvanekî sereke li Sûrîyayê.

Wê Beşar Esed ji sizayên NY diparast û hêzên Rûsî dişiyandin bo piştgirîya hêzên wî bikin.

"Leza ku hêzên Rûsî pê li rojhilat û bakurê-rojhilatê Sûrîyayê tevgerê dikin bi awayekî eşkere destnîşan dike ku Kremlin dixwaze dest ji hemû rêkeftinên berê berde," lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar got.

Sedema yekem ciyosiyasî ye, dema ku Rûsya dixwaze hebûna xwe ya cugrafî û kontrola xwe li ser berfireh bike, wî ji Diyaruna re ragihand. Faktorê duyem arezûya Rûsyayê ya ku pêşbirkê bi Amerîkayê re bike ye.

Wî got ku sedema sêyem -- û ya herî xeternak -- ew e ku ew dixwaze operasyonên serbazî yên li dijî DAIŞê li deverê tên bicihanîn asteng bike, û anî ziman ku mana hebûna DAIŞê rewşeke alozîyê ya berdewam li deverê çêdike, û ev yek xizmeta berjewendîyên Rûsyayê û planên wê yên berfirehxwazîyê dike.

Bekar destnîşan kir ku sedemeke din ew e hevalbendîya Rûsyayê bi Îranê re û arezûya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku rêyên bejî yên di navbera Îran û Sûrîyayê de di Îraqê re ewle bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500