Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran hewl dide ku keştîgehên deryayî û rêyên bejî kontrol bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Lîwayê Fatimyûn, milîsek Afxanî ya Şî'î ye ku li jêr fermandarîya efserên Îranî şer dike, ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve li Ebû Kemala Sûrîyayê hatine belavkirin. [Wêne ji Ajansa Tasnim News hatiye wergirtin]

Endamine Lîwayê Fatimyûn, milîsek Afxanî ya Şî'î ye ku li jêr fermandarîya efserên Îranî şer dike, ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve li Ebû Kemala Sûrîyayê hatine belavkirin. [Wêne ji Ajansa Tasnim News hatiye wergirtin]

Rejîma Îranî sûdê ji lawazbûna dewleta Sûrîyayê werdigire da ber xwe fireh bike heta bigihe welatê ku şer ew parçe kiriye û korîdorên ku dikare di wan re hêzên xwe biguhêze û bazirganîya neqanûnî di wan re bi cih bîne ava bike.

Bo piştgirîya berjewendîyên xwe yên stratejîk bike, Îranê di xebatên xwe de giranî da deverine taybet.

Di nav wan deveran de keştîgeha Laziqîyayê li ser Deryaya Sipî, tê gotin ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) wê ji bo qaçaxkirina neft û çekan bi kar tîne, weke tehedîyekê ji sizayan re.

Di nav wan de xeteke tirênê ya pêşniyarkirî ku dê Îranê bi keştîgeha Lazîgîyayê ve girê bide, di Îraqê re, herwiha dergehên sînorî yên bejî li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê, cihê ku Feyleqê Pasdaran hebûna xwe û xebatên tecnîdkirinê lê qayim dike.

Wêneyên Serokê Sûrî Beşar Esed, serokê Hizbulah Hesen Nesrela, rêberê bilind yê Îranê Elî Xameneî, Serokê Rûsî Vladimir Putin û şûnwarnas Xalid Es'ed li bajarê Dêra Zorê tên dîtin di 20 Îlona 2017an de. [Luey Bişara/AFP]

Wêneyên Serokê Sûrî Beşar Esed, serokê Hizbulah Hesen Nesrela, rêberê bilind yê Îranê Elî Xameneî, Serokê Rûsî Vladimir Putin û şûnwarnas Xalid Es'ed li bajarê Dêra Zorê tên dîtin di 20 Îlona 2017an de. [Luey Bişara/AFP]

Kontrolkirina dergehên sînorî yên bejî di navbera Sûrîya û Îraqê de piştgirîya armanca Îranê bo sazkirinarêyeke guhestinê ya bejî ya herêmî , şirovekaran got.

Bo pêkanîna vê planê, Feyleqê Pasdaran gelek baregehên serbazî yên nû li nêzî sînorê bi Îraqê re ava dike, gaveke ku pisporê serbazî Wail Ebdul Mutelib ew weke "hêrisbar û xeternak" şiyanse kir.

Temamkirina û çalakandina baregeha nû li Ebû Kemalê bi awayekî tam, nêzî dergehê sînorî yê bi raqê re û bajarokê Qaimê yê sînorî yê Îraqî, dibe ku ber bi alozî û pevçûnên dûrtir ve bibe, Ebdul Mutelib ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku wêneyên peykî ên ku ji alîyê medyaya navdewletî û herêmî ve hatin wêşandin dîyar dikin ku avakirina baregeheke serbazî ya mezin a Feyleqê Pasdaran berdewam e, ya tê gotin ku bi navê "Îmam Elî" tê naskirin.

Wêne temamkirina avakirina heşt avahîyan dîyar dike.

''Kiryareke hêrisbar''

Ebdul Mutelib got ku baregeha nû ya "Îmam Elî" dê bihêle ku Feyleqê Pasdaran karibe mêjerên mezin ên çek, mûşek pêdivîyên lijistî ber bi Sûrîyayê ve hawirde bike û wan depo bike, herwiha çekdaran bîne û wan bi cih bike.

Wî got ku hewla Feyleqê Pasdaran a temamkirina avakirina baregeha serbazî ya ku ew li devera Ebû Kemalê ava dike, ligel kampa rahînanê li Meyadîna nêzîk, "dîyar e ku kiryareke hêrisbar e".

Wî daxuyand ku baregeha nû û kampa rahînanê xeter in di warê qebare û cihê wê li ser devera li ser sînorê Îraq û Sûrîayê.

Wî got ku eger avakirin temam bibe û ev baregeh li wir bimînin, ev dê taybetmendîyeke stratejî ya mezin be ji Feyleqê Pasdaran re derbarê operesyonên wê li Sûrîya, Îraq û Lubnanê, cihê ku wekîlê wê Hizbulah lê ye.

Li gorî Ebdul Mutelib, mûşekên meda wan medyûm û dirêj e yên ku dibe di van siwênkaran de werin depokirin gefeke herî xeternak disepînin.

Wî got ku ev dê ne tenê Sûrîyayê, lê hemû welatên herêmê bixe "xeterîyeke hemîşeyî" eger Îran biryar bide ku vê baregehê ji bo avêtina mûşekan bi kar bîne.

Dever nêzî dergehê Ebû Kemal/Qaimê ya sînorî ye, û Îranê berî vê dergehekî neqanûnî li deverê ava kiribû.

Baregeha Feyleqê Pasdaran li Meyadînê

Feyleqê Pasdaran baregeheke din li Meyadînê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ava kir, çalakger Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran dîwarekî bi dirêjahîya zêdey du mitran li dor baregehê ji hemû alîyan ve ava kir, ku yek car ji hundir ve nayê dîtin.

Abid got ku hejmareke mezin a kemyonan li gel deverên şehnkirinê yên nixumandî ku hat dîtin xuya dike pêdivî û çek diguhestine hundirê baregehê, û anî ziman ku hejmareke mezin a cebilxaneyan li deverê hat depokirin.

Wî got ku Feyleqê Pasdaran hejmareke din a baregehan di van mehên dawî de ava kir ku ji bo rahênankirina mucenedên nû hatine terxankirin li gundewarê Dêra zorê û deverên biyabanî.

Diyar e ku Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê di pêşbirkekê de ne da ku hebûna xwe li deverê berfireh bikin ûxebatên xwe yên tecnîdkirinê zêde dikin, Eyhem Elî, çalakgerekî li gel rûpela Facebookê ya got.

Fişar li ciwanên xwecihî tê ku tevlî milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran bibin, wî ji Diyaruna re got, pere û alîkarîyê bi kar tînin da ku mucenedan xir bikin û ew ciwanên red dikin jê bêpar dimînin, ev yek kesên betal han dide ku tevlê bibin.

Wî got ku lê dema ku Feyleqê Pasdaran bi pêş ve diçe da ku hebûna xwe li Dêra Zorê berfireh bike, şerekî li serdesthilatdarîyê di navbera rejîma Sûrî û Îranî de dest pê kir derkete holê.

Wî got ku weke hewldanekê da ku hebûna xwe û berjewendîyên xwe yên taybet qayim bike, Feyleqê Pasdaran hewl da ku hebûna rejîma Sûrî kêm bike û sazemenîyên hikûmî û ewlekarî sînordar bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500