Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rejîma Sûrîyayê bi dehên zarokan li gundewarê Şamê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dergehê fêrgeha Cermekê li gundewarê Şamê, cihê ku hêzên rejîma Sûrî vê dawîyê hejmareke xwendekar girt. [Wêne ji refugeesps.net hatiye wergirtin]

Dergehê fêrgeha Cermekê li gundewarê Şamê, cihê ku hêzên rejîma Sûrî vê dawîyê hejmareke xwendekar girt. [Wêne ji refugeesps.net hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî bi dehan zarok girtin li gundewarê Şamê ji ber sûcê ku wan wêneyê Serokê Sûrî Beşar Esed dirandin, çalakgerekî xwecihî got.

Di ehman demê de, hêzên rejîmê girtinên ketober li deverê pêk dianîn, ciwanên ku ji xizmeta serbazî ya neçar re tên xwestin armanc dikir.

"Hêzên rejîmê 56 zarok girtin li derdora Şamê ji alîyê başûr ve bajarokê Yildayê ji ber dirandina wêneyê Esed û nivîsandinên dijî rejîmê," çalakgerê xwecihî Muhemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzn rejîmê girtine ser Fêrgeha Cermekê û 20 zarokgirtin, vê yekê tris xiste dilê xwendekarên din de, yên reviyan malên xwe ji ber tirsa kuwerin girtin.

Poster û nivîsên dijî rejîmê li ser dîwarekî tên dîtin li gundewarê Şamê. [Wêne ji Sazîya Xelê Xûtayê hatiye wergirtin]

Poster û nivîsên dijî rejîmê li ser dîwarekî tên dîtin li gundewarê Şamê. [Wêne ji Sazîya Xelê Xûtayê hatiye wergirtin]

Piştî wê, hêzên rejîmê êrîş girte ser hejmareke malan li deverê û 36 zarokên din girtin, wî got û bi vî awayî hejmara zarokên girtî giha 56an, yê herî mezin di nav wan de 16 salî bû.

Rûspîyên deverê û malbatên zarokan nas kirin, dema wan ji desthilatdarîyê pirsî, ku zarok bersûc in ku ew tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ne, Bêk got.

Wî got ku rejîm wan bersûc dike ku ew tevlî kampên rahênanê bûne û "kubên xîlafetê ne".

Yek ji zarokên ku hatibû girtin û vê dawîyê hat berdan ragihand ku hemû pirsên jê kirin girêdayî DAIŞê bûn, Bêk got.

Bêk eşkere kir ku zarok got ku ew tenê ji nav zarokên girtî hat berdan, lê zarokên mayî hîn li navenda girtinê ne li Şamê.

''Girtinên rojane yên ketober''

Bêk got ku girtin bi awayekî rojane û ketober li hemû deveran li gundewarê Şamê çêdibe û bi taybet ciwanan aramanc dike "yên tên trisandin, lêpirsînkirin û rastî bedkarîyên laşî tên û tên girtin".

Wî got ku ev kirar berbelav in li hemû deveran li gundewarê Şamê û li cihê opozîsyonê yê berê Xûtaya Rojhilatî.

Wî got ku vê dawîyê pênc ciwan ji bajarê Dûmayê hatin girtin û ji alîyê şaxekî ewlekarî ve ber bi cihekî nenaskirî ve hatin guhestin.

Wî got ku malbatên wan ji tohmetên ku bûne sedema girtina wan ne agahdar in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500