Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD bi dehan DAIŞîyên Sûrî serbest dike

AFP

Jineke Sûrî radihêje zaroka xwe di kombûneke kampa Waşûkanî ya koçberan de li parêzgeha Hesekê li bakur-rojhilatê Sûrî di 27ê Kanûna Yekem de. [Delîl Sulêman/AFP]

Jineke Sûrî radihêje zaroka xwe di kombûneke kampa Waşûkanî ya koçberan de li parêzgeha Hesekê li bakur-rojhilatê Sûrî di 27ê Kanûna Yekem de. [Delîl Sulêman/AFP]

Kurdên Sûrîyayê 30 kesên bi têkilîya xwe bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re gumanbar bûn serbest berdan piştî garantîya serokêlan, peyvdarekî Sêşemê (7ê Kanûna Duyem) ragihand û anî ziman jî ku di demeke nêz de hejmarek din jî dê were berdan.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) bi hezaran çekdarên DAIŞê yên gumanbar girtin piştî şerê wan ê bi salan li dijî rêxistina tundrew bi piştevanîya Amerîkayê.

Piranîya gumanbaran Sûrî û Îraqî ne, lê di nav de bi sedan biyanî hene.

Peyvdarê Birêveberîya Xweser li bakur-rojhilatê Sûrî got ku serokêlan daxwaza serbestberdana 300 girtîyên Sûrî kir, û serbestberdana 30 girtîyan di 5ê Kanûna Duyem de hatiye erêkirin.

"Ev girtî tilîya wan di xwîna tu kesî de tune bû û tu tawan nekiribûn," peyvdarê ofîsa têkilîyên derve yê Birêveberîya Xweser Kemal Akif ji AFP re ragihand.

Akif anî ziman ku belkî ew bo parîya nanê xwe tevlî rêxistina tundrew bûbûn an jî hatibûn neçarkirin.

Ew "bi garantîya serokêlan tên berdan," berpirs got bêyî van garantîyan destnîşan bike.

Akif da zanîn ku "di rojên bên de, dê qefiline din jî werin berdan" da vegerin parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê li bakur-rojhilatê Sûrî.

Bi piştevanîya asmanî ya hevpeymanîya navdewletî, QSDê di Adara borî de DAIŞ ji dawîn erdê di destê wan de li rojhilatê Sûrîyayê qewitandin.

Di destpêka vê mehê de, nêzî 300 zilamên Sûrî serbest hatin berdan li jêr zexta serokêlan, di nav de yên Reqayê, li gorî Birêveberîya Xweser.

Hingê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku ew ne qefla yekemîn a serbestberdana girtîyên DAIŞê bû, lê hejmar gelekî mezin bû.

Kurdan herwiha dîyar kir ku ew bi sedan jinên DAIŞî û zarokên wan jî ji kampên tijexelk berdidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500