Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Girtîyên Sûrî dê ji Kampa Holê werin serbestberdan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di wêneyeke ku di 25ê Tebaxê de hat kişandin xelk li pêşîya konan dimeşin li kampa Holê li Hesekê. Bi hezarên Sûrîyan dê destûrê wergirin da ku ji kampê derkevin, berpirsekî payebilind ê Kurdî di 5ê Cotmehê de got. [Delîl SulêmanAFP]

Di wêneyeke ku di 25ê Tebaxê de hat kişandin xelk li pêşîya konan dimeşin li kampa Holê li Hesekê. Bi hezarên Sûrîyan dê destûrê wergirin da ku ji kampê derkevin, berpirsekî payebilind ê Kurdî di 5ê Cotmehê de got. [Delîl SulêmanAFP]

Birêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyayê roja Duşemê (5ê Cotmrhê) îlan kir ku ew nêt dike ku kampa Holê li parêzgeha Hesekê ji welatîyên Sûrî vala bike, piştî wê garantî ji serkirdeyên êlan wergirt.

Ev gav dê ji alîyê civakên wan kesên ku dê werin berdan were pêşwazîkirin, efserê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSDê) Ferhad Xoce ji Diyaruna re ragihand.

Sûrî beşê herî mezin ji niştecîyên kampa biyabanî pêk tînin, ya ku bi deh hezaran ji girtîyên ji neteweyên cihêreng dihewîne, di nav wan de malbat û jinên bi zarok.

Li gorî ofîsa NY bo Hevahengkirina Karûbarên Mirovî, kampa Holê bêtirî 60,000 kesan dihewîne, di nav wan de 24,300 Sûrî yên hatin girtin an ji ber şer bêwar bûn, AFP ragihand.

Îraqî beşê herî mezin in ji kesên biyanî yên li Holê.

Xoca got ku birêveberîya Xweser berî vê bi dehên malbatan berdan piştî wê garatnî ji serkirdeyên êlan wergirtin.

Wî got ku garantoran cihê niştecîbûna hemû kesên dê werin berdan teqez kirin û soz da ku ew kesên ku dê bi garantîya wan werin berdan dê ti tawanên girêdayî ewlekarîyê bi cih neyînin.

"Serbestberdanên pêşerojê ji Sûrîyên ku li kampê girtî ne dê mîna operasyênê berdanê yên berê bin lê ew dê bi şepêleke zûtir werin pêkanîn û bi awayekî berfirehtir," wî destnîşan kir.

Wî got, birêveberî hîn dixebite bê çi bike ji bo wan girtîyên dixwazin herine deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam û komên tundrew yên din, ji ber heta aniha ev girtî ti garantî ji wan re tune ne.

Xoca got ew pêşbîn dike ku berdana wan dê dirêj bide, heta bigihine fomuleyeke qebûlbar. Wî got ku armanc ji garantîyan ew e misoger bikin ku ew kesên dê werin berdan dê îdîolojîya tundrew red bikin û dê nema têkilîyê bi endamên tundrew re bikin.

Sivikirina fişarê li Holê

Tê pêşbînkirin ku hiştina ku welatîyên Sûrî ji kampê derkevin dê fişarê ewlekarî di hundirê kampê de sivik bike û dê peydakirina xizmetguzarîyên mirovî ji wan kesên li kampê man baştir bike, Xoca got.

Şert û mercên qerebalixê gelek kêşe û tevlihevî di hundirê kampê de çêkirin, ji ber alozîyên kesane yan ji ber haletênku jinên DAIŞê yên hişk li wan kesên bi wan re li hev nekir da, bedkarî bi wan re kirin û heta ew kuştin jî.

Xoca got ku bi nerîna wî, vegerandina bi hezarên girtîyan bo malbatên wan dê xwedî bandoreke erênî be, di warê peydakirina aramî û ewlehîyê li deverên li jêr kontrola QSD li Dîêra Zorê.

Wî bal kişand ku hin jinên Sûrî bi îdîolojîya rêxistinê xir bûn, dema ku hineke din rewşa de facto qebûl kir û bi endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re zewîcîn yan berê bi wan re zewicîbûn.

Wî got ku gelek ji wan ne xeterîyeke mezin in û anî ziman ku ev gav herwiha dê sînorekî ji hewldanên revê yên berdewam re deyne, hewldanênên ku gelek caran naçine serî û jîyana wan kesên hewl didin ku birevin dikine xeterîyê de.

Wî got ku serencameke din ji vê biryarê re, ew e ku qaçaxçîyên hewl didin ku sûdê ji alîkarîya bi xelkên dixwazin ji kampê birevin dê jêdera debara xwe ji dest bidin.

Şerên di navbera DAIŞ û rejîmê de

Di heman demê de, pevçûnên li biyabana Sûrî (Badîya) di navbera hêzên alîgirê rejîmê, bi piştgirîya êrîşên asmanî yên Rûsî û asêgehên DAIŞê de herî kêm 90 şervan vê mehê kuştin, AFP Çarşemê ragihand.

Şer dest pê kir li du deverên cuda li biyabana befireh, biyabana dikeve navbera newala Asî li rojava û newala Feratê li rojhilat.

Li alîyê rejîmê, 41 şervan hatin kuştin, dema ku 49 tundrewan jîyana xwe ji dest da, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herî kêm 10 çekdarên akîgirê rejîmê û 13 endamên DAIŞê di tenê di 24 saetên bûrî de hatine kuştin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî ani ziman, "DAIŞ hewl dide rastnîşan bike ku ew hên bi hêz e".

Yekîneyên DAIŞê li biyabana Sûrî çalak man ji çaxê ku rêxistina tundrew parçeya erd ya dawî ya li jêr kontrola wê bû di Adarê de par ji dest da.

Di pevçûnên Îlonê de 13 çekdarnên alîgirê rejîmê û 15 tundrew hatin kuştin, dema ku di destpêka Tîrmrhê de 20 çekdarên alîgirê rejîmê û 31 tundrew di du rojan de hatin kuştin.

Di Tebaxê de, DAIŞê êrîşek girte ser milê xwe, gengaz e ku êrîşê ji biyabanê dest pê kiribe, ya ku ceneralekî Rûsî li nêzî bajarê Dêra Zorê tê de hat kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500