Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kurdên Sûrîyayê 600 girtîyên girêdayî DAIŞê serbest dikin

AFP

Zilamekî ku guman heye wî hevkarî bi DAIŞê re kiriye, ji hêla endamên malbata wî ve tê silavkirin piştî serbestberdana wî ji zindana Alaya, ya Kurd wê bi rê ve dibin, li bajarê Qamişlo, li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê. [Delîl Sulêman/AFP]

Zilamekî ku guman heye wî hevkarî bi DAIŞê re kiriye, ji hêla endamên malbata wî ve tê silavkirin piştî serbestberdana wî ji zindana Alaya, ya Kurd wê bi rê ve dibin, li bajarê Qamişlo, li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê. [Delîl Sulêman/AFP]

Hêzên bi pêşengîya Kurdan ên ku kontrola herêma bakur û rojhilatê Sûrîyayê dikin Pêncşemê (15ê Cotmehê) bêhtir ji 600 kesên hatibûn girtin ji ber têkilîyên wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re serbest berdan.

Her 631 girtî ji ber sûcên têkildarî terorîzmê girtî bûn û ew nifşê yekem e ku di lêborîna giştî de, ya ku vê dawîyê hat îlankirin piştî bangewazîyên ji hêla êlên Ereb ve li rojhilatê Sûrîyayê, hatine serbestberdan.

Birêveberîya Kurdî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi deh hezaran kesên guman heye ku endamên DAIŞê ne û xizmên wan girtî dihêle, ku piranîya wan Sûrî û Îraqî ne.

Ew herwiha bi sedên biyanîyan zindan dikin, ên ku qedera wan bûye mijareke diplomasî ya aloz û ew nebûn beşek ji rêkeftina lêborînê ya herî dawî.

"Hemû kesên hatine serbestberdan Sûrî ne," Emîna Omer, hevseroka Encumena Sûrîya Demokratîk, ku ew sîwana siyasî ya Birêveberîya Xweser e, di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo ragihand.

Wê da zanîn ku kesên Pêncşemê hatin serbestberdan herî kêm nêvî cezayê xwe qedandine û li gorî lêpirsînan destên wan bi xwîn nebûye.

Xurtkirina têkilîyên bi êlên Ereb re

Ev serbestberdan piştî bangewazîyên dubare ji hêla êlên Ereb ve hatin, ku ev êlên Ereb li herêma ku Kurd bi rê ve dibin pir in, bi taybetî li deverên li nêzî sînorê bi Îraqê re ku DAIŞê li wê derê di sala 2019an de şerekî mezin li dar xist.

Nûçegehanên AFP dîtin bi dehên girtîyan ji zindanê der dikevin û tevlî malbat û xizmên we dibin li derveyî zindana Alaya li rojhilatê bajarê Qamişlo.

"Dîya min heşt mehan hat zindankirin bi tohmeta ku wê bazirganî bi jinan dikir li kampa Holê," Ehmed Husên got.

Hol bi tena xwe mêvandarîya 60,000 kesan dike, di nav de 24,300 Sûrîyên ku yan hatine girtin an ji ber şer aware bûne, li gorî Ofîsa NY bo Karûbarên Mirovî.

Lêçûna nûkirina navendên girtînê pir mezin e ku Birêveberîya Kurdî ya ku zehmetîyeke darayî jîyan dike dixwaze xwe jê rizgar bike bi rêya van serbestberdanên bi kom.

Dibe ku ev rêkeftin hevkarîya alzodar a di navbera hêzên Kurdî û êlên Ereb de xurt bike, ku ev êlên Ereb beşekî mezin ji hevbendîya serbazî ya kontrola deverê dike pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500