Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî dest bi êrîşên nişkayî li di dijî DAIŞê li Muteybicaya Selahedînê dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî dest bi êrîşekê kirin di 19ê Mijdarê de li ser bermahîyên DAIŞê li devera Muteybicayê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Hêzên Îraqî dest bi êrîşekê kirin di 19ê Mijdarê de li ser bermahîyên DAIŞê li devera Muteybicayê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Hêzên Îraqî roja Sêşemê (19ê Mijdarê) dest bi êrîşeke nişkîya birin ser bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe li devera Muteybicayê vedişartin li navçeya Samerayê li parêzgeha Selahedînê.

Yekîneyên hevbeş ji fermandarîyên operasyonên Selahedîn û Samerayê û polîsê xwecihî, ligel alîkarîya cewî ji alîyê artêşa Îraqî ve, êrîşeke berfireh li dijî DAIŞê li devera Muteybicayê bi cih anî, şaredarê Samerayê Mehmûd Xelef Çarşemê ji Diyaruna re ragihand.

"Di encama êrîşê de terorîstek di êrîşeke asmanî ya li ser veşartgeheke DAIŞê ya nepenî li devera armanckirî mir," wî got û anî ziman ku herî kêm 20 malên vehesînê yên ku xwarin, betanî û pêdivîyên pehtinê di êrîşê de hatin wêrankirin.

Wî got ku hêzan tunelek wêran kirin û şeş teqemenîyên bidestçêkirî, depoyeke sûtemenîyê û generatorekî şîyana wî 20 kîlo volt teqandin.

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî serperiştîya operasyona li dijî bermahîyên DAIŞê li Muteybicayê di 19ê Mijdarê de dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Serkirdeyên serbazî yên Îraqî serperiştîya operasyona li dijî bermahîyên DAIŞê li Muteybicayê di 19ê Mijdarê de dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wegirtin]

Wî got ku zêdey vê yekê jî, du kemyonên bar û workşopek li maleke terkandî ku ji bo çakkirina navgînên endamên DAIŞê dihatin bikaranîn hatin wêrakirin.

"Hêzên ewlekarîyê yekser bi lez çûn da ku li armancên terorîst bixin dema wan agahîyên hewalgirî yên têkildar wergirtin," wî got û anî ziman ku êrîş li ser bingeha raportên deqîq bû ji alîyê jêderên bawerpêkirî ve.

Gefa DAIŞê berdewam e

Xelef dîyar kir ku devera Muteybicayê, ya ku li navbera parêzgehên Selahedîn û Diyalayê ye, "coxrafîya wê zehmet e, ji ber ku ew kendûkozên sext û şînkahîya himbiz û çiravan dihundirîne".

Wî got ku ev jîngeh derfetê dide bermahîyên DAIŞê ku xwe ji çavdêrîya cewî veşêrin û neyên kufşkirin.

Xelef da zanîn ku ew dever kes lê nîne û gelek dergehên axî yên nenîşankirî lê hene ku derfetê didin çekdaran ku birevin û manewra bikin, bi taybet bi şev, herwekî ew dibînin baştir e ku di reşê de tevgerê bikin û bi roj xwe veşêrin ji trisa ku werin kifşkirin.

Meha borî, parlementerên Îraqî gotin ku ew ditirsin ku Muteybica bibe gefeke ewlehî ya cidî ji ber xebatên bermahîyên DAIŞê ku wê bikine xaleke xwedanhevê daku careke din xwe birêxistin bikin.

Lê Xelef giringî neda vê yekê, û teqez kir ku operasyonên hêzên ewlekarîyê li deverê "24 saet li dar in".

Wî got ku ew operasyonên lêgerînê yên çirûpir li dijî bermahîyên DAIŞê bi cih tînin bo nehêlin xwe bidin hev û ji xwe re cihekî li deverê peyda nekin û teqez kir hejmar û çalakîyên wan kêm dibin.

Muteybica cihê ku operasyoneke ewlehî ya mezin lê rû da piştî kuştina fermandarê Firqeya 4mîn a polîsê federal, lîwa Elî Kazim Nasir Lamî û birêveberê operasyonên wê emîd Mihemed Elawî, meha borî di êrîşeke DAIŞê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500