Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî derdora navçeya Qeyarayê ji gefên DAIŞê misoger dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî li maleke axî digerin li devereke dûr li Qeyarayê di 26ê Hezîranê de, cihê ku wan çek û teqemenî dîtin. [W.ne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li maleke axî digerin li devereke dûr li Qeyarayê di 26ê Hezîranê de, cihê ku wan çek û teqemenî dîtin. [W.ne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî derdora navçeya Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) misoger kir, berpirsekî xwecihî roja Duşemê (18ê Mijdarê) got.

Firqeya 16mîn ya artêşa Îraqî, yekîneyên hewalgirîya serbazî û şervanên êlan di van rojên dawî de dest bi zincîreke operesyonên lêgerînê kirin li derdora Qeyarayê da ku li bermayîyên DAIŞê bigerin, birêveberê navçeyê Salih Hesan Elî ji Diyaruna re eşkere kir.

Hêz li gelek deverên dûr geriyan heta gihane başûr û rojavyê navçeya Hetrayê û li bakur ber bi Şurayê ve, wî got û not kir ku "ew gelek kîlomitran kûr pê de çûn li deverên biyabanî, û ew dever bi legerînên bejî û koleçanên cewî maliştin".

Hêzên ewlekarî, di operesyonên lêgerînê de, rastî ti bermayîyên DAIŞê nehatin, wî got, lê wan karîbû "li deverê belav bibin û kontrola xwe li ser rûbereke berfireh ji biyabanê asê bikin, û bi vî awayî gefa terorîst ji wir rakirin û derdora Qeyarayê bi temamî misoger kir".

Hêzn Îraqî serperiştîya xaleke pêşkinînê dikin li bajarokê Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, di 29ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzn Îraqî serperiştîya xaleke pêşkinînê dikin li bajarokê Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, di 29ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pêngavên serbazî li navçeyê û bajarokên başûrê Mûsilê di van herdu mehên dawî de "xisarên mezin gihanidine bermayîyên DAIŞê, ku di encamê de bi dehan hatin kuştin di êrîşên asmanî yên serkeftî de ku tunel, veşartgehên nepenî û veşartgehên çek û teqemanîyan wêran kirin", Elî got.

Ev demeke dirij e rewş li Qeyarayê aram e, "bi saya xebatên awarte yên hêzên hevbeş û karê hewalgirîyê yê ku niştecîyên xwecihî piştgirîya wî kir", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500