Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Balefirên şer ên Sûrî û Rûsî li fêrgehekê dixin li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamine Xûzeyên Sipî, Berevanîya Sivîl a Sûrî, guh didine zarokekî birîndar bûye di êrîşeke li sr fêrgehekê li bajarê Cisr el-Şixûrê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî, Berevanîya Sivîl a Sûrî, guh didine zarokekî birîndar bûye di êrîşeke li sr fêrgehekê li bajarê Cisr el-Şixûrê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Sûrî hatiye wergirtin]

Hejmareke sivîlan di van rojên dawî de hat kuştin li gel zêdebûna êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî li gundewarê rojavayê Idlibê, çalakgerekî xwecihî got.

Piştî hat ragihandin ku fêrgehek li bajarê Cisr el-Şixûrê rastî êrîşeke asmanî hat, çar sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, tirs kete nav niştecîyên xwecihî de, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Weke tedbîreke parêzî, piranîya fêrgehên vekirî li herêmê derêyên xwe girtin.

Wî got ku balefirên şer ên Sûrî û Rûsî bombebarankirina xwe li ser gelek deverên Idlibê zêde kir û êrîşên asmanî li gundên Ernaba, Kifêr, Eyn el-Berde û Eyn el-Esefîrê dixin li beşê rojavayî yê parêzgehê.

Endamên Berevanîya Sivîl fêrgehekê vala dikin piştî ku ew rastî êrîşeke asmanî hat. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl fêrgehekê vala dikin piştî ku ew rastî êrîşeke asmanî hat. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî û bavek radihêjin zarokan dûrî devereke niştecihî ku li gundewarê Idlibê ji xelkê tê valakirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî û bavek radihêjin zarokan dûrî devereke niştecihî ku li gundewarê Idlibê ji xelkê tê valakirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Idlibî got ku ziyana ku giha malên sivîlan destnîşan dike ku planeke heye ku zorê li niştecîyan bikin ku dev ji deverê berdin û herine beşininan ji parêzgeha nêzîkî sînorê Turkîyayê.

Wî got ku vê yekê hişt ku pêleke nû ya bêwarîyê çêbibe.

Wî got ku herwiha êrîşên asmanî stasyonên kehrebeyê li bajarokê Zayzûnê li gundewarê rojavayê Hemayê aramnc kir, stasyona ku parêzgehê û beşinan ji Idlibê bi kehrebeyê dabîn dike, û bi vî awayî ew bûne dervey xizmetê û bû sedema qutbûna kehrebeyê.

Idlibî got ku rewş li herêma Idlibê gelekî zehmet bûye ji ber êrîş û bombebarandina rojane ya ku ji alîyê hêzên rejîmê û milîsên girêdayî wê ve tên bi cih anîn ji deverên ku vê dawîyê ketine jêr kontrola wan de yên ku deverên niştecihî rastî wan tên.

Şeş sivîl li Cebalayê hatin kuştin

Şeş sivîl -- di nav wan de zarokek -- hatin kuştin roja Şemîyê (2wê Mijdarê) di êrîşeke asmanî ya Rûsî de li gundê Cebalayê yê başûrê Idlibê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangeh dibêje ew destnîşan dike bê kî êrîşan bi cih tîne li gorî nimûneyên firînê, herwiha balefir û cebilxane tên bikaranîn.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku ew êrîşa asmanî ya Rûsî ya herî xwînawî bû di herdû mehên ku Moskoyê agirbestek îlan kir bo devera derdorê ji 31ê Tebaxê ve.

Idlib, ya ku sê milyon xelk lê bi cih in di nav wan de gelek xelkên bêwar hebûn ji ber şerê heşt salan, ji alyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin.

Rejîma Sûrî pêngaveke serbazî li dijî deverê dest pê kir di Nîsanê de, dora 1,000 kesên sivîl kuştin û hişt ku bêtirî 400,000 kes jî mebûr bibin birevin.

Lê agirbesteke ku ji alîyê hevalbenda rejîmê Rûsyayê ve hat îlankirin heta asteke mezin ji dawîya Tebaxê hat bicihanîn, tevî Rewangeh dibêje hîn pevçûn hene.

Roja Înê, 23 çekdarên rejîmê, herwiha 11 tundrew û endamên komên hevalbend, di şeran de hatin kuştin li derdora herêma Idlibê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500