Nûçeyên Iraqê
Aborî

Rutba 22 projeyên xizmetguzarîyê çaksaz dike

Xalid Taî

Nexweşxaneya Giştî ya Rutbayê ji nû ve hatiye avakirin û êdî careke din di xizmetê de ye piştî ku li ser destê DAIŞê hatibû wêrankirin. [Wêne ji Birêveberîya Tendirustîya Enbarê hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya Giştî ya Rutbayê ji nû ve hatiye avakirin û êdî careke din di xizmetê de ye piştî ku li ser destê DAIŞê hatibû wêrankirin. [Wêne ji Birêveberîya Tendirustîya Enbarê hatiye wergirtin]

Birêveberîya navçeya Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê pêşketinekê di warê nûkirina jêrxaneya ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû wêrankirin pêk tîne, berpirsekî xwecihî Înê (1ê Mijdarê) ragihand.

"Herî kêm 22 projeyên xizmetguzarîyê li navçeyê hatine nûavakirin piştî ew ji terorîstan hat vegerandin berî sê salan," şaredarê navçeya Rutbayê Îmad Meşel Dulêmî got.

"Em bi ser ketin di nûavakirinê de û piranîya projeyên ku DAIŞê ziyan gihandibû wan vegerane xizmetê û bi awayekî asayî çalak in," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku di nav van projeyan de Nexweşxaneya Giştî ya Rutbayê, ya ku bi temamî hatiye nûkirin û êdî xizmetguzarîyan pêşkêşî xelkê dike.

Fewcê taktîkên taybet ê polîsê Enbarê, ku beşdar e di ewlekirina navçeya Rutbayê de, di 5ê Kanûna Yekem a 2018an de tê dîtin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Fewcê taktîkên taybet ê polîsê Enbarê, ku beşdar e di ewlekirina navçeya Rutbayê de, di 5ê Kanûna Yekem a 2018an de tê dîtin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Dulêmî teqez kir ku navendên tendirustî yên navçeyê êdî hatine nûkirin, ligel xizmetguzarîyên giştî yên di sektorên avê, perwerdahîyê û şaredarîyê de.

Wî got ku zehmetîya herî mezin ya mayî nebûna kehrebeyê ye ji ber ku xeta giştî ya kişandina kehrebeyê ji navçeya Qaimê hatiye wêrankirin.

"Em vê pirsê bi Wezareta Kehrebeyê re dişopînin," wî got, û da zanîn ku girêbestek bo çaksazîkirina xetê li bendî pesendkirinê û dabeşkirina budceyê ye.

Dulêmî got ku ceneretorên mezin ji hêla hikûmetê ve hatin danîn bo dabînkirina kehrebeyê ji xelkê re.

Rewş baştir bûye

Baştirbûna rewşa xizmetguzarîyan malbatên bêwar han dan ku vegerin Rutbayê.

"Bêhtir ji 95% xelkê Rutbayê (dora 21,000 kesan) vegerîyane malên xwe," Dulêmî got.

Wî got ku hîn navçe mêvandarîya 1,000 malbatên bêwar dike, bi piranî ji bajarokên Akaşatê û Welîd.

"Wan malbatan xwe li Rutbayê girtiye û ew nikarin vegerin ji ber ku malên wan di şerê li dijî terorê de hatine wêrankirin," wî daxuyand.

Wî daxuyand ku hîn ev malbat di amarên Wezareta Koçberan de nehatine tomarkirin, û bang li desthilatdarîyan kir ku wan di demeke nêz de tomar bikin bo ew alîkarîya darayî werbigirin.

Têkildarî rewşa ewlehîyê li Rutbayê, Dulêmî teqez kir ku êdî navçe bi rêya "sûr, xalên pişkinînê û pagerên hêzên ewlehîyê hatiye asêkirin bo rêgirtin li ber her kiryarekî terorî".

Wî got ku hevahengîyeke mezin di navbera welatîyan û artêşê û polîs de heye û da zanîn ku teqîna otombîlê ya ku roja 13ê Cotmehê qewimî "ne li navçeyê bû belê 22 kîlometran li rojhilatî wê bû, li biyabanê".

"Bi saya hevahengîya xelkê, otombîla bombrêjkirî hat dîtin, lê dema ku ew dihat bêbandorkirin hat teqandin," wî got.

Efserek û du leşker di teqînê de hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500