Nûçeyên Iraqê
Aborî

Parêzgeha Enbarê xebatên nûavakirinê di qonaxa piştî DAIŞê de berdewam dike

Xalid Taî

Karê nûavakirina avahîya birêveberîya navçeya Rutbayê a ku di şerê derkirina DAIŞê de hat wêrankirin, nêzî temambûnê dibe. [Wêne ji birêveberîya navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Karê nûavakirina avahîya birêveberîya navçeya Rutbayê a ku di şerê derkirina DAIŞê de hat wêrankirin, nêzî temambûnê dibe. [Wêne ji birêveberîya navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Navçeya Rutbayê ya li rojavayê Enbarê xweş pêş de diçe di planên şiyankirina xizmetguzarîyên ziyan gihayî wan ji encama şerê derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tevî berhengarîyan, berpirsekî xwecihî roja Sêşemê (18ê Tebaxê) got.

Plana nûavakirina Rutbayê berdewam e di gelek waran de tevî petaya vayrûsa korona ya nû (COVID-19) û tedbîrên hatin standin bo nehiştina belavbûna wê, parêzkarê Rutbayê Îmad Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "gelek projeyên xizmetguzarî di plana me de bo vê salê hatin temamkirin", di nav wan de nûavakirina avahîya Birêveberîya Çandinîyê û çaksazkirina heft rêyên sereke û şiyankirina stasyoneke dîzelê.

Wî daxuyand ku tê pêşbînkirin ku hejmareke projeyan werin temamkirin berî dawîya vê salê, bi taybet projeya avê ya sereke, ya ku ji Remadîyê heta Rutbayê dirêj dide û stasyona Seker a derxistina avê, li rojhilatê bajar.

Xebatkarên Şaredarîyê daran li dirêjahîya kolanekê li navçeya Rutbayê ya Enbarê diçînin di 12ê Tebaxê de. [Wêne ji birêveberîya navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Xebatkarên Şaredarîyê daran li dirêjahîya kolanekê li navçeya Rutbayê ya Enbarê diçînin di 12ê Tebaxê de. [Wêne ji birêveberîya navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Dulêmî teqez kir ku projeya avakirina fêrgeha Mekasibê ya ji 12 polan pêk tê nêzî temamkirinê ye û divê ji destpêkirina sala xwendinê ya nû re amade be, ligel hejmareke fêrgehên din ku têne nûkirin.

Wî got ku projeya şiyankirina derbasgeha rojhilatî ya bajar dê di Cotmehê de were temamkirin û projeyeke nûkirina avahîya birêveberîya Rutbayê teqrîben temam bû, herwiha projeyeke din bo çaksazkirina kargeha hikûmetê ya qenîneyên xazê.

Programên pêşxistinê

Piranîya piştgirîyê li navçeyê bi rêya Programa Pêşxistinê ya NY (UNDP) û Ajansa Amerîkî bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) re tê.

Dulêmî got ku UNDP serperiştîya karê hejmarek ji projeyan dike ligel hevahengîya bi sazîyên hikûmetê re, di nav wan de projeyek bo danîna darên kehrebeyê û nûkirina xetên belavkirina enerjîyê bo taxên niştecihî.

Wî da zanîn ku NY herwiha kampanyayeke mezin jî bo paqijkirina bajêr bi rê ve dibe, ku dora 200 karkerî rojane digire.

Wî got ku hevdem, Programa Nûavakirinê ya USAID alîkarî kir di dabînkirina alavên pêwîst bo projeya kehrebeya li ser mazotê.

Wî dîyar kir ku USAID tanker û otombîl ji şaredarîyan re û kehrebe ji Nexweşxaneya Rutbayê re dabîn kirin, û serpereştîya 21 cotkaran dike bo rewşa çandinîyê û sewaldarîyê li navçeyê baş bike.

Têkildarî nûavakirina malên xelkê, Dulêmî got ku "hîn 55 xanîyên bi temamî wêranbûyî li navçeyê mane û dora 200 xanîyan bi rêjeyên cuda ziyan gihiştiye wan".

Xelkê deverê dawakarî pêşkêşî komîteyên hikûmetê yên bepirsyar ji qerebûkirina qurbanîyên terorê kirine ku tê de doza nûavakirina malên xwe kirine, lê heta aniha wan qerebûya diravî wernegirtiye.

Dulêmî got ku ev dimîne "astengîyeke mezin" bo vegera niştecîyên bêwar bo navçeya Rutbayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500