Nûçeyên Iraqê
Ol

Mûsil kelepora olî vedijîne û malên perestinê ji nû ve ava dike

Xalid Taî

Dêra Tahîrayê li taxa Meydanê ya Mûsilê ji alîyê DAIŞê ve hat teqandin di sala 2015an de û aniha tê nûkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Dêra Tahîrayê li taxa Meydanê ya Mûsilê ji alîyê DAIŞê ve hat teqandin di sala 2015an de û aniha tê nûkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Bêtirî sedsalekê, dêrên Tahîra û Sa'ayê dirêj bûn li Bajarê Kevin ê Mûsilê weke nîşanekê li ser nasnameya çandî ya bajar ya jîndar û hevjîyana olî.

Di pişt re di sala 2015an de, tundrewan yek ji wan teqand û ya din jî têk bir, dîwarên wan rût hiştin û salonên wan jî ji perestyaran vala kirin.

Îro, piştî du salan ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê hat derkirin, Îraqî hewl didin ku kelepora bajarê xwe ya ziyandar vejînin, bajarekî ku cih bû ji mizgeftên dîrokî, dêr û perestgehên ji hemû hindikahîyên olî re.

Hikûmeta Îraqî di 12ê Cotmehê de rêkeftinek bi Wezareta Çandê ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û UNESCO re wajû kir bo nûavakirina dêrên Tahîra û Sa'ayê ji nû ve ava bikin, yên vedigerin sedsala 19an.

Îraqî qidasê li Katedraîya Kildanî ya Qidîs Bûlis pîroz dikin li Mûsilê di 24ê Kanûna Duyem ya 2017an de. [Wene ji Navenda Medyaya Nînewayê hatiye wergirtin]

Îraqî qidasê li Katedraîya Kildanî ya Qidîs Bûlis pîroz dikin li Mûsilê di 24ê Kanûna Duyem ya 2017an de. [Wene ji Navenda Medyaya Nînewayê hatiye wergirtin]

Rêkeftin li gorî lihevkirineke sêalî (Îraq- UAE- UNESCO) pêk hatiye, rêkeftina ku Îmarat danek bi 50 milyon dolar da di nîsanê de bo nûavakirina Mizgefta Nûrî û minareya Hedba ya eyqone.

"Rêkeftin ji bo nûavakirina Dêra Tahîrayê bo Katolîkên Siryanî li Meydanê û Dêra Sa'ayê ya ku herwiha navê wê Dêra Latînî ye ya Bavên Dominîk li taxa Sa'ayê," Bav Êmanwêl Adil Kalo, Serokê Dêra Katolîkên Siryan li Mûsilê got.

Kalo got ku dêra Tahîrayê ji alîyê DAIŞê ve hat bombebarankirin di Sibata 2015an de, û not kir ku ew aniha bê ban e, û heykelê wê bi temamî û hemû tiştên di hindirê wê de hatine wêranikirin.

Wî got ku herwiha Dêra Sa'ayê bador lê hat ji alîyê terorîzmê ve lê "bi asteke kêmtir", û anî ziman ku her 20 dêrên li Mûsilê destê terorîzmê gihabû wan.

Handana vergerê

Kalo got ku xebatên nûkirina herdu dêran armanc dikin ku malbatên Xiristyan ên bêwar han bidin ku vegerin malên xwe û li Mûsilê bi cih bibin.

"Dora 50 malbatên Xiristayan vegeriyane bajar," wî got, "hejmara gelekî kêm, ne ji ber sedemên ewlekarî lê ji ber xizmetguzarîyên qels e".

"Gelek ji van malbatan li bajarê Kevin jîyan, ê ku binesazîyên wî bi giranî ziyan gihaye wan di şerên rizgarkirinê de," wî anî ziman.

Xiristyan pêkhateyeke bingehîn in li Mûsilê û parêzgeha ligelhindikahîyên din di avakirina kelepor û çanda welat de beşdar bûn, çalakgerê Xiristyan Ramî Hena Kromî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî dîyar kir ku DAIŞê xwest ku cihên perestinê xirab bike û wêran bike da ku taqozekî di nav Îraqîyan de çêke û netewperwerîyê lawaz bike û herwiha desteketîyên wan ên çandî tune bike, "lê hemû hewldanên wan val derketin".

Wî got ku rêxistinên dêrê 12,000 malên malbatên Xiristyan û hindikahîyên din ji nû ve ava kirin li Mûsilê û Deşta Nînewayê, wêke nîşanekê li ser hevgirtina civakî û hevjîyanê.

Kromî teqez kir ku girîng e ku jîngeheke ewle ji hemû bêwaran re were dabînkirin daku karibin vegerin cihên xwe yên resen.

Mîrateke ji cîhanê re

Herwiha berpirsan pere ji nûavakirina mizgeft û cihên kevnar ên perestinê re li Nînewayê terxan kirin.

"Hikûmeta xwecihî 100 milyar dînarên Îraqî (84 milyon dolar) terxank kirin bo nûavakirina mizgeftên dîrokî û cihên perestinê yên hemû mezheb û olan li Mûsil û li seranserê Nînewayê," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Ayid Lûeyzî got.

Ev yek armanc dike ku rewşê vegerîne serdema berî DAIŞê û bingehên jîyaneke aram û normal ava bikin, wî Diyaruna re eşkere kir.

Vejîyandina keleporê olî yê Mûsilê "berêtîyeke ji hikûmet, NY û civaka navdewletî re ji ber ew mîrateke ji welat re û ji hemû cîhanê re".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500