Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

180 malbatên Xiristyan vedigerin parêzgeha Nînewayê li Îraqê

Xalid Taî

Ev kombûneke li Kenîseya Mar Behnam û Sara li bajarokê Qereqoşê li parêzgeha Nînewatê piştî ku ew di Îlona 2019an de careke din hat vekirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev kombûneke li Kenîseya Mar Behnam û Sara li bajarokê Qereqoşê li parêzgeha Nînewatê piştî ku ew di Îlona 2019an de careke din hat vekirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Bi dehan malbatên Xiristyan vegerîyane malên xwe li parêzgeha Nînewayê piştî çend salan ji bêwarîya wan li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Parêzgarê Nînewayê Necim Cibûrî Yekşemê (13ê Îlonê) ragihand.

Piştî çar salan ji awarebûnê li Herêma Kurdistanê, 180 malbat vegerîyan Deşta Nînewayê hevdem ligel baştirbûna rewşa ewlehî û xizmetguzarîyên giştî, wî ji rojnameya Sebah re ragihand.

Cibûrî got ku kenîseya Mar Çamonî li bajarokê Aşûrî Bertelayê, li rojhilatê Mûsilê, hatiye nûkirin û dîsan dergehên xwe ji perestinê re vekirin piştî çar salan ji wêrankirina wê li ser destê DAIŞê.

Kenîseyên din, mîna Kenîseya Tehareta Mezin, Mar Behnam û Sara, Mar Yohena (Qedîs Jon) û Mar Zîna, bi dirêjahîya sala par dihatin nûkirin.

Wezîrê Koçberîyê û Koçberan ê Îraqî Îvan Faiq Cebro bi malbatên Xiristyan ên vegerîyane bajarokê Betnayayê li Deşta Nînewayê dicive, roja 9ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Koçberîyê û Koçberan ê Îraqî Îvan Faiq Cebro bi malbatên Xiristyan ên vegerîyane bajarokê Betnayayê li Deşta Nînewayê dicive, roja 9ê Îlonê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Mîna komên etenî yên din ên Nînewayê, 138,000 Xiristyanên ku li bajarê Mûsilê û Deşta Nînewayê ji malên xwe revîyan piştî ku DAIŞê dest danî ser rûberên berfireh ji xaka Îraqê di havîna sala 2014an de.

Vegera xwebarî zêde dibe

Em dikarin bibêjin ku "pêşketineke mezin" di vegera Xiristyanan bo deverên xwe yên resen ên li parêzgeha Nînewayê de heye, çalakgerê Xiristyan Ramî Hena Kerûmî, serokê Rêxistina Bexdîdayê bo Pêşxistina Ciwanan, ragihand.

Hikûmeta xwecihî got ku ew dê xebatên xwe bo dabînkirina jîngeheke ewle bo vegera bêwaran berfireh bikin, di nav de Xiristyan, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku zêdebûna ewlehîyê li parêzgehê "dê malbatên bêwar han bide ku vegerin".

Wî got ku bicihbûna hêzên ewlekarîyê, ku ew xwedan hebûneke bihêz in li hemû bajarên parêzgehê, tirsên bêwaran ên têkildarî rewşa ewlehî û xeterîya DAIŞê nehiştine.

Kerûmî teqez kir ku hejmara Xiristyanên vedigerin zêde dibe, û da zanîn ku dora 5,000 malbat vegeryane Qereqoşê di nava sê salan de, ku ew li Herêma Kurdistanê dijîn.

Qereqoş, warê Kerûmî, yek ji kevintirîn û mezintirîn bajarokên Xiristyanî ye li Îraqê, û ew warê 80,000 kes bû berî dagirkarîya DAIŞê.

Wî da zanîn ku vegera xwebarî bi saya xebatên hikûmeta xwecihî û ya federal yên nûavakirina jêrxaneyê û berdestkirina xizmetguzarîyên giştî pir hat hêsankirin.

Kampanyayên bi pêşengîya rêxistinên xwecihî û kenîseyan bo nûavakirina malan herwiha destek dan xebatên vegerandina malbatên bêwar.

"Dora 95% ji xanîyên Qereqoşê dîsan hatine avakirin bo xelkê han bidin ku vegerin û rewşa bêwarîyê li pişt xwe bihêlin," Kerûmî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500