Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Enbarê nahêle ku DAIŞ bigihe rêyên avî

Xalid Taî

Endamine polîsê çemê Enbarê pagerekê li Gola Hedîsayê dikin di 21ê Adarê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamine polîsê çemê Enbarê pagerekê li Gola Hedîsayê dikin di 21ê Adarê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Pagerên li ser çem û qayimkirina ewlehîyê li dirêjahîya çemê Feratê û herokên wî li Enbarê beşek ji xebateke nû ye da ku nehêlin bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sûdê wegirin û cihekî jixwe re li wan deveran çêkin, berpirsên Îraqî dibêjin.

Endamên tundrew berê hewl dan ku cihê xwe cêkin li deverên li dirêjahîya rêyên avî li parêzgehê, da ku beravên çem weke cihê veşartinê bi kar bînin û weke kenalan ji tevgerên xwe yên nepenî re.

Ligel beşê sereke ji çemê Feratê, yê ku ji bakur ve derbasî Enbarê dibe û parêzgehê dike du beş ji rojava heta rojhilat, hejmarek ji herokan û golan heye.

Di nav van golan de -- ya ku yeke ji bendavên Îraqê yên herî mezin tê pesindan -- û golên din, mîna Hebanîya, Sersar Rezazê, yên ku deverên balê dikişînin ser geştiyarîyê.

Mîsyona coleçaneke cewî ya Fermandarîya Operasyonên Cezîrê erdên çandinî li ser beravên çemê Feratê seh dikin li Enbarê di 19ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Mîsyona coleçaneke cewî ya Fermandarîya Operasyonên Cezîrê erdên çandinî li ser beravên çemê Feratê seh dikin li Enbarê di 19ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya polîsê Enbarê got ku ew baş amade ye da ku van gol û çemê Feratê misoger bike, yê ku beravên wî şînkayîyên himbiz nixumandiye û ku dibe bibe korîdoreke nepenî ji çekdaran re.

Operasyonên parastina çem

Serokê polîsê Enbar liwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re ragihand ku Polîsê Çem û Birêveberîya Rizgarkirinê ya li jêr fermandarîya wî, çavdêrîya çem û rûberên avî yên din dikin.

Wî got ku di nav de xebatên rizgarkirinê û destwerdanên lezgîn di avjenîyê û bûyerên girêdayî qeyikan mîna noqbûnê.

Weke çawa yekîneyên polîs ên din dikin, wî got, birêveberî roleke mezin dilîze di parastina sivîlan de, bi taybet di mûsimê ku geştyarî di lûtkeya xwe de be.

"Em kar dikin da ku em karînê li birêveberîyê ava bikin da em karibin bi erkê xwe li ser asteke bilind rabin," wî got û anî ziman ku birêveberî vê dawîyê 20 qeyik ji desthilatdarîya xwecihî wergirtin da ku di pagerên li ser çem de were bikaranîn.

Fermandarî bi hikûmeta Enbarê re kar dike da ku piştgirîya polîsê çem bike bi heft qeyikên nû, da ku ewlehîyê biparêzin û karîna xwe bo çavdêrîkirinê qayim bikin û ji bo bersiva wan a lezgîn ji rewşên lezgîn re.

"Planên me hene daku em endamên polîsê çem rahênan bikin û şîyana ava bikin û xebatên mezin hene da ku em gelek behreyan zêde bikin," wî got.

Wî not kir ku polîsê çemê Enbarê aniha 70 binavgeran bi kar tîne -- bêtir ji hemû parêzgehan li Îraqê.

"Ev niavger tevlî gelek korsên rahênanê bûne û aniha asta karîna wan a laşî û teknîkî bilind e da ku mîsyonên herî zehmet û kompleks pêk bînin," wî anî ziman.

Ewlekirina çem û rêyên avî

Erzayic got ku çemê Feartê, herokên wî û gol, herwiha rûberên avê yên din li Enbarê bi temamî li jêr kontrola polîs in.

Wî got ku endamên DAIŞê nikarin wan weke penagehên ewle bi kar bînin da ku ji alîyekî herine alîyekî din an bi dizî derbasî bajaran bibin.

Hêzên ewlekarîyê kirine berêtî ji xwe re ku çemê Feratê û rêyên avî biparêzin û nehêlin ku endamên DAIŞê cihekî ji xwe re li wan deveran cêkin, cîgirê parêzgerê Enbarê Mistefa Irsan ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku pagerên zexm û berdewam ên polîsê çem hene ligel mîsyonên koleçanê yên cewî û bejî da ku veşartgehên terorîstan li ser beravên çemê Feartê û nêzî golan bibînin û wêran bikin.

"Herwiha xebat giranîyê didin zêdekirina asta amadebûna hêzên me da ku li hember gefên terorîstan derkevin li hemû deverên parêzgehê," wî got û not kir ku di nav de berzkirina asta şer û pêdivîyê teknîkî.

"Em serbilind in ku parêzgeha me aniha navenda wê ya herêmî ya herî mezin bo rahênankirin û nûtahêlkirinê heye," wî got, dema ku wî amaje bi baregeha Hebanîyayê kir.

Pagerên berdewam

"Endamên DAIŞê hemû veşartgehên wan li Enbarê ji dest wan çûn û tenê çend kozikên piçûk ji wan re mane, piranîya wan newalên biyanî ne," şirovekarê warê ewlehîyê Xanim Eyfan ji Diyaruna re ragihand.

Rûberên avê û herok li parêzgehê "ewle ne", wî teqez kir û not kir ku polîsê çem û pagerên artêşê çalak in deqe bi saet da ku çavdêrîya çi tevgera ne normal bikin bi bikaranaîna pêdivîyên taybet û dûrbînan.

Di heman demê de, wî anî ziman operasyonên lêgern û şopandinê berdewam in li dirêjahîya beravên çem yên geş li parêzgehê.

Wî got ku di encama amadebûn û hişyarîya astbilind ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve, asta gefê li van deveran aniha teqrîben nemaye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500