Nûçeyên Iraqê
Tolerans

Îran bibin dikeve di lawazkirina çanda herêma Deşta Nînewayê de

Faris Omran

Milîtanên Îraqî yên ser bi Îranê ve meşeke serbazî dikin di wêneya ku milîsê di 9ê Hezîrana 2018an de li ser internetê belav kir. [Dosya]

Milîtanên Îraqî yên ser bi Îranê ve meşeke serbazî dikin di wêneya ku milîsê di 9ê Hezîrana 2018an de li ser internetê belav kir. [Dosya]

Ji dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Deşta Nînewayê di dawîya sala 2016an de hat derxistin, Îran hewl dide hebûneke xwe ya îdyolojî li herêmê ava bike.

Nemûneyên vê hewlê jî vekirina Dibistana Îmam Xumênî li navçeya Bertelayê ye û herwiha vekriina navendên çandî û ofîsên ku çalakîyên corbicor li dar dixin bi armanca vekişandina ciwan û sîpekan û bandorkirina li sr bawerîyên wan di berjewendîya ajandeya Îranî de.

Lê belê xebatên Îranî yên bandorkirina li ser xelkê Îraqê bi bin ketin, li gorî xelkê deverê û çavdêran, ji ber ku hevgirtina civakî û rengdarîya etenî li herêma Deşta Nînewayê êdî nayê têkbirin.

"Çanda Îranî ne cihê pêşwazîya xelkê vê deverê ye," şênîyekî Deşta Nînewayê ku xwest navê wî neyên eşkerekirin wiha got.

"Malbatên ku piştî rizgarkirinê vegerîyane deverê bi temamî mijûlî karûbarên xwe û vegera bo kar û dewamkirina rewşa xwe ya rojane ne, û tu berjewendîyên wan tune ne ku bikevin li jêr bandora çalakîyên Îranî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tê gotin ku Îranî hewl didin ku îdyolojîya xwe belav bikin, ku ji şopdarîya jiWîlayet el-Feqîh re pêk tê.

"Lê ew hîn jî nikarin ku destketinan bi dest bixin ji ber ku xelk girêdayî nasnameya xwe ya niştîmanî û çandî ne û kar li ser xurtkirina hevjîyankirinê û hevgirtina civakî dikin," wî got.

"Projeya Îranî ya serdestîya îdyolojî û çandî li herêmê bi bin ket -- weke çawa DAIŞê hewl da û bi bin ket di belavkirina îdyolojîya xwe ya terorîst de di nava rûniştîyên Nînewayê de [di hewldanekê de] bo jirêbirina ciwanan û pêkanîna nerazîbûneke sivîl," wî got.

Rayên kûr ên rengdarîyê

Herêma Deşta Nînewayê ji sê navçeyên îdarî pêk tê: Hemdanîya, Şêxan û Tel Keyf. Şênîyên van navçeyan têkilîyeke hevgirtî ye ji Xiristyan, Turkmen, Şebek, Ereb û Êzîdî.

Ev rengîndarî "xwedan rayên çandî yên pir kûr e ku Îranî nikarin wê hilkin û bawerîyên xwe li şûna wê biçînin", lêkolînvanê siyasî Xeys Temîmî ragihand.

"Îdyolojîya DAIŞê bi tundî ji hêla xelkê Nînewayê ve hat redkirin û terorîstan bi hemû hovîtîya xwe nikarîn ku şênîyan neçar bihêlin ku vê tundrewîya xerîb û çewtîya îdyolojî qebûl bikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Îranî ezmûna DAIŞê dubare kirin û bi ser neketin, û di encamê de, ew bêhêvî ne ji ber ku ew nikarin şopdaran û piştgiran ji îdyolojîya xwe ya olî re li Deşta Nînewayê û li parêzgehê bi giştî peyda bikin," wî got.

"Xewna rêberên Îranî ya veguhertina Îraqê bo gorepaneke piştevan hêdî hêdî kal dibe ji ber nerazîbûna giştî li hember ajandeya Îranî ya ku armanc dike ku şîrazê civakî û çandî yên Îraqî lawaz bike, bi taybetî li parêzgehên başûrî," Temîmî got.

"Xwenîşandanên li dijî karîgerîya Îranî li bajara beştirîn selmandin e ku Îraqî bi nasnameya xwe ve girêdayî ne û destêwerdana Îranî di karûbarên welatê xwe de qebûl nakin," wî got.

Wî got ku ew herwiha "derbirîneke hêrsa Îraqî ya li hember kaos û gêreya ku Îranî li welat dirust dikin".

"Çoknedan bo vîna Îranî"

Temîmî daxuyand ku Îranî ji hêrsa dikelin, û rejîmê rû bi rû bi gefa herifînê re dihêlin.

"Rejîma Îranê êdî rewatîya xwe ji dest dide, tenanet di nava Îranîyan de jî ji ber ku ew aniha rastî rewşeke aborî ya xerab tên ji ber rejîmê ji encama piştgirîya wê ji terorîzmê re li herêmê."

"Îran Deşta Nînewa weke herêmeke stratejî dibîne, ku ew dikare bibe cihê pêyê wê bo Sûrîyayê û Deryaya Sipî di Îraqê re," Subhî Nazim Tewfîq, ku xebîrekî ewlehî ye, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got k ev girîngîya cîyosiyasî dihêle ku rejîma Îranê bêwestîyan kar bike ku hegemonîya xwe li ser deverê ferz bike bi rêya çalakîyên îdyolojî û çandî, û herwiha bi piştgirîya milîsên çekdar ên ku ser bi Îranê ve ne.

Milîsa Lîwayê 30ê yê bi serokatîya Waed Qado (Ebû Cefar Şebekî) û milîsa Tevgera Babîlon (Lîwayê 50ê) bi serokatîya Reyan Kildanî du mînakên wiha ne.

Ev her du milîs ji hêla Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve tên piştevanîkirin. Di Tîrmehê de,Amerîka ceza li ser lîderên her du milîsan sepand, yên ku bi cihgirtina rasterast û nerasterast di "binpêkirinên xeternak ên mafên mirov de" tên tawanbarkirin.

Tewfîq got ku herêma Deşta Nînewayê wêneyeke biçûk a Îraqê ye û beşekî resen ê niştîman e, û da zanîn ku "û dê tu carî çokan ji vîna Îranî re nedeyne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500