Nûçeyên Iraqê
Civak

Çalakgeran: Tehrîr el-Şam binesazîyê bi pereyan difiroşe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam tên dîtin ku hêleborîyên neftê li nêzî bajarokê Eysê yê gundewarê Helebê dikolin. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam tên dîtin ku hêleborîyên neftê li nêzî bajarokê Eysê yê gundewarê Helebê dikolin. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Ji ber hewcedarîya wê bi pereyan hebû, endamên Tehrîr el-Şam binesazîyê ji hev dixin li deverên li jêr kontrola hevalbendîyê û wan weke medenê xirde difiroşe, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Heta hin angaşt dikin ku ev medenê xirde ji rejîma Sûrî re tê firoştin.

Çalakên xwecihî vê dawaîyê wêne ji endamên Tehrîr el-Şam re kişandin û ew hêleborîyên neftê li deverên li jêr kontrola hevalbenda tundrew dikolin, çalakgerê xwecihî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tîmên çekdar ji endamên Tehrîr el-Şam hatin dîtin xendekan dikolin da ku hêleborîyên nêzî bajarokê Eysê re diçin li gundewarê başûrî yê parêzgeha Helebê rakin.

Kemyonên barkirî bi hêleborîyên neftê li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam tên dîtin, bendewarîyê dikin da ku derbasî deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî bibin. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Kemyonên barkirî bi hêleborîyên neftê li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam tên dîtin, bendewarîyê dikin da ku derbasî deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî bibin. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam hatin dîtin ku hêleborîyên neftê dikolin li nêzî bajarokê Eysê li gundewarê Helebê. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam hatin dîtin ku hêleborîyên neftê dikolin li nêzî bajarokê Eysê li gundewarê Helebê. [Wêne rûpela Facebookê ya neoIRT hatiye wergirtin]

Esaf got ku ev devera ku hîn li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e ne li xetên şer ên pêşîn dikeve û heta rêjeyekê vê dawîyê aram bû.

Ew ji alîyê bombebarankirin û êrîşên asmanî yên rejîmaSûrî û Rûsîyayê ve nehatiye armanckirin, berevajî deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam li parêzgeha Idlibê ya cîran.

Esaf got ku gelek çalakgeran proseya derxistina hêleborîyan belge kir û dîtin çawa li kemyonan tên barkirin û wan bi ber deverên li jêr kontrola rejîmê ve dibin.

Wî anî ziman ku xebatên hevalbenê bo berhevkirina meden û firoştina xirdeyê netenê ew hêleborîyan dikole, lê çi medenê ew dikare dest deyne ser û bifiroşe dihundirîne, mina hesinê avakirinê.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, herwiha Tehrîr el-Şam hesinên xeta trênê û jihevxistina bircên pêwendîyan tevna şaneyî da ku weke meden weke hesinê xirde bifiroşe.

Esaf got ku karwanên kemyonên guhestinê yên mezin ku herî kêm her sefrek ji 20 kemyonan pê dihat û ber bi deverên li jêr kontrola rejîmê ve dihatin guhestin.

Protesto li dijî talankirinê

Esaf got ku eşkerekirina vê dozê bo sedema protestoyeke dijwar ji alîyê çalakan ve.

Wî got ew Tehrîr el-Şam bersûc dikin ku ew bi rejîma Sûrî re dide û distîne, rejîma ew angaşt dike ku ew li dijî wê li ber xwe dide, û herêma bakurî ji saman û binesazîyên ku dibe careke din werin bikaranîn di nûavakirina parêzgehê ya dawî de vala dike.

Di hilkeftine berî vê de, wî not kir, Tehrîr el-Şam xetên trênê rakirin û ber bi deverên li jêr kontrola rejîmê ve guhestin.

Wî got ku vê dawîyê hat naskirin ew di sazkirina xetên li jêr kontrola rejîmê li devera beravî hatin bikaranîn, di navbera Banyas û Tertûsê de.

Esaf got ku heta dema hat naskirin, xelk qeherîn ji ber berhevkirina medenê xirde li gundewarê Helebê yê başûrî û rojavayî.

"Tehrî el-Şam bi awayekî tam bêdeng ma derbarê vê projeyê, û ti daxuyanî neweşandin ku tê de red bike ku wê bi rejîmê re daye û standiye," wî not kir vajî halatên berî vê dema wê hewl da ku ji bersûcên mîna van bireve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500