Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Protestovanên gundewarê Idlibê serdestiya Tehrîr el-Şam red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sivîline Sûrî kom bûne daku Tehrîr el-Şam li bajarokê Kefrûmê li gundewarê Idlibê protesto bikin roja 26ê sibatê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Sivîline Sûrî kom bûne daku Tehrîr el-Şam li bajarokê Kefrûmê li gundewarê Idlibê protesto bikin roja 26ê sibatê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Şer û pevçûnên li dar di navbera Tehrîr el-Şam û Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê (Heyata Tehrîra Sûriyê) ya ku vê dawiyê hatiye îlankirin hevdem li gel protestoyên li hember Tehrîr el-Şam li çendîn gund û bajarokan tên.

Xwenîşander çawaniya ku Tehrîr el-Şam -- hevbeniyeke tund e bi serweriya Eniya Nusrayê ya berê (ANF) -- herêmê birêve dibe, zordariya ku li şêniyan dike û nêzîkatiyên wê ji komên din opozîsyonê re qebûl nakin.

Di encama şer û protestoyên li dar de, alozî zêde dibe li beşinan ji gundewarê Idlibê, çalakvanê Idlibî, Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Protestovanan bi zelalî redkirina xwe îfade kir ji awayê ku hevbendî mameleyê li gel şêniyan dike û deverên li jêr kontrola xwe birêve dibe, û bal kişand ku ew şerê piraniya hêzên din ên opozîsyonê yên ku li herêmê hene dike.

Xwenîşander kom dibin li bajarokê Kefir Nebil li bakurê Sûriyê roja 26ê Sibatê daku Tehrîr el-Şam protesto bikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xwenîşander kom dibin li bajarokê Kefir Nebil li bakurê Sûriyê roja 26ê Sibatê daku Tehrîr el-Şam protesto bikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamine Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê tên dîtin li bajarê DAr Izayê piştî ku wan ew ji Tehrîr el-Şam kontrol kir roja 26ê Sibatê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamine Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê tên dîtin li bajarê DAr Izayê piştî ku wan ew ji Tehrîr el-Şam kontrol kir roja 26ê Sibatê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamine Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê wêneyekî li Cebel Şêx Berekat dikşînin piştî kontrolkirina wî di şerên dijwar de ligel Tehrîr el-Şam. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin

Endamine Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê wêneyekî li Cebel Şêx Berekat dikşînin piştî kontrolkirina wî di şerên dijwar de ligel Tehrîr el-Şam. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin

Esaf got ku protesto berfireh bûn dema ku yekîniyeke Tehrîr el-Şam hewl da ku derbasî bajarokê Hazano li gundewarê Idlibê bibin, lê şênî rûbirûyî bûn û nehiştin ew derbasî bajarok bibe.

"Şêniyan daxwaz kir ku Hazano bê alî be di şerên ku diqewimin, lê Tehrîr el-Şam îsrar li ser derbasbûyîna bajarok kir," wî got.

Wî got ku wekî bersiv ji vê destêwerdana leşkerî re, şêniyan alîkarî ji devrên cîran xwest. Tehrîr el-Şam bi topbarankirina bajarok şeva 25ê Sibatê bersiv da, sê kes kuştin û hejmarek ji kesên din birîndar kirin.

Protesto li hejmarek ji deveran

Esaf got ku dema nûçeyên tiştê ku li Hazano belav bûn, bangeke bo lidarxistina protestoyan roja Duşemê (26ê Sibatê) li çendîn deveran hat holê, di nav de bajarê Idlibê, Maerat Numan û Maeret el-Sîn.

Wî got ku li Maeret el-Sîn, şêniyan endamên Tehrîr el-Şam ji rêbendeke li derbasgeha bajarok derxistin û xala wan a pişkinînê têk birin.

Wî da zanîn jî ku protesto herwiha li Seraqibê, Kefir Nebil û kampa penaberan a Cezîrê li navçeya Atmayê li nêzî sînorî bi Turkiyê re hatin lidarxisitn.

"Vê yekê hişt ku Tehrîr el-Şam xizmeta internêtê li deverê bibire, di hewlekê de ku têkiliya di navbera şêniyan de zehmet bike û nerazîbûna wan rawestîne, lewra şêniyan makrofonên mizgeftan wekî alternatîv bikar anîn," wî got.

Esaf got ku di heman demê de, Tehrîr el-Şam û Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê -- a ku ji Nûreddîn Zinkî û Ehrar el-Şam pêk tê -- şerê xwe didomênin û Tehrîr el-Şam çendîn deverên ku carê wê kontrol dikirin ji dest dan.

Wî got ku li gel jidestdayîna kontrola li ser erdê, hevbendiya tundrû rastî redkirineke giştî tê û kesên dijber piştgirê didin her aliyekî ku şerê wê dike.

Duşemê, Eniya Rizgarîxwazî ya Sûriyê îlan kir ku wê kontrola Cebel Şêx Berekat kir -- ew jî cihekî pir girîng e dikeve gundewarê rojavayî yê Helebê -- û kontrola bajarokê Dar Îzayê kire destê xwe de, wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500