Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Feyleqê Pasdaran baregeheke nû li ser sînorê Îraq û Sûrîyayê ava dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Feyleqê Pasdaran baregeheke serbazî ya nû ya mezin li devera Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê ava dike, di sînor re li bajarokê Qaimê yê Îraqî. [Wêne di rêya Google Earthê re]

Feyleqê Pasdaran baregeheke serbazî ya nû ya mezin li devera Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê ava dike, di sînor re li bajarokê Qaimê yê Îraqî. [Wêne di rêya Google Earthê re]

Baregeheke serbazî ya nû Feyleqê Pasdaran li devera veqetîner di nav sînorên Îraqî û Sûrî re ava dike dibe ku weke kirareke hêrskirinê ya yekser be ji civaka navdewletî re, pisporekî karûbarên Îranî got.

Wî daxuyand ku baregeha nû, ya ku li devera Elbû Kemalê ya parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê tê avakirin, dê bihêle ku Feyleqê Pasdaran karibe hebûna xwe li herêmê zêde bike û çekdarên girêdayî xwe bişîne nav dewletên herêmê.

Agahîyên hewalgirî destnîşan dikin ku Feyleqê Pasdaran baregeheke mezin a serbazî li devera Elbû Kemalê ava dike, yekser li ser sînor ji bajarê Qaimê yê Îraqî, lêkolîner Şiyar Turko, yê pispor di warê milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran, got.

Avakirina ya jê re tê gotin Kompleksa Îmam Elî ji alîyê serkirdeyê berz ê Feyleqê Pasdaran ve li Îranê hat pejirandin.

Feyleqê Pasdaran baregeheke nû ya serbazî nêzî bajarokê Elbû Kemalê yê Sûrî yê sînorî ava dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdaran baregeheke nû ya serbazî nêzî bajarokê Elbû Kemalê yê Sûrî yê sînorî ava dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Wî got ku baregeh hatiye dîzaynkirin daku mêjerên mezin ên mûşek û cebilxaneyan û herwiha hejmareke mezin a çekdaran bihundirîne.

Turko not kir ku baregeha nû gelekî nêzî sînorê neqanûnî yê di nav Sûrîya û Îraqê yê ku Feyleqê Pasdaran ava kiriye, û bi vî awayî hêrskiineke mezin e ji civaka navdewletî re.

Wî daxuyand ku dîyar e ku mebest ji vê baregehê ew e ku weke stasyoneke sereke ye ji tevgera çekdarên alîgirê Îranê di nav Sûrîya û Îraqê de, di rêya binpêkirina derbasgeha sînorî ya fermî.

"Baregeheke mîna vê dê şer dirêj bike," Turko not kir, "herwiha ku ew dê jêdereke sereke be ji çekdar, mûşek û cebilxaneyan re ji bo komên ku şer li ser bingihine taifî gur dikin."

Bi rastî milîsên Îran piştgirîya wan dike kar dikin bo qayimkirina ajandeyên Îranê lideverên cuda ji Dêra Zorê, Elbû Kemal û Meyadînê, wî got.

Wî got ku di nav xebatên milîsan ew e ku nahêlin niştecîyên deverên bêwar vegerin û koçberkirina sivîlan bi zorê , ev yek piştgirîya xebatên wan bo bicihkirina malbatên çekdaran li şûn wan dike.

"Avakirina baregeha nû û dergehê sînorî beşekî dîyar e ji planeke baş hatiye danîn ku ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve li Sûrîya tê bicihanîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500