Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî serkirdeyekî ewlekarî yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuşt, ê ku berpirs bû ji êrîşên ku bi dehên sivîlan kuştin li Mûsilê û Tel Eferê, Wezareta Hundir Şemîyê (4ê Gulanê) ragihand.
Yekîneyeke taybet a Şana Bazên Hewlagirîyê roja 3yê Gulanê operasyoneke bejahî li Tel Eferê pêk anî û Ebdul Xefûr Ebdulah Kermûş, ê bi navê Wahid Umniya tê naskirin, kuştin, şirovekarê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku alîkarekî Umniyayê ku li cihê operasyonê bû xwe teqand piştî ku hêzên Îraqî ew dorpêç kirin.
Umniya, ku serokê ewlekarîya DAIŞê bû li "Wîlayeta Cezîrê", yek bû "ji terorîstên herî xeterdar", Ebû Rexîf ragihand.
Wî got ku ew berpirs bûn ji gelek êrîşan bi rêya bikaranîna otombîlên bombrêjkirî, bombeyên bidestçêkirî û kemberên teqîner, ên ku bûn sedema kuştina bi dehên welatîyan.
Ebû Rexîf got ku ew berpirsê "tecnîdkirina xwekujan û arastekirina wan bo deverên armanckirî, komkirina pereyên parastinê û talankirina bi dehên welatîyan bû".
"Operasyona derxistinê [ya Umniya], ku weke 'Neperûşkên Mirinê' tê naskirin, pir rêxistinkirî û mişthûrahî bû," wî wiha got, û da zanîn ku cihê wî yê veşartinê hat zanîn piştî mukirhatinên heft endamên DAIŞê yên ku heftîya borî li navçeya beacê hatin girtin.
Operasyonên parêzî
Wezareta Hundir Şemîyê eşkere kir ku Ajansê "plana herî mezin a DAIŞê ya dîsan rêxistinkirina endamên xwe li Îraqî têk bir" û hejmarek ji milîtanên ku ji Sûrîyayê revîyabûn kuştin.
Yekşemê, Ajansê got ku wê du endamên DAIŞê yên ku plana êrîşên terorî dikirin li parêzgeha Kerkûkê girtine.
Ajansê vê dawîyê "destketinên ewlehî yên berçav bi dest xistine bi saya operasyonên parêzî yên bûn encama kuştin û girtina hejmarek ji serkêş û paşmahîyên DAIŞê", Ebû Rexîf got.
"Ew terorîst, ku bi piranî Îraqî ne, bi dizî ji alîyê Sûrîyayê tê û li veşartgehên li deverên çiyayî û biyabanî vedihewin bo xwe dîsan bi rêxistin bikin û hazirîya pêkanîna êrîşan li nav welat bikin," wî got.
Wî teqez kir ku dê operasyonên bi vî awayî di meha Remezanê de bêhtir bibin.