Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mehekê piştî têkçûna DAIŞê li Sûrîyayê, zehmetî gelek in

AFP

image

Jineke Kosofî û du zarokên xwe yên ku ji Sûrîyayê vegeriyane, alîkarî bi wan re dibe û radihêjin çenteyên wan dema ew ji navenda girtîgeha biyanî derdikevin da ku tevlî malbatên xwe bibin li gundê Vranîdollê di 22wê meha Nîsanê de. Kosofo di 20ê Nîsanê de 110 welatîyên xwe ji Sûrîyayê vegerandin, piranîya wan dayîk in bi zarokên xwe re ne dane dûv dêûbavên xwe yên tevlî rêxistinên tundrew li welatê ku şer ew wêran kiriye. [Armend Nimanî/AFP]

Şanên razayî, zindanên mişt tundrew, kampên dagirtî bi hevjîn û zarokên -- xeterî li Sûrîyayê zêde dibe, teqrîben piştî ku têkçûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat îlankirin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) serkeftin li dijî dewleta DAIŞê îlan kir di 23yê Adarê de, piştî şerê ku teqrîben pênc salan li dijî rêxistina çekdar berdewam kir.

Tunekirina hebûna fîzîkî pêngaveke dirêj di şerê Sûrî de bi dawî kir, lê QSD û hevpeymanîya serbazî ya piştgirîya wê dike hişyarî dan ku hîn şer bi dawî nebûye.

Hî DAIŞ dikare "êrîşên rêzî li ser bingeheke heftane cîbicî bike", Tore Hamming got, pisporeke di warê tevgerên tundrew di enstîtua Zanîngeha Ewropî de.

Heta piştî ku parçeyê erd ê dawî li gundê Baxozê yê rojhilatê welat ji dest da, tundrew li biyabana berfireh vaşartgehan li deverine din li welat hene.

Tenê vê hefteyê, çekdarêîn DAIŞê 35 şervanên alîgirê hikûmeta Sûrîyayê di 48 saetên borî de kuştin -- ev yek bû sedema mirina hejmarekê ji alîgirên rejîmê di van herdu rojên bûrî de ku giha bêtirî 60 kesî li ser destên komên tundrew, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Berî vê, di 9ê Nîsanê de, DAIŞê bombebarandineke debil angaşt kir ku 13 kes hatin kuştin li bajarê Reqayê yê li kontrola QSD.

''Sedemên zêdebûnê''

Nîkolas Heras, enalîstek di Navenda Ewlehîya Emerîkî ya Nû, hişyarîyê dide ku hîn DAIŞ xwedî desthilatdarîyeke mezin e li ser "torên piştgirîya xwecihî".

"Beşekî mezin ji stratîjîya DAIŞê daku xwe vejîne ew e ku hîn têkilîyên wê yên xurt bi hin êlên xwecihî re li rojhilat Sûrîya û rojavayê Îraqê hene," wî got.

Didemekê de ku rejîm û hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dikin da ku li şanên DAIŞê yên razayî bigerin, desthilatdarîya Kurdî li bakur ûrojhilatê Sûrîyayê rastî berhengarîyeke mezin a din tê.

Bi hezaran çekdarên tundrew ên angaşt dikin -- di nav de bi sedên biyanî -- aniha di zindanên ku Kurd bi rê ve dibin, dema ku xizmên wan êşê li kampên mişt bi bêwaran dikişînin.

Hejmara wan serêşeke mezin ji birêveberîya xweser a Kurdî çêkir, a ku aniha dixwze tundrewên gumanbar darizîne.

"Me daxwaz kir ku dadgeheke navdewletî were çêkirin da ku van tundrewan darizîne," berpirsê mezin ê karûbarên biyanî Ebdul Kerîm Omer ji AFP ragihand.

"Berêtîya me darizandina tawanbaran e," wî got.

Ji sala 2014an ve, çekdarên DAIŞê bi cîbicîkirina serjêkirin, îdamên komî, destdirêjkirin, revandin û paqijkirina etnî hatine bersûckirin.

Ew bersûc in bi recma jinên gumanbar in ku zina kirine heta mirinê û zorê li nêrbazan kir ku xwe ji avahîyên bilind bavêjin.

Lê gelek tundrew hîn girtî ne, ew hîn gefek in, li gorî pisporan.

"Ev navendên girtinê erdeke biber e ji tundîyê re," Navenda Sofan di raporteke ku di 12ê Nîsanê de hate weşandin got.

"Herwiha xetereke mezin heye ji ber hewldan heye ku rêxistina DAIŞê ji zindanan berdin," rêxistina ku di warê enalîza ewlehî de pispor e got.

Hamming got ku "ne Sûrîya û ne Îraq saman an aramîya siyasî li gel wan hene da ku bi awayekî guncan çareserîyekê ji vê hejmara mezin ji girtîyan re bibîne".

''Terorîstên pêşerojê''?

Desthilatdarîya Kurdî bang li civaka navdewletî dike ku alîkarîyê bike ku swênkarên girtinê yên nû ava bike û pasvanîya wan bike, piştî ku gelek dewletên Rojavayî red kirin ku welatîyên xwe vegerînin.

Rewşeke awarte ya kêmpeyda roja Şemîyê, Kosofo çar mêrên gumanbar in ku şer bi DAIŞê re kirin li Sûrîyayê, ji nav 110 ji welatîyên wê.

Herwiha Kurdên Sûrîyayê bang dikin ji bo piştgirîyeke bêtir ji bo kampên bêwarîyê, cihê ku bi deh hezaran xelk gihane hev piştî ku ji şerê li dijî DAIŞê reviyan.

Kamp 12,000 kesên biyanî dihewîne -- 4,000 jin û 8,000 zarok -- ên ku li jêr çavdêrîyê ne, li gorî Omer.

Kampa herî mezin ji nav wan, Hol, hejmara niştecîyên wê gihaye bêtirî 73,000 kes, şert û merc bi paş ve diçin ji ber herikîna bi kom.

Komîteya Xelaskirinê ya Navdewletî got ku rewşên dijwar ên bedxwarinî, hewkirina sîngê û zuhabûyînê di nav zarokên kampê de hene.

NY dibêje ku 211 zarokên li jêr temenê pênc salî dimirin di rê de ji Holê bo nexweşxaneyê û hinek paş kêlîyekê ji gihiştina wan bo nexweşxaneyê ji meha Kanûna Yekem ve.

Naven.da Sofan hişyarî da ku dibe ku krîza mirovî weke alveke tecnîdkirinê were bikaranîn

"Çekdarên DAIŞê li rêyinan digerin da ku sûdê ji êşa li wan kampan wergirin da ku rêxistina xwe vejîne", navendê got.

Ji bo zarokên çekdarên biyanî yên angaştî, Omer got, "eger zarok ber bi welatên wan ve neyên şandin, û careke din werin hînkirin û tevlî civakê nebin, ew dê bibin terorîstên pêşerojê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500