Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kurdên Sûrîyayê hin DAIŞîyên biyanî ji kampekê vediguhêzin

AFP

Hinek kes di ber koninan li kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûrîyayê re di 25ê Tebaxê de dibihurin, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê li wir in. [Delîl Sulêman/AFP]

Hinek kes di ber koninan li kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûrîyayê re di 25ê Tebaxê de dibihurin, ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê li wir in. [Delîl Sulêman/AFP]

Kurdên Sûrîyayê dest bi veguhestina jinên biyanî "yên hinekî radîkal" û zarokên wan ên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji kampeke tijexel li bakur-rojhilatê Sûrîyayê bo nûavakirinê kir, berpirsekî Sêşemê (8ê Îlonê) ragihand.

Heta niha 76 malbat ji Tîrmehê de ji kampa Holê bo kampa Roj li ser daxwaza wan hatine veguhestin piştî ji têkilîya xwe bi rêxistina tundrew re poşman bûn, berpirsê Kurd Şêxmûs Ehmed ji AFP re ragihand.

Ehmed nasnameyên wan eşkere nekirin, lê desthilatên Kurdî dibêjin ku biyanîyên li kampa Holê ji derdora 50 welatî ne.

Piştî şerê gelek salan li dijî DAIŞê û bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî, Kurdên Sûrîyayê bi hezaran biyanîyên gumanbar ku piştevanîya rêxistina tundrew dikin girtine.

Di nava van çekdarên gumanbar di girtîgehan de jî, herwiha bi hezaran jin û zarokên girêdayî wan di kampan de jî hene -- gelek ji wan li bajarê Holê yê tije kon in.

Rêxistinên alîkarîyê her û her rewşên jîyanî yên li kampê şermezar kirine ku bêhtir ji nîvê niştecihên wê, ku 65,000 kes in, li jêr temenê pênc salan in, û desthilatên Kurdî yekem rewşa bi vayrusa koronayê di nava niştecihan de di dawîya Tebaxê de ragihand.

Ehmed anî ziman ku "kampa Roj bi hevahengîya bi NY û hevpeymanîya navdewletî re hat firehkirin ... da jin û zarokên DAIŞê yên biyanî bo wir werin veguhestin piştî xwestin ji Holê derkevin".

Yên "hinekî radîkal" dikarin "werin nûavakirin", wî dîyar kir. "Wan xwest vegerin welatên xwe û careke din bikevin nava civakê û poşmanîya xwe anîn ziman".

Ehmed got ku tê payîn 395 malbat ji Holê bo Roj werin veguhestin, ku dê di konên xwe yên taybet de bijîn.

Welatên rojavayî gelekî bo vegerandina welatîyên xwe yên girêdayî DAIŞê yên li bakur-rojhilatê Sûrî girtî ne dudilî ne, tevî hinekan jin û zarok li ser bingeha ku her rewşek bi tena serê xwe ye vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500