Hêzên Îraqî roja Duşemê (10ê Îlonê) dest bi êrîşeke nişkî kirin li ser bermayîyên "Dewleta Îslamî" li devera Girava Kanûsê nêzîkî bakurê bajarê Şarqatê yê parêzgeha Selahedînê, 19ê kes ji wan kuştin, berpirsekî Îraqî got.
Hêzeke hevbeş "dest bi êrîşeke nişkî ya bi lez kir li ser bermayîyên DAIŞê li devera Girava Kanûsê", birêveberê rojhilatê Şarqatê Circis Hicab got.
Hêz ji endamên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, polîsê Şarqatê û artêşa Îraqî pêk tê, bi piştgirîya hêza cewî ya Îraqî, wî ji Diyaruna re got.
"Êrîşê bi bombebarankirina cewî ya xurt li ser malên vehesînê dest pê kir, êrîşa ku neh kes ji DAIŞê kuştin," wî got, û anî ziman ku bêtir ji şeşan di êrêşeke din de hatin kuştin û "çar xwekujan xwe teqandin piştî ew hatibûn dorpêçkirin".
Esayîşekî Îraqî hat kuştin û çarên din hatin birîndarkirin, Hicab got.
"Operasyonê armancên xwe cîbicî kirin bo tinerkirina bermayîyên terorîstan û têkbirina xebatên wan ku careke din xwe bi rêxistin bikin û ji wan veşartgehan dest bi operesyonên terorîst bikin li dijî sivîlan," wî got.
Zincîreke ji operasyonên maliştinê
Hicab got ku hêzên ewlekarîyê bi hevrêya mêrên êlan di van rojên dawî de gelek operesyonên lêgerînê bo bermahîyên DAIŞê kirin li deverên li rojhilatê Şarqatê.
Operasyonên maliştinê piştî qewimîna êrîşan pêk hatin, êrîşa herî dawî di 3yê Îlonê de bû, dema ku çekdarekî DAIŞê fişek avêtin peristandema ew ji mizgeftekê derdiketin piştî wan nimêja xwe ya mexrebê kir.
Qurbanîyekî 80 salî di êrîşê de hat kuştin û sêyên din katin birîndarkirin, berî ku êrîşker ji deverê birevin.
"Bermahîyên DAIŞê hîn li gundan û çîyayên Xanûka, Zawîyê, Nemil, Mexûl û Esdîra el-Suflayê çalak in," Hicab got.
"Hejmara wan ne gelek e," lêbelê, wî got, dora 30 tundrewan "bi hêzên ewlekarîyê re dikevin şer".
Ev deverine berfereh in û erdnîgarîya wan dijwar e --girên zor bilind, newal û daristanên şînkayîyê yên himbiz-- ên ku veşartgehên xwezayî ji bermayîyên DAIŞ re dabîn dikin, wî got.
"Hêzên ewlekarîyê, ji bo ku ewlekarîyê qayim bikin, gelek kamerayên germî li ser lûtkeyên giran danîn da ku çavdêrîya çi tevgera ne normal hebe bikin," wî got.
Dema ew çi çalakîya ne normal kifiş dikin, ew "bi lez destwerdanê dikin da ku şerê çi derbasbûna bi dizî hebe bikin", wî got.
"Ev kamera gelekî alîkar in bi hêzên me û mêrên êlan re da ku gundan û civakên belawela misoger bikin li dijî êrîşên çekdaran," wî anî ziman.