Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên Îraqî: DAIŞ vîdyoyeke mişt derew belav dike

Xalid Taî

Şervanin ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê operesyonekê bi cih tînin da ku girava Kanosê, li nêzî bajarê Şarqatê li bakurê Selahedînê, ji bermayîyên DAIŞê paqij bikin di 10 Îlonê de. [Wêne ji Şaneya Tektîkî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanin ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê operesyonekê bi cih tînin da ku girava Kanosê, li nêzî bajarê Şarqatê li bakurê Selahedînê, ji bermayîyên DAIŞê paqij bikin di 10 Îlonê de. [Wêne ji Şaneya Tektîkî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hisabên înternrtê yên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Yekşemê (15ê Kanûna Yekem) tomarkirineke vîdyo li ser înternetêbelav kir, vîdyoya angaşt dike ku rêxistin rast ti xisaran nehatiye di operesyoneke vê dawîyê de ku veşartgeha DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc kir.

Serenavên vidyoyê Operesyona Black Dirt, di 10 Êlonê de hat bicihanaîn ji alîyê hêzên taybet ên Îraqî ve bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî ên dijî bermayîyên DAIŞê li girava Kanosê, nêzî bajarê Şarqatê li bakurê Selahedînê.

Rêxistinê di vîdyoyê de angaşt ku ti endamln wê ên ku di dema êrîşan de li girava Kanosê bûn ziyan negiha wan, tevî ku balefirên hevpeymanîyê dora 80,000 ritil (36,000 kîlogramên) teqemenîyan avêtin

Herî kên 25 endamên DAIŞê di êrîşa asmanî û operesyonên li ser erdê yên tunel û malên ewle armanc kirin hatin kuştin, şaredarê Şarqatê Elî Dewde ji Diyaruna re ragihand di Cotmehê de.

DAIŞê tomarkirineke vîdyo ya sexte weşand ku tê de angaşt dike ku operesyona 10 Îlonê li girava Kanosê ti xisar di nav refên wan de encam neda. Di vê wêneyê de, leşker ji Ajansa Dijî Terorîzmê di opersyona ku 25 endamê DAIŞê tê de hatin kuştin beşdar dibin. [Wêne ji Şana Tektîkî ya Îraqî hatiye wergirtin]

DAIŞê tomarkirineke vîdyo ya sexte weşand ku tê de angaşt dike ku operesyona 10 Îlonê li girava Kanosê ti xisar di nav refên wan de encam neda. Di vê wêneyê de, leşker ji Ajansa Dijî Terorîzmê di opersyona ku 25 endamê DAIŞê tê de hatin kuştin beşdar dibin. [Wêne ji Şana Tektîkî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî abî ziman ku yên hewl dan ku bi qeyikê di çemê Dicleyê re birevin yekser hatin kuştin.

''Angaştinên DAIŞê derew in''

"DAIŞ, weke her car, derewan dike weke hewldanekê da ku têkçûnên xwe binixumîne û moralê endamên xwe yên mayîyê yên belawela bilind bike," berpirsekî xwecihî li ŞArqatê ji Diyaruna re eşkere kir.

Di rêya vîdyoya vê dawîyê de, DAIŞ hewl dide ku "rastîyê winda bike û xisarên mezin ku endamên li girava Kanosê wê rastî wan hatine red bike, cihê ku navendeke fermandarîyê yê sereke bû ji rêxistinê re", birêveberê navçeya Aşûrê Cicis Hicab got.

Wî got ku girava Kanosê rastî "êrîşa herî mezin û tund hat li dij terorîstan ku balefirên hevpeymanîyê bi dehên tonan teqemenî avêtine ser giravê, girava ku rûbera wê ne bêtirî çar kîlomitrên çargoşeyî ye".

Wî anî ziman ku hemû tunel û penagehên nepenî li jêr erdê yê DAIŞê di operesyonê de hatin wêrankirin.

"Ew êrîşer kujer û vebir bû û gelekî pêkenok e ji rêxistinê re ku angaşt bike ku bermayîyên wê yên xwe di hundirê wan veşartgehan de vedişartin ji mirinê filitîn," Hicab got.

Cigirê fermandarê Ajansa Dijî Terorîzmê yê berê ferîq Ebdul Wehab Desî, yê ku êrîş bi rê ve bir, "wî girav li ser lingan teftîş kir bi leşkerên xwe re û em misoger kirin ku hemû xebatkarên DAIŞê hatin tinekirin", wî got.

Ji dema êrşê ve, "ti çalakîyên terorîst li giravê nehatine dîtin ji bilî hewldaneke derbasbûnê bi dizî berî çend rojan, dema ku kamereyên me yên germî sê terorîst kif kirin", Hicab got.

Wî got ku çekdarên ku hêzên ewlekarîyê didane dûv wan, teqemenîyeke bidestçêkirî teqand a ku karmendekî ewlekarîyê birîndar kir û revîya.

Wî got ku ji bilî vê êrîşê, kamereyên ku berdewam çavdêrîya giravê, herdu beravên çemê Dicleyê û erdê bej ê heta girên Mexmûrê dirêj didin dikin, ti tevgera gumanbar kifş nekiriye.

"Ev piştrast dike ku angaştinên DAIŞê ne rast in," Hicab got.

Wî got ku her tişt ji destên DAIŞê çû û dihilweşe. "Ne pêwîst bê çiqasî ew hewl dide, rêxistin dê nikaribe hêza xwe careke din vegerîne û refên xwe careke din ava bike."

"Ti kes dê bi propegedaya [DAIŞê] ya bêkêr neyê xapandin, ji ber niştecî, heta zarok îdîolojî û tawanên wê red dikin ," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima şaredar hinek wêneyên ziyanên gihiştine DAIŞê belav nake? Bi vî awayî, ew dikare agaştên xwe bi belgehan isbat bike.

BERSIV BIDE