Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Îraqî hêvîya guhertinê dikin di demekê de ku hilbijartin nêz dibin

Xalid Ta'î

Welatîyekî Îraqî bo dengdanê navê xwe tomar dike li navendeke hilbijartinê li parêzgeha Necefê. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Necefê hatiye wergirtin]

Welatîyekî Îraqî bo dengdanê navê xwe tomar dike li navendeke hilbijartinê li parêzgeha Necefê. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Necefê hatiye wergirtin]

Dengderên Îraqî ji Diyaruna re got ku ew hilbijartinên parlemanî yên dahatî, yên qewl e roja 12ê Gulanê bên lidarxisitin, dê guhetineke resteqîn biafirînin, bi taybet di warê baştirkirina xizmetguzarîyên giştî de.

Bi giştî 7,367 kandîd pêşbazîyê li ser 329 kursîyan di parleman de dikin.

Ew platformên sîyasî yên cihêreng pêşkêş dikin ku giranîyê dide têkoşîna li hember gendelîyê, baştirkirina performansa hikûmetê di hemû sektorên xizmetguzarîyê de, nûkirina jêrxaneyê li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin û qerebûkirina gorîyên rêxistinê.

"Wêneyên kandîdan li her deverê ne," ajokarekî teksîyê ji Remadî bi navê Ehmed Sebrî, 51-salî, ji Diyaruna re ragihand. "Tiştê em ji wan dixwazin ew e ku xizmetguzarîyên baştir bikin û gulêdanê li hejaran bikin."

Karmendekî Îraqî li ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan prosesa dengdanê bo komeke jinan şirove dike. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Selahedînê hatiye wergirtin]

Karmendekî Îraqî li ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan prosesa dengdanê bo komeke jinan şirove dike. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Selahedînê hatiye wergirtin]

"Serkeftina li ser terorê hatiye bidestxistin," wî got, wî da zanîn jî ku nûavakirina bajarên rizagbûyî û piştgirîkirina vegera şênîyan dimîne rojev, bo "siyasetvanên hilbijartî ku çareyên bineretî ji wan re bibînin".

''Guhertin gengaz e''

"Guhertin gengaz e egere dengderan bi baldarî nûnerên xwe hilbijartin," xwendekarê Zanîngeha Bexdayê, yên 21-salî, Fîras Şimerî got.

Divê dengder bi baldarî li bijrên xwe meyze bikin da ku piştrast bin ku kandîdê wan ew hilibjartîye "yê herî bi şîyan e ku dewletê îdare bike û zorîya berhengarîyan bibe di qonaxa piştre de", wî ji Diyaruna re got.

Hilbijartina baştirîn kandîd girîng e, jina mal Beyda Fadil li gel vê haman hevkok e.

"Hemû kampanîyên hilbijartinê pir sozan didin, a girîng ew e ne kampananya sozan e, belê ka kandîd çi kare bike," keseke 34-salî, ji taxa Şurtayê li Bexdayê got.

"Divê em li vê çendê bigerin."

"Divê em bi hişyarî li CVya her kandîdekî bikolin berîya ku em biryara xwe bidin," wê ji Diyaruna re got.

Hêvîyên bo pêşerojê

"Em hêvîdar in ku dê hilbijartinên bên çîneke siyasî bidin pêş ku xwedan karînên bêtir bin di xizmetkirina xelkê de," Mehmûd Zêdan Obêdî, ku kandîdeke ji Hevpeymaîya Erebî li parêzgeha Kerkûkê, ji Diyaruna re got.

Wî got ku komeke nû ya kandîd û hevbendîyên siyasî heye ku plan û ramanên nû pêşkêş dikin bo geşesandinê di serdema piştî-DAIŞê de, û ew dixwazin Îraqê ber bi aramîyê û nûavakirinê de bibin.

Wî got ku guhertin zehmet e lê ne estem e, û wî da zanîn "em ji şerekî hovane li hember terorîstan derketine û me welatê xwe rizgar kiriye, ev yek me han dide ku em xizmeta welatê xwe bikin".

Hejmara mezin a kandîd û hevbendîyên siyasî yên pêşbazîyê di hilbijartinên bên de dikin dê rojeveke nû ya sîyasî çêbikin, Elmas Fadil Axa, kandîdeke ji Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanî got.

Ev yek xizmeta berjewendîyên welat dikin, wê ji Diyaruna re ragihand.

"Welatî nerazî ne ji rewşa giştî û hestê dilnexweşîyê heye", Ehmed Esedî, kandîdeke ji hevpeymanîya Fethê, got.

Ew hest "rewa ne", wî ji Diyaruna re got.

"Em berpirs in ji handana xelkê ku biçin derve û deng bidin, ji ber ew prosesa demokratîk a berdest e bo pêkanîna guhertina siyasî, aborî û baştirkirina xizmetguzarîyan li wealtê me," wî got.

Esedî got ku ew hêvî dikin ku dê hilbijartin bibin encama yekîtîyeke mezintir li Îraqê, û hikûmeta nû dê programên çaksazîyê bi cih bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500