Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hilbijartinên Sûrî bi berfirehî weke tinazî tên dîtin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê û AFP

Posterên kampanyayên kandîdên bo hilbijartinên parlemanî yên Sûrî li bajarê Helebê yê li bakurê welat tên nîşandan. [AFP]

Posterên kampanyayên kandîdên bo hilbijartinên parlemanî yên Sûrî li bajarê Helebê yê li bakurê welat tên nîşandan. [AFP]

Opozîsyona Sûrî ya sirgûnkirî roja Yekşemê (19ê Tîrmehê) hilbijartinên parlemanî yên ku li deverên welat ên li jêr kontrola rejîmê weke "tinazekê" wesif kir, ji ber ku bi milyonan li derveyî welat in û deverên li jêr kontrola opozîsyonê tê de beşdar nabin.

Hilbijartin hatin lidarxistin dema ku rejîma sûrî derdê cizayên navdewletî û aborîyeke têkçûyî dikişîne, piştî ku rejîmê dora 70% ji welat bi piştgirîya hevalbenda xwe Rûsyayê vegerand.

Bêhtir ji 7,000 navendên hilbijartinê li deverên li jêr kontrola rejîmê hatin vekirin, di nav wan de bo yekem car asêgehên opozîsyonê yên berê, mîna Xûtaya Rojhilatî, derveyî Şamê û li başûrê barozgeha Idlibê.

Destûr hebû ku gelek lîste tevlî hilbijartinan bibin, lê ti opozîsyona rast nebû, pêşbînî hebû ku partîya Bees ya Serok Beşar Esed û hevalbendên wî piranîya her 250 rûniştekên parlemanê bi dest bixin.

Karmendekî hikûmetê dengê xwe li navendeke hilbijartinê dide li devera li jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Seda el-Şerqîyayê hatiye wergirtin]

Karmendekî hikûmetê dengê xwe li navendeke hilbijartinê dide li devera li jêr kontrola rejîmê. [Wêne ji Seda el-Şerqîyayê hatiye wergirtin]

"Rejîmê hilbijartinên (rast) çênekirine ji çaxê ku dest daniye ser desthilardarîyê berî 50 salan," kesayeta opozîsyonê ya payebilind Nesr Herîrî got bi vî awayî wî behsa dema ku bavê Esed Hafiz el-Esed bû serok kir.

"Her tiştê weke hilbijartinê tê binavkirin tinazeyek bû li jêr kontrola ewlekarî û serbazî ... da ku parlemanekî sexte ji rejîmê re çêkin ku qanûnekî bo xizmeta koma di desthilatdarîyê de bimeşîne," wê got.

"Tiştî ku îroj hatiye guhertin ew e ku zor li nîvê gelê Sûrî hat ku bireve," wî got, di şerekî ku bêtirî 380,000 kes tê de hatin kuştin û bi milyonan jî bêwar bûn.

Piranîya opozîsyona siyasî ya Sûrîyayê sigûnkirî ye, û bi milyonan Sûrî li derve dijîn piştî ku ji tundîyê revîyan nikarin dengê xwe bidin.

Kesayeta opozîsyonê Ubeyda Nehas hilbijartin weke "lîstikeke bêşerm" wesif kir, û got hilbijartinan nerîna piranîya gel an "waeteya demokrasîyê ya rast nenimand".

Hilbijartin ne tam qanûnî bûn

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand ku hilbijartin bêyî rewatîya qanûnî û cemawerî bû.

Wî got ku rêjeya beşdarbûnê gelekî kêm bû, ji ber gelek Sûrî ji ber şer bêwar bûn an revîyan derveyî welat.

Wî got ku biryara lidarxistina hilbijartinên parlemanî di vê demê de heta asteke mezin gumanbar e, û desnîşan kir ku kêm Sûrî dê di proseya hilbijartinê de beşdar bibin û biranîya wan kesên ku tevlî bûn endamên komên siyasî yên nêzîkî rejêmê ne.

Wî got ku hilbijartin vîna gel a rast nanimînin.

Besam dîyar kir ku 1,656 kandîd tevlî hilbijartinan bûn, eger em bidine ber 11,341 kandîdatan di hilbijartinên berê de, yên wî got ku nebeşdarbûnê dinimînin ne tenê ji alîyê dengderan ve lê belê herwiha ji alîyê kandîdan ve jî.

Wî got ku israrkirina rejîma ku hilbijartinan li dar bixe hewldanek bû ku rewatîyê bide xwe, rewatîya ku ji dest da di encama ku destê wê yekser di kuştin, birîndarkirin û bêwarîkirina bi milyonên Sûrîyan de heye.

Wî anî ziman ku heta beşdarbûn li deverên li jêr kontrola rejîmê gelekî kêm bû, ji ber derdê bêkarîyê dikişîne, nirx gelekî bilind bûne, ti kes nema dikare tiştekî bikire, ewlehî û aramî di nav komên serdest de kêm in.

Vê mehê ev bû 20 sal ku Esed serok e, piştî çend heftîyan ku Amerîkayê cizayên aborî yên nû sepandin, di nav wan de hevjîna wî.

Wezîrê Derve Welîd Muelim meha borî got ku Esed dê di desthilatdarîyê de bimîne "heta dema ku Sûrî dixwazin ku ew bimîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500