Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Bakûriyên Sûriyê nûnerên xwecihî hildibjêrin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Dengderên li Kantona Efrîna li bakûrê Sûriyê ku ji aliyê Hêzên Sûriyaya Demokratîk roja 22ê Îlonê dend didin nûnerên xwecihî bo komîteyên ku deverên wan birêve bibin. [Wêne ji Navenda Hêzên Sûriyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Niştecihên deverên ku li jêr kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) ne roja Înê (22ê Îlonê) li beşên bakûrî yên welat roja Înê ber bi sindûqên dengdanê ve çûn daku nûneran bo komîteyên xwecihî helbijêrin.

Komîteyên xwecihî, ku bi komînan tên naskirin, dê birêveberiya deveran bike.

Nîştecih bixêrhatina hilbijartinan kirin, hinekan ji wan ji Diyaruna re got ku ew rihê rasteqîn ê şoreşa Sûrî ne, bi hilbijartina xelkê ji nûnerên xwe re bo komîteyên ku dê deverên wan birêve bibin.

Behiya Cuma, 30 salî, yek ji berbijarên herêma Efrîn e.

Hilbijartinên komînan roja 22ê Îlonê pêk hatin li kantona Kobanî li bakûrê Sûriyê li jêr kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk rêjeyeke dengdanê a bilind dît. [Wêne ji Salih Mihemed hatiye wergirtin]

Hilbijartinên komînan roja 22ê Îlonê pêk hatin li kantona Kobanî li bakûrê Sûriyê li jêr kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk rêjeyeke dengdanê a bilind dît. [Wêne ji Salih Mihemed hatiye wergirtin]

Kartên dengdanên wek vê roja Înê (22ê Îlonê) li bakûrê Sûriya hatin bikaranîn. [Wêne ji Komosyona Helbijartian Komînan a Serbixwe hatiye wergirtin]

Kartên dengdanên wek vê roja Înê (22ê Îlonê) li bakûrê Sûriya hatin bikaranîn. [Wêne ji Komosyona Helbijartian Komînan a Serbixwe hatiye wergirtin]

Karmendeke Komosyona Helbijartian Komyonan a Serbixwe, ku serperiştyariya helbijartinên komyonî dike li bakûrê Sûriyê, sindûqên dengdanê beriya bên belavkirin li ser bingehên dendgdanê amade dike. [Wêne ji Komosyona Helbijartian Komînan a Serbixwe hatiye wergirtin]

Wê ji Diyaruna re got ku wê ji ber gelek sedeman biryar da beşdarî hilbjartinan be, di nav de mereqa wê ya cidî ku kar ji bor pêşxistina rewşê li herêma xwe bike, û daku rola jinan di proseya siyasî de piştrast bike.

"Gelek girîng e ku hilbijartinên komînan hatine pêkhatin, ji ber ku ev komîteyên xwecihî ne ku dê deverên ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) û girûpên mîna wê rizgar bûne birêve bibin," wê got.

Komîn bi encumeneke komînan a bilindtir girêdayî ne ku kar ji bo dabînkirina hemû pêdviyên herêman dikin, wê şirove kir.

Komîn dê rêyekê bo têkilîkirina derbarê tiştên pêdivî ji hemû xelkên herêmê re -- Ereb û Kurd -- misoger bike bo peydakirina jiyaneke baş ji wan re piştrast bibe, wê anî ziman jî.

"Bi rêya van hilbijartinan, xelkên her herêmekê, bêyî liberçavgirtina girêdana wan a etnîkî û ya tayifî⁠⁠⁠⁠, dê herêmên xwe birêve bibin bi rêyekê ku beşdarbûna hemû kesî piştrast bibe, bê cudahî," Cuma got.

Wê hejmara jinan a bilind ên ku beşdarî proseya dengdanê bûne pesinand, bal jî kişand ku di hinek doseyan de ew 50% ji hejmara berbijaran bûn.

12,421 kandîdên li ser kaxezên dengdanê

Li gorî hejmarên ku ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatin belavkirin, Cuma got, 3,732 komîn li hersê kantonan hene, ku 12,421 kandîd beşdarî hilbijartinan dibin.

Li kantona Cizîrê, 7,720 kandîd hene, di nav de 3,917 jin ku rikeberiyê li ser kursiyên li 2,495 komînan dikin.

Li kantona Firatê, 3,135 kandîd hene, di nav wan de 1,386 jin, ku rikeberiyê li ser kursiyên li 825 komînan dikin.

Û li kantona Efrînê, 1,566 kandîd hene, di nav de 700 jin, ku rikeberiyê li ser kursiyên 412 komînan dikin.

Serokê kantona Cizîrê Şaban Yûsif Mihemed, ê 50 salî, ji Diyaruna re got ku wî deng da di hilbijartinên komînan de ji ber hestê niştîmanî daku kesinan hilbijêre ku hêjayî ofîsa rêveberiyê ne li devera ku lê dijî.

Ev cara yekem e ku beşdarî hilbijartinên wisa dibe, wî got, anî ziman ku dibe ku ev halê piraniya dengderên din e jî.

"Hilbijartin girîng in, ji ber ku deverên ku li wan tên lidarxistin grûpine cuda ji Sûriyan li wan dijîn," Mihemed got.

"Ji ber vê yekê, her herêmek hin nûneran hildibijêre ku dizane ku taybetmendiyên civakî, malbatî û aborî yên cuda ne," wî got.

Mihemed got ku ev hilbijartin nîşan didin ku ev herêm daxwazên şoreşa Sûriyê ku xelkê Sûriyê pê rabûn bicih dikin, bi rêya hilbijartinên azad ku di wan de nûnerên ku dikarin bingeha jiyaneke birûmet peyda bikin hildibijêrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500