Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Analîzeran: Bexdadî nema dikare serkêşîyê bike

Xalid Ta'î

Serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di sala 2014an de, ew car bû li nav gel xuya kir, dema wî ya ji re dihat gutin "xîlafet" ji mizgefta Nûrî li Mûsilê îlan kir [Wêne bi berferehî li ser Înternetê hatiye belavkirin]

Serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di sala 2014an de, ew car bû li nav gel xuya kir, dema wî ya ji re dihat gutin "xîlafet" ji mizgefta Nûrî li Mûsilê îlan kir [Wêne bi berferehî li ser Înternetê hatiye belavkirin]

Serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî nema dikare bi awayekî yekser serkêşîya rêxistina xwe bike, analîzerên Îraqî gotin, wan destnîşan kir ku hêza wî tune ye ku karibe pileya xwe di lûtkeya paramîda rêxistinê de biparêze.

Tê texmînkirin ku Bexdadî, yê ku ji ber tawanên terorîzmê li ser asta navdewletî herwiha ji alîyê dewleta Îraqî ve jî tê xwestin, xwe li devera sînorî ya Sûriyê vedişêre.

Dibe kuew bi awayekî dijwar birîndar bûye û dibe ku ew di encama êrîşên asmanî de şeht bûbe, Şaneya Istixbaratan ya Bazan ya girêdayî wezareta Îraqê ya hundir di 12ê Sibatê de got.

Raportên Istixbaratî destnîşan dikin ku serkirdeyê DAIŞê hîn sax e û dibe ku di êrîşeke asmanî de ya nêt dikir ku wî bikuje hatibe birîndarkirin, pisporê ewlekarî Saed Ceyaşî ji Diyaruna re got.

Raportine asmanî yên din dîyar dikin ku dibe Bexdadî xwe li devera Badiya Rjhilatî (biyabanê) ya nêzîkî sînorê Îraqî vedişêre, wî got.

Lawaz e, lê hîn gefekê çêdike

"Em piştrast in ku ev tawanbar êşê dikişîne û lawaz e ji ber hejmareke mezin ji fermandarên wî yên meydanî, erd û Temwîl ji dest wî çûn," Ceyaşî got.

Lê belê, "hîn xelk li dora wî hene yên alîkarîyê pê re dikin daku xwe veşêre û derfetê didine wî ku têkilîyê bi endamên rêxistinên terorîst ên din re bike, rêxistinên ku piştgirîya wî kirin", wî anî ziman.

Di nav wan rêxistinan de, Boko Heram li Nîcîrîyayê, DAIŞ ya girêdayî Wilayet Sîna li Misrê û Ebû Seyaf li Filipînê, wî got.

DAIŞ, li ser erdê, kêm çalak bû, lê îdîolojîya wê û belavbûna wê hîna li welat û kampanîyên girêdayî wê lê ne bandordar e.

Tevî xesarên rêxistinê û alozîya ew tê de ye, Ceyaşî got, hin malper û weşanên wê li ser Înnternetê hîn çalak in. Di nav wan de nûçenameya Naba û ajansa wê ya propegandayê, Emaq, ya ku gelek caran weşana wê dihat birîn.

Ceyaşî hişyarî da ku serkirdeyê DAIŞê xwe dispêre bandora medyayê daku rêxistina xwe vejîne û wî bang bo hişyarîyê û hewldanên berdewam kir daku Bexdadî û fermandarên wî yên berz tine bikin.

Terorîstên herî tên xwestin

Di 6ê Sibatê de, desthilatdarîya Îraqî lîsteyek bi navên "serkirdeyên terorîst ên li ser asta navdewletî tên xwestin" weşand. Navê Bexdadî di serî de bû.

Dîyar e Bexdadî nema bi awayekî yekser berpirsyar e yan birêveberîya DAIŞê dike, lêkolîner Haşim Haşimî, yê ku di lêkolînên derbarê tevgerên tundrû de pispor e, got.

"Bê guman ew sax e û li devera Badiya Sûrî li jêr parastineke qayim dilive ya alîkarîyê pê re dike ku neyê kifşkirin," wî ji Diyaruna re got. "Di warê rola wî di rêxistinê de, ew tenê serpereştîya komîteyeke bilind dike."

Ev komîte, ya ku bi navê komîteya nûneran, "ya ku aniha berpirsyar e li ser her 35 şaxên rêxistinê yên cihanî û karûbarên wê yên medyayî, qanûnî û malî bi rê ve dibe", Haşimî got.

Ev yek dawîya serkêşîya Bexdadî ya yekser destnîşan dike, wî got, wî not kir ku serkirdeyên rêza duywem "Bexdadî weke serkirdeyekî rûhî reçav dikin".

"Nikare serkêşîyê bike"

"Nezelalîya derbarê çarenûsa Bexdadî derfetê nade me ku em hin texmînan têkildarî wî bi dûr bixin," parlemanterê Îraqî Iskender Witwit, ê ku di komîteya berevanîyê û ewlekarîyê ya parleman de kar dike, got.

Dibe ku ew nema "serêkêşîyê dike yan jî ji desthilatdarîyê hatiye dûrxistin" ji ber têkçûnên rêxistinê, wî ji Diyaruna re got, yan ji ber ew bi awayekî dijwar birîndar bûye, ew "nikare serkêşîya şopînerên xwe bike".

Li gorî Witwit, bi temamî gengaz e ku Bexdadî xwe li Sûriyê vedişêre.

"Di dawîyê de, em hêvî dikin ku nêzîk ev tawanbar bimire", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dewletên mezin qerebalixeke mezin li welatên Ereban belav dikin bi rêya ramanên pûç. 53932.

BERSIV BIDE

Min ji bîr kir bibêjim ku ew sîxwerekî Mosada Israîlê ye û ku ji bo reşkirina wêneyê Îslamê hatiye.

BERSIV BIDE