Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jîyan hêdî hêdî vedigere bajarên Enbarê yên rizgarbûyî

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî li Rewayê di 18ê Mijdarê de dicivin, piştî hêzan bajarokê newala Feratê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand . [Silêman Enbarî/AFP]

Hêzên Iraqî li Rewayê di 18ê Mijdarê de dicivin, piştî hêzan bajarokê newala Feratê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand . [Silêman Enbarî/AFP]

Jîyan vedigere bajarên Îraqî yên rizgarbûyî mîna bazirganî û dibistanan dest bi operasyonên xwe kirine û niştecîyên bêwar dest pê kirine vedigerin malên xwe.

Serokwezîr Heyder Ebadî di 9ê Kanûna Yekem de sekeftina di şerê sê salan li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)û vegerandina kontrolê li ser hemû erdê Îraqê îlan kir.

Li bajarên Rewa û Qaimê yê li rex wê li rojavayê parêzgeha Enbarê, bazar bi kirîyar û xelkên ku ku weke her car diçin karên xwe çalak dibin, tevî ku wêrankirin û hilweşandina ku salên hukmê DAIŞ ew li pey xwe hiştin.

Berpirsyarên xwecihî dibêjin dibistan careke din pêşwazîya şagirdan dikin û karmendên dewletê vedigerin karên xwe weke berhengarî ji hemû zehmetîyên ku bajar rastî wan tên re piştî rizgarkirina wan.

Niştecîyên Rewayê serkeftina hêzên Iraqî li ser "Dewleta Îslamî" piroz kirin. [Wêne Encumena Ciwanên Rewayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên Rewayê serkeftina hêzên Iraqî li ser "Dewleta Îslamî" piroz kirin. [Wêne Encumena Ciwanên Rewayê hatiye wergirtin]

Ji ber ku li beşê rojavayî ji welat dikevin û bi biyabanê dorpêçkirî ne, her du bajar demeke dirêj veşartgeh bûn ji komên terorîst re. Lê aniha piştî ew ji DAIŞ hatine paqijkirin, aramî û ewlehî hêdî hêdî vedigere wan.

Hêzên Îraqî rizgarkirina Rewayê di 17ê Mijdarê de îlan kir, tenê piştî du hefteyan ji derxistina endamên DAIŞê ji bajarokê Qaimê yê li tenîştê.

Xizmetguzarî dest pê dikin

"Jîyan veheriyaye normal li Rewa û xizmetên sereke mîna av, kehrebe û guhdana tendirustî hêdî hêdî dest pê dikin li gor ku rîsorsên berdest derfetê didin," parêzgerê Rewayê Husên Ukêdî ji Diyaruna re got. .

Birêveberîya karkerên belavkirina kehrebeyê dest pê kiriye teqemeniyên bidestçêkirî ji stasyonên enerjîyêya niştimanî li bajar radike, wî got, herwiha ew kar dikin daku bircên veguhestina enerjîyê yên ziyandîtî saz bikin.

Aniha niştecî bi kehrebeyê ji cenetoran tên dabînkirin 24 saetan rojane, wî ji Diyaruna re got.

Dezgeha avê karî avê bigihîne niştecîyan, wî anî ziman, lê Wezareta Tendirustîyê nexweşxaneyek guhêzbar ya bi her tiştî dabînkirî û navendeke tendirustîyê ya ku xizmetan 24 saetan ji niştecîyan re dabîn dike pêşkêş kirin.

Dezgehên şaredarîyê ji hêla xwe ve dest bi kampanyayekê kirin daku molozan rakin, rêyan vekin û xizmetên şaredarîyê ji niştecîyan re pêşkêş bikin.

Berhengarî dimînin

Berhengarîya herî mezin ku bajar rastî tê, malên bombekiriî ne, ev yek dihêle ku zehmet be ji xwedîyên wan malan re ku vegerin, Ukêdî got.

Dora 310 malbatan mane yan vegeriyane Rewayê di van her çend mehên borî de, wî got, lê gelek li Bexda û herêma Kurdistanê dimînin cihê ew ber bi ve reviyan piştî DAIŞ controla bajarê wan kir.

Serokê encumena xwecihî Nazim Berdan ji Diyaruna re got herwiha Qaim jî rastî krîza bêwarîyê hat, ya ku bi awayekî mezin ji niştecîyên xwe vala dimîne.

Wî texmîn kir ku hejmara niştecîyên Qaimê yên bêwar bûn û çûn kamp û bajarên Iraqî yên din gihaye 120,000 kes û yên ber bi deverên biyabanî û dora bajar ve çûn giha 20,000, wî hevî dikir ku gelek ji wan dê jixweber di van rojên tên de vegerin.

"Lêbelê, jîyan vegeriyaye rewşa normal û bazar li deverên niştecîhî yên ku niştecîyên wan dev ji wan bernedan û ew deverên nişyecîyên bêwar vegeriyan wan piştî rizgarkirinê careke din derîyên xwe vekirin ," wî got.

Di nav van deveran de Ubêdî, Saeda û Jirêjî, wî anî ziman.

Tirs nîne ku DAIŞ bi dizî derbas bibe

Berdan got niştecîyên Qaimê natirsin ku DAIŞ vegere bajarê wan, tevî ku ew nêzîkî sînorê Sûrî û deverên biyabanî yên berfereh e.

Hêzên Iraqî newala Cezîrê ya biyabanî ya ku ji Enbar heta parêzgeha Nînewayê dirêj dide misoger kirine û dest pê kirine bendeke qûmî û têlên kelemdar li drêjahîya sînorê Sûrîyê ava dikindaku nehêle kesek hewl bide û bi dizî di sînor re derbas bibe.

DAIŞ hildiweşe, Berdan got, wî anî ziman ku "nema bingehên rêxistinê yên hêzdar hene yên ku dikare ji wan êrîşên nû bike".

Her çendî ji, hişyarî li dijî êrîşên gengaz û belawela yên dibe ku hîn rojavayê Enbarê bikin armanc, wî not kir ku ewlekarî li Qaimê ji alîyê Firqeya Heştem ve tê parastin, Liwayê Pasvanîya Sînor ê girêdayî Wezareta Karê Hundir, hêzên êlî û Yekîneyên Bersivdayîna Lezgîn ( yên polîsê Qaim û Enbarê.

Rakirina nakokiyên civakî

Çalakvanê sivîl Osman Cuma, yê ku serkêşîya Rêxistina Pêşengîyê ya Ronesansê bo Pêşxistinê û Kar dike, ji Diyaruna re got siyaseta DAIŞ a zordar û hovîtîya wê ya dijwar li Qaim û Rewayê niştecî hînî waneyeke nayê jibîrkirin derbarê xwezaya rêxistinê kirin.

"Li jêr hukmê DAIŞ, her du bajar rastî gelek kêşeyan hatin ji ber hin ji wan hatin xapandin û alîkarî bi rêxistinê re kirin, vê yekê hişt ku şer di navbera wan û malbatin din de biqewime," wî got.

"Vê yekê bandor li şîraza civakî [ya deverê] kir," wî anî ziman.

"Îroj, niştecî xweş dizanin ku ev rêxistin nahatin daku xizmeta bercewndîyên xelkê bikin, lê ew hatin daku xwîna wan birijînin û zerera malî û aborî bigihîne wan, malê gelemper û takekesî talan bikin û aştîya civakî xirab bikin.

Wî bang ji bo hewldanên plankirî bi civakên din re kir daku kêmasîyên civakî rakin, wî hêvîya xwe derbirîn kir ku encamên erênî di vê pêngava tê de werin cîbicîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500