Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dê rêgirên ji qumê bi dirêjahiya sînorê Sûriyê deynin

Fermandariya Operasyonên Badiya û Cezîra a artêşa Iraqî roja Duşemê (11ê Kanûna Yekem) dest bi danîna rêgireke ji qumê û têlên stirîkirî bi dirêjahiya sînorê Sûriyê kir piştî ku Serokwezîr Heyder Ebadî serkeftin li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Şemiyê ragihand.

Rêgir dê alîkariyê bike ji bo rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya endamên DAIŞ bi rêya sînorê ji Sûriyê ve, berdevkê fermandariyê, eqîd Husên Îsawî ji Diyaruna re got.

"Yekîneyên endazyarî û serbazî yên artêşê dest bi danîna rêgireke bi gumê ya ku 3 metiran bilind e û 2 metiran fereh e bi dirêjahiya sînorê Sûriyê kirin, ligel têlên bistirî ku DAIŞ beşekî mezin jê rakiribû," wî ji Diyaruna re got.

"Armanca nûavakirinê û girtina devera sînorî çavdêrî û armancgirtina hewlên derbasbûna bi dizî ji aliyê grûpên terorîst e ji Sûriyê bo Iraqê," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500