Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsyar: Qaim bi temamî ji bermahîyên teqemenîyên şer pak bûye

Xalid Ta'î

 Leşkerên Îraqî dabînên alîkarîyê ji Wezareta Koç û Koçberîyê didin destên niştecîyên Qaimê di wêneya doseyê de ya ku li ser Înternetê di 5ê Mijdara 2017an de hat weşandin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

 Leşkerên Îraqî dabînên alîkarîyê ji Wezareta Koç û Koçberîyê didin destên niştecîyên Qaimê di wêneya doseyê de ya ku li ser Înternetê di 5ê Mijdara 2017an de hat weşandin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Qaim, bajarokê sînorî li rojavayê parêzgha Enbarê, ji bin barê şer derdikeve û dest bi pêşwazîya niştecîyên xwe yên piştî çend salan ji bêwarîyê vedigerin dike.

Her heftî, destûr heye ku dora 400 malabatan vegerin malên xwe piştî ew rastî sehkirineke ewlekarîyê tên, parêzgerê Qaimê Ehmed Jidyan Dilêmî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Bajarokê ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke sivik de di 3ê Mijdarê de hat rizgarkirin, ew bajarok bi awayekî tam ji teqemenîyan hat paqijkirin û xizmet hatine vegerandin.

Wî got ku berî çar hefteyan, malbatên bêwar dest pê kirine vedigerin Qaimê, wî not kir ku dora 1,500 malbatan ji 9ê Kanûna Duyem ve vegeriyane malên xwe.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê rojên Duşem û Înê destûrê didin malbatan da ku vegerin, wî anî ser ziman ku sehkirina ewlekarîyê ya ku niştecî rastî wê tên tu endamên DAIŞ ên dixwazin bi dizî derbasî bajarok bibin di nav wan de nînin.

Doseya bêwaran "berêtîya herî girîng e" ji desthilatdarîya xwecihî re, Dilêmî got.

Hejmara niştecîyên Qaimê yên resen 180,000 e, aniha bêtir ji 40,000 kesî li bajarok û derdora wî najîn.

"Em hewl didin ku em hemû astengîyên di rêya kesên ku di hundirê welatê xwe de bêwar bûne û vedigerin malên xwe rakin," wî got. "Bajar bi temamî ji mayînên erdê, davikên li malan bi saya hewildanên artêş û êlan hatiye paqijkirin".

"Me karibû em bi ser hemû berhengarîya bikevin û em malbatên bêwar misoger bikin ku taxên wan ji teqemenîyan vala ne û aniha rewşa ewlekarîyê aram e," wî anî ser ziman.

Nûdespêkirina xizmetan

Malên li Qaimê ziyaneke sivik di şer li dijî DAIŞê giha wan, Dilêmî got, wî anî ziman ku "ev yek kesên bêwar han dide û alîkarîyê bi wan re dike ku vegerin malên xwe".

Kêşeya sereke di ziyana mezin ya ku gihaye binesazîyê de ye, ya ku bandora wê li xizmetên bingehîn heye, bi taybet kehrebe û av, wî got.

Aniha em kar dikin da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û em bi ser kertine me gelek gavên mezin ji bo pêkanîna vê armancê avêtine," wî got, "lê proseya avakirina avahî û binesazîyê yên ku terorîstan wêran û talan kirine piştgirî û demeke dirêj diwazin."

Tundrewan êrîşî piranîya bircên guhestina kehrebeyê kirin, bandora vê yekê li ser dabînkirina enerjîyê heye.

Stasyonên kehrebe û enerjîyê yên mîna gaza Ukazêbi temamî hatin wêrankirin," Ayid Emaş, berdevkê encumena parêzgeha Enbarê, got.

Herwiha sê hileborîyên gazê, yên bi dirêjahîya 100 kîlomitran di navbera Qaim û Rewayê de hatibûn xirabkirin û wêrankirin, wî ji Diyaruna re got.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bajar bi 40 jeneratorên kehrebeyê yên mezin hatiye dabînkirin, Dilêmî got.

Stasyonên ava vexwarinê careke dikin têne bikaranîn, lê tenê bi nîvê şiyana wê.

"Gelek dibistan careke din derîyên xwe ji xwendekaran re vekirine lê kesên ku li dibistanê kar dikin kêm in" ji ber gelek ji wan hîn bêwr in, wî got.

Hinek dibistanên ku li derdorê ne li Rumana, Ubeydî û Saedayê tenê bi du yan sê mamostayan kar dikin", wî got.

Rewş li hemû sazemenîyên tendirustîyê heman e, Dilêmî got. Nexweşxaneya Qaimê ya Giştî û Nexweşxaneya Ubêdî careke din hatin sazkirin û amade ne ku derîyên xwe vekin lê hejmara bijîşk û karendên ku guhdana tendirustî dikin têrê nake.

Endamê encumena parêzgeha Qaimê Hemîd Newar ji Diyaruna re got ku hikûmeta xwecihî hewl dide hemû astengîyan rake û jîngeheke xizmetê ya guncan ji niştecîyên xwecihî re dabîn bike.

Birêveberîyên sektorê gelemperî li bajar, di nav de avahîyên encumena xwecihî careke din hatin vekirin, wî got û çalakîya bazarê destpê kiriye, tevî ku hîn bêwar ne bi lez vedigerin.

Newar pişrast kir ku girîng e em "proseyeke hêsantir û sadetir pêş bixin da ku malbatên bêwar vegerin malên xwe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500