Encamên yekemîn ên hilbijartinên herêmî li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê (Rojava), a ku ji sê herêmên xweser ên Efrîn, Cezîrê û Firatê pêk tê, roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) li Amûdê hatin ragihandin.
Hilbijartinên roja Înê tên piştî lidarketinahilbijartinên Îlonê bo diyarkirina nûneran bo komîteyên xwecihî, yên bi Komînan tên naskirin.
Gera dawî ya hilbijartinan, ku qewl e Kanûna Duyem pêk bê, dê nûneran bo Encumena Gelên Demokratîk, a ku dê bilindtirîn pergala rêvebirina herêmê ye, diyar bike.
Dengderên ku di hilbijartinên roja Înê de beşdar bûn nûnerên bo encumenên xwecihî li her sê herêma bijartin.
Ev hilbijartin girîng in ji ber ku vîna siyasî ya bakurê Sûriyê ya pir-reng îfade dike, herêma ku Kurd, Erab, Siryan, Musliman, kiristiyan û Êzêdîyan himbêz dike, pisporan ji Diyaruna re got.
Emîna Hisê, hevseroka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li herêma Firatê û Ezedîn Ferhan, hevseroka Komîsyonê li herêma Cezîrê, encam di konferansekî çapemeniyê de li bajarê Amûdê ragihandin.
Herwiha bi amadebûna hevserokê komîsyonê li herêma Cezîrê, Roken Mela Brahîm, û hevseroka herêma Firatê, Şahîn Elî bû.
Pêşwaziyeke mezin
Bêtir ji 69% ji şêniyên herêmê beşdarî di hilbijartinan de kirin.
Lîsteya Netewa Demokratîk 4,621 kursî qezenc kirin -- wate pişka şêr li her sê herêman. Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdî 204 kursî qezenc kirin, lîsta Partiya Yekîtî 251 kursî qezenc kirin, serbixweyan 251 qezenc kirin û lîsteya Nîştîmanî ya Sûrî heşt qezenc kirin.
Ev hilbijartin girîng in, ne bi tenê bo gelên herêmê, lêbelê bo tevahiya Sûriyê, rojnamevan û lêkolînvan Kurd ji Sûriyê, Brahîm Kaban, ji Diyaruna re got.
"Şêniyên bakurê Sûriyê, ji Kurd, Erab Sirynan, tu bijare li pêş wan nema ji bilî avakirina mînakekê piçûk bo Sûriyeke nû, li ser bingeha biratiya gelan, yekîtiya ne neçarî û bihevre jiyankirinê," wî got.
Wî da zanîn ku ev hilbijartinên han gaveke girîng e bo peydakirina hevgirtina niştîmanî û karên hevbeş bo nûavakirina bakurê Sûriyê.
Kaban bi bîr xist ku li deverine berfireh ên Sûriyê pêkhateyên niştîmanî û etenîkî û olî bi hev re jiyan dikin û wekhevî, mafên mirov, ewelhî û selametî li wan bersdest e.
"Ev vajî beşê din ê Sûriyê ye, ku bûye meydana hêzên ser bi Îranê, tundrûyan û komên tayifgerî re," wî got.
Wî got ku bi biryara lidarxistina hilbijartinan, bakurê Sûriyê bû modêlekî ku çawaniya dîsan avakirina yekîtiya Sûrîyan piştî bidawîhatina şerê navxweyî nîşan dide.