Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ çekdarên xwe dikuje gava ku ji Qaimê direvin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî di operesyoneke serbazî de derbasî avahiyekê dibin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Anahê li rojavayê parêzgeha Enbarê derxin roja 22ê Îlonê. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî di operesyoneke serbazî de derbasî avahiyekê dibin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Anahê li rojavayê parêzgeha Enbarê derxin roja 22ê Îlonê. [Muaz Dilêmî/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çekdarên xwe dikuştin gava wan hewl dida ku ji qadên şer li Qaimê birevin, asêgeha rêxistinê ya dawî maye li Iraqê, şervanên heşda êlî ji Diyaruna re dibêjin.

Artêşa Iraqî, bi piştgiriya hêzên xwecihî, dest bi operesyonên serbazî kirin daku bajarên Qaim û Rewayê rizgar bikin li rojavayê Enbarê di 26ê Cotmehê de.

Gava êrîşê destpê kir, DAIŞê komên çekdaran li devera Bûkemalê li aliyê Sûrî ji sînor belav kirin, fermandarê heşda êlî li navçeya Bexdadiyê Şêx Qeterî Samermed got.

Ji ber ku weke "komên îdamkirinê" hatin wesifdan, ji van çekhilgiran hat xwestin ku guleyan bavêjin çekdarên DAIŞê yên hewl dan ku ji şer birevin, wî got.

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi hêzên Iraqî re li devera Kîlo 30 li bakurê Rutbayê li parêzgeha Enbarê meha Hezîranê ya bûrî şer kirin. [Dosya]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi hêzên Iraqî re li devera Kîlo 30 li bakurê Rutbayê li parêzgeha Enbarê meha Hezîranê ya bûrî şer kirin. [Dosya]

"Di van hersê rojên dawî de, van koman 17 serkirdeyên berz qir kirin, serkirdeyên ku ji şerê Qaimê reviyan dema ku yekîneyên [Iraqî] ber pêşve diçûn," wî ji Diyaruna re roja Yekşemê got.

Sê ji wan Iraqî bûn, yek ji wan ji aliyê nişteciyên xwecihî ve weke Ebû Yasîn Herdanî dihat naskirin, serkirdeyê DAIŞê bû li bajarokê Rumanayê, lê yên din welatiyên biyanî bûn, Semermed got.

"Gelek halet hene ku çekdarên DAIŞê ji qadên şer direviyan biyabanê û erdên Sûrî," wî got.

Jihevketî û kêm moral

Çekdarên DAIŞê ji hev dûr ketin û moralên wan kêm bûn dema ku hêzên Iraqî nêzîkî wan bûn û êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê çeperên wan kirin armanc, Semermed got.

"Qelş û cudahîyên mezin di nav terorîstan de hene," wî got, vê yekê hişt ku moralên rêxistinê li erdê bin û rola wê di reva çekdarên wê de hebû.

Berî êrîşa li ser Qaimê destpê bike, hêzên asmanî yên Iraqî bi hezarên belavokan avêtin, belavokên ku DAIŞê hişyan dikin li hember encamên rûbirûbûna wê bi hêzên Iraqî re.

Herwiha bangên bi spîkeran bang li çekdaran dikirin yan xwe radest bikin yan jî ew dê bimirin.

Hêzên Iraqî li ser gelek enîyan pêşve diçin û gelek dever kontrol kirine, ew di kûrahîya biyabanê de pêşve diçin, Semermed got.

Ew didin dû çekdarên DAIŞê bi alîkarîya niştecîyên xwecihî, yên ku ew bi agahîyên istixbaratî dabîn dikirn, wî anî ziman.

"Agahîyên ku ji niştecîyên xwecihî yên nêzîkî bajarê Bûkemalê dijîn wergirtine tekez dikin ku endamên DAIŞê ji alîyê endamên rêxistinê hatine îdamkirin," Nazim Cuxêfî, fermandarekî ji şervanên êlî yê Hedîsayê, got.

DAIŞê ew bi hewldana revê ji qadên şer gunehbar kirin, wî ji Diyaruna re got.

'Dawîya rêxistinê ji her dema berê nêzîktir e'

"Hin niştecîyên bêwar li ser cudahîyên dijwar di navbera çekdarên DAIŞê de diaxivîn," Cuxêfî got, dema ku raportên endamên DAIŞê isyana li dijî serkirdeyên xwe li rojavayê Enbarê eşkere dikin.

Hin çekdarên DAIŞê li Qaimê xwe weke jinan dinixumînin daku nebin armanc ji balefirên artêş û hevpeymanîyê re, wî got, wî anî ziman "ev delîlê ku ew bi têkçûnê dihesin".

"DAIŞ li tayê rizgarbûnê digere ji ber çekdarên wê, yên ku li derdora Qaimê şer dikirin vekişîne nav bajar û hewl didan ku bikevin malan û nav niştecîyên xwecihî de," endamê encumena parêzgehê Kerîm Kerbûlî got.

Hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ber bi Sûriyê ve revîyane, dema ku hin din ber bi biyabanê ve çûn, wî got.

"Rêxistin ber rih dide, û ev îdamkirinên dawî di nav refên wê de dawîya wê ya ku ji her demê nêzîktir destnîşan dike," Kerbûlî got.

"Hêzên me gelek bajar li beşê rojavayê Enbarê rizgar kirine," wî anî ziman.

"Hêdî hêdî cihê lingê DAIŞê li Iraqê namîne."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi xwedê, hûn leheng in!

BERSIV BIDE