Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî xala sînorî ya Sûrî ji destê DAIŞê derdixin

AFP

Hêzên Iraqî û hêzên hevbend, ber bi bajarê Qaimê yê sînorî li parêzgeha Enbarê di 2ê Mijdarê de pêşve diçin, dema ku ew şerê komên bermayîyên çekdarên "Dewleta Îslamî" dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî û hêzên hevbend, ber bi bajarê Qaimê yê sînorî li parêzgeha Enbarê di 2ê Mijdarê de pêşve diçin, dema ku ew şerê komên bermayîyên çekdarên "Dewleta Îslamî" dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî roja Înê (3ê Mijdarê) dest danîn ser dergehê girîng li ser sînor bi Sûrîyê re ji jêr destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dema ew ber bi asêgeha rêxistinê ve ya dawî li Iraqê pêşve diçûn.

Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ya Iraqî got ku hêzan "kontrola tam bidest xist" li ser navenda sînorî Huseybayê ya li kevîka Qaimê piştî operesyona derkirina DAIŞê ji rojavayê parêzgeha Enbarê destpê kir.

Serokwezîr Heyder Ebadî daxuyanîyek weşand, hêzên şekdar pîroz dikirin bo "derbasbûna wan bo Qaimê û rizgarkirina dergeha sînorî".

Zabitekî artêşê yê Iraqî got ku çekdarê rêxistinê "dest ji navenda sînorî berdan piştî çendek ji wan hatin kuştin" û ber bi bajarokê Bûkemalê yê Sûrî ve çûn, yekser di sînor re ji Qaimê.

Di sînor re li Sûrîyê, DAIŞ ji piranîya asêgehên xwe li Dêrezorê hat derxistin, lê hîn ew kontrola 35% ji parêzgehê dike, piranîya wê vala ye, biyaban e.

Cihî wê yê sereke yê dawî bajarokê sînorî Bûkemal e, tevî herwiha zincîrek ji bajarok û gundên biçûk li jêr destên wê ne û herî kêm zevîyeke neftê, li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Li parêzgeha Dêrezorê, DAIŞ rastî êrîşê tê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û rêjîma Sûrî, ya ku îro Înê îlan kir ku wê bermayîyên DAIŞê ji bajarê Dêrezorê qewitan din.

Hêzên Iraqî roja Înê derbasî Qaimê bûn, fermandarên serbazî gotin, agir ji topavêjan ligel êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymanîyê diavêtin.

Hêz ji artêşê û elîta Ajansa Dijî Terorîsmê "dest bi êrîşê ser orta Qaimê kirin" Fermandarê Firqeya 7an liwa Numan Ebid Zu'bî ji cihê bûyerê got.

Wan girte ser deverên Kerabla, Saeda, û Huseybayê, Wezareta Berevanîyê di daxuyanîyekê de got.

Qaim û deverên derdora wê bermayîyên xilafeta DAIŞê yên dawî bûn ya ku wê îlan kiribû di sala 2014an de piştî reva wê ji Iraq û Sûrîyê.

Hêzên Iraqî bi piştgirîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê hefteya bûrî dest bi operesyonê kirin daku destên xwe deynin ser koma lojistîk ya ku li biyabanê dikeve li dirêjahîya çemê Feratê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500