Rejîma Îranê ji konflîkta welatê Sûriyê qezenc kir û wê ji bo bidestxistina berjewendiyê aborî liwê qadê bikar tîne, ev stratîjî jî herî dawî bi rêkeftinameyê li dor sektora wizeyê zelaltir bû, pisporan ji Diyaruna re got.
Wezîrê Kehrebê yê Sûriyê Muhemed Zuhêr Xerbûtlî roja 12ê Îlonê pakêtek ji lihevkirinan bi hemberê xwe yê Îranî, Setar Mehmûdî re wajû kir, li dor peydakirina xizmetguzariyên kehrebê li Sûriyê.
Ev yek jî dê ji nûkirina projeya wizeya Laziqiyê, nirxandina projeya wizeya germahiyê li Helebê û pêgehandina dû projeyên gaza xwezayî, pêgehandina projeyên wizeyê li Hums û Dêrazorê, û pêgehandin û aktîvkirina navenda sereke ya kontrolkirina tora kehreba Sûriyê pêk tê.
"Ji sala yekê ya şerê Sûriyê, Îranê hewl da ku bi kûrahî li Sûriyê li ser astên serbazî, siyasî, olî û civakî xwe bi cih bike," lêkolînerê Navenda El-Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Statîjî, Samî Xêt, got.
Wî ji Diyaruna re got ku heta vê dawiyê kompaniyên ehlî yên ser bi Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ( Feyleqê Pasdaran) qezecê ji vê rewşê dikin bo ku destê xwe deynin ser samanên dewleta Sûriyê.
Wî got ku kompaniyên ser bi Feyleqê Pasdaran ve karîn kurejîma Sûriyê çavtoz bikin bi rêya çend girêbestên warênpêdiviyên pêşesazî, xwarin, nûavakirin, nûkirina rêyan û dîsan avakirin û pêgehandina kargehan.
"Xuyayî ye ku berîtîya bilind ji sektorên sereke re ye, û aniha kompaniya Sûrî ya kehrebê bi temamî pişta xwe bi statsyonên Îranî girê dide, statsyonên ku ew jî bi destê endazyarê Îranî hatine sazkirin," Xêt got.
Wî da zanîn ku girêdanên aborî yên rejîma Sûriyê bi Îranê re ne nepenî ye, û rayedarên Sûrî çendîn girêbest bi rêya medyayê eşkere kirine.
"Di hema demê, Îran Sûriyê tema kir bi rêya zêdekirina têkiliyên xwe bo bêtir ji $10 milyar," wî got jî.
Xêt got jî ku li hundirê Sûriyê, rewatî bo hêsanîkirina tevgara barzirganiyê di navbera herdu welatan de hat dayîn, û rê hat dayîn ku Îran mafên taybet bi dest bixe di warên zêdekriina Sûriyê bi matryalên xav û girêbestên nûavakirinê de.
Sektora kehrebê di destê Feyleqê Pasdaran de ye
Rêkeftinameyên nû yên di warê sektora kehrebê de di navbera rejîmên Sûrî û Îranî de ne yên pêşîn in, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.
"Tifaqa sereke di dawîya sala 2013ê pêk hat, wê demê rejîma Sûriyê girêbestên mezin bi du kompaniyên Îranî re, Sunir û Mebna, wajû kirin bi qasî $16 milyon," he said.
Wî got ku ev yek anîna parçên yedek bo projeyên wizeyê û parastin û pêgehadina projeyên kehrebê û torên ku şer ziyan gihandina wan vehewandin.
Xerbûtlî roja 10ê Îlonê eşkre kir ku ew plan dike serdana Iraqê bike bo wajûkirina girêbestên anîna pênc jeneretorên hehrebê daku ew li stasyona kehreba Helebê bikevin kar de.
Kulfeya giştî ya girêbestan $159 melyon bû, li gorî raportên medya Sûrî.
"Tê zanîn ku ne bi tenê bo anîna parçên yedek ên pêwîst bo xistinakar û çêkirina projeyên wizeyê ye, lêbelê girêbest parastin û pêgehandinê jî vedihewînin," Besam got.
Wî got ku ev yek bi awayekî bandorvan sektora hehreba Sûriyê dixe dest Feyleqê Pasdaran de.
"Rêkftinameyên temamker ji girêbestan re li ser çend salan dirêj dibin û ji bazara kar a Sûrî re ziyanbar in, ji ber gelek ciwanên Sûrî xwedan ezmûnên pêwîst bo birêvebirin, xistinakar û parastina projeyên kehrebê ne," wî got.
Girêbestên demdirêj û pêbend
"Îran, tevî piştgiriya wê ya mutleq ji rejîma Sûriyê re û hiştina wê li ser piyan, tedbîrên pêwîst digre û hesabê egera ketina rejîmê û hatina komên ne bi ser ve ser dika desthilatê dike," aborînas û profesorê Zanîngeha Eyn Şems, Şahir Ebdulah ji Diyaruna re got.
Wî got ku kompaniyên Îranê samanên aborîya Sûriyê xistine destê xwe de bi girêdana saziyên hikûmeta Sûriyê bi girêbestên demdirêj.
Wî not kir ku rejîma Sûriyê bi van girêbestan hat girêdan, ji ber ku dawîkirina wan cezayên giran hildigre û ew dê ji xerciyên matryalên xav, projeyên kehrebê, derxistin û parzûnkirina neftê pêk bên.
"Ev girêbest weberanînên demdirêj ji Feyleqê pasdaran re misoger dike, Feylqê Pasdaran jî hewl dide ku bi şêwazên serbazî û aborî li welatên herêmê xwe bi cih bike daku çavkaniyên dahata xwe ewle bike," wî got.
QSD karîna berhemkirina kehrebeyê ji bendavên xwe ji nû ve ava dike. Torên kehrebeyê li Reqayê û deverên din û li gundewaran hatine danîn. Ev hemû li jêr kontrola QSD ye. Tu hebûna Îranîyan li wir tune ye.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT