Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran dixwaze ku piştgirêdana bi hawirdekirinên wizeyê kêm bike

Xalid Taî

Nûnerên sektora giştî û ya taybet di "Konferansa Pêşeroja Wizeyê li Îraqê" beşdarîyê dibin, konferansa ku li Bexdayê rojên 10 û 11 Tîrmehê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Nûnerên sektora giştî û ya taybet di "Konferansa Pêşeroja Wizeyê li Îraqê" beşdarîyê dibin, konferansa ku li Bexdayê rojên 10 û 11 Tîrmehê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî kar li ser zêdekirina qebareya berhemkirina kehrebeya niştîmanî û xaza xwezayî û torên belavkirinê dike di çarçoveya stratîjîyekê de bo pêşxistina sektorê wizeyê û misogerkirina serbixweyîya di warê wizeyê de.

Armanca dawî bihêzkirina serwerîya Îraqê ye bi rêya kêmkirina piştgirêdana bi hawirdekirinên wizeyê, û herwiha rengînkirin û bihêzkirina aborîya wê, li gorî beşdarên di konferansa "Pêşeroja Wizeyê li Îraqê" de.

Nûnerên ji wezaretan û kompanîyên navxweyî û navdewletî beşdarî di konferansa ku rojên 10 û 11ê Tîrmehê li Bexdayê, bi sponserîya Wezareta Kehrebeyê, hat lidarxistin kirin.

Wezîrê Neftê Samir Xedban plana stratejî ya Îraqê bo pêşxistina wizeyê û projeyên pîşesazîya berhemdarî şirove kir, û got ku ev yek ji "vekişîna weberanînê û nemûneyîkirina bikaranîna teknolojîyên pêşketî pêk tê".

Parlemantarên Îraqî tevlî nûnerên kompanîyên nevxweyî û biyanî dibin li "Konferansa Pêşeroja Wizeyê li Îraqê" ya li Bexdayê rojên 10 û 11 Tîrmehê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Pîşesazîya Îraqî hatiye wergirtin]

Parlemantarên Îraqî tevlî nûnerên kompanîyên nevxweyî û biyanî dibin li "Konferansa Pêşeroja Wizeyê li Îraqê" ya li Bexdayê rojên 10 û 11 Tîrmehê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Pîşesazîya Îraqî hatiye wergirtin]

Nexşerêyek hat amadekirin bo misogerkirina dabînkirina kehrebeyê, zêdekirina berhemkirina wizeyê û pêşvebirina sîstemên veguhestinê û dabeşkirinê, li gorî Wezîrê Kehrebeyê Luey Xetîb.

Wî got ku ev yek dê bi alîkarîya girêbestên navdewletî bê pêkanîn, û da zanîn ku plan dê herwiha giranîyê bide "vekirina derîyê weberanînê di warê wizeya nûbar û hevaldarê jîngehê".

Veguhastina ramanan

Hûnerên hikûmetê û yên navdewletî raman alûgor kirin û mîkanîzmên hevahengîkirinê "bo misogerkirina pêşerojeke rewşen bo sektorê pîşesazîyê li Îraqê nîqaş kirin", peyvdarê Wezareta Kehrebeyê Museb Muderis ragihand.

"Di konferansê de, wezaretê planên xwe yên pêşerojê û dîdgeha xwe bo zêdekirina qebareya berhemanîna kehrebeyê û pêşxistina hêl û sîstemên dabînkirin û belavkirinê eşkere kirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Me xebatên xwe bi awayekî kafî ji kompanîyên navdewletî re xistin ber çavan, ew jî berhemkirina 3,500 megawatên kehrebeyê û zêdekirina berhema niştîmanî bo18,500 megawatan," Muderis got.

"Plana me em 11,000 megawatan li tora niştîmanî di çar salên werin de dabîn bikin bi rêya avakirina projeyên nû yên berhemanînê û danîna torên zîrek," wî got.

Wî daxuyand jî ku herwiha wezaretê dest bi amadekirina nifşê nû yên rêdannameyên weberanîna di projeyên wizeya hetawî de kiriye.

Lê hîn jî sektora kehrebeyê "rastî zehmetîyan tê têkildarî binpêkirinên ku bargiranîyê li ser torê çê dikin û dibin sedema windabûna wizeyê ya ku digihêje rêjeya 60% ji berhemanînê", Muderis got.

"Em hewl didin ku ev binpêkirinan sînordar bikin bi rêya çalakkirina operasyonên çavdêrîkirinê û belavkirina hişyarîyê û çandeke kêmkirina xerckirina wizeyê," wî got.

"Pêşeroja Wizeyê li Îraqê"

Malpera Bihêzkirina Îraqê [ https://poweringiraq.com/ ] program û armancên konferasê, û herwiha awayên serketina li ser zehmetîyan bo baştirkirina kehrebeyê eşkere kirine.

"Malpera nû rê dide me ku bi awayekî rasterast û bilez bi kompanîyê navxweyî û navdewletî re bikevin têkilîyê de bo em nûnerên wan vexwînin workşopan û civînan," Muderis got.

Malper "platformeke girîng e bo nîşandana derfetên weberanînê û wergirtina propozela û daxwaznameyên nûnerên kompanîyan bo cihgirtin di derfetên weberanîna di wizeyê de", wî got.

Konferansa Pêşeroja Wizeyê li Îraqê hewl da ku kêmbûnên di sûtemenîyê de, ku yek ji mijarên herî berhingarîdar e ji berhemanîna kehrebeyê de, destnîşan bike, û aniha hikûmetê xwe dispêre anîna xaza xwezayî ji Îranê bi qebareya 28 milyon mitrên sêcar mehane.

Hikûmet 1,300 megawat kehrebe ji Îranê dikire.

"Berdestbûna kehrebeyê rojane 24 demjimêran, dê aborîya Îraqê xurt bike û mercên pêwist bo pêşketineke dem-dirêj peyda bike,"Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller di axiftinekê de li konferansê got.

Wî got ku Bihêzkirina Îraqê sozên Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî yên têkildarî zêdekirina berhemanîna xaza xwezayî û kehrebeyê nîşan dide, û da zanîn ku ev yek dê ji hêla aborî û siyasî ve pir bi sûd be.

"Îraq û xelkê wê xwedan samanên xwezayî yên zengîn in," wî got. "Eger Îraq ji hêla wizeyê ve bi temamî serbixwe bibe, ev yek dê serwerîya Îraqî bi hêz bike."

''Qeyrana siyasî''

Wezîrê Kehrebeyê yê Îraqê destnîşan kir ku mijara kêmbûna kehrebeyê qeyraneke siyasî ye, aborînas Selama Smêsim ji Diyaruna re got.

Ev qeyran ligel "mijara xaza xwezayî ya Îranê û sizayênli ser Îranê tên sepandin têhelkêş bûye", wê got.

Smêsim got ku divê çareserî girîngîya "peydakirina handanekê bo vekişîna weberanînê di sektora kehrebeyê û sektorên din ên wizeyê de bidin ber çav".

Wê got ku peydakirina jîngeha guncav bo weberanînê ji rakirina rêgirên di rêya pêşketinê de pêk tê, mîna dîtina rêyan bo çareserkirina proseyên bîrukratî û mijarên xirab ên mîna gendelî û bertîlxwarinê.

Wezaretên kehrebeyê û neftê "li ser rêya rast in di warê planên xwe yên weberanînê de", xebîrê warê neftê yê Îraqî, Hemza Cewahirî ji Diyaruna re ragihand.

"Avakirin di pênc parzûngehan de berdewam e bo berhemanîna xaza xwezayî ya ku hevdem ligel derxistina nefta xav peyda dibe," wî got.

Cewahirî got ku hêvî heye ku heta sala 2021an, Îraq dê karibe hemû gerekdarîyên xwe yên xazê bo berhemkirina kehrebeyê dabîn bike, li şûna piştgirêdana bi hawirdekirinê.

Wî herwiha amaje bi xebatên hikûmeta Îraqî bo kêmkirina wendabûna wizeyê kir, ew jî bi danîna torên kehrebeyê yên jêrzemînî û baştirkirina sîstema peredayînê bo fatoreyên xerckirina kehrebeyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500