Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran destdanîna xwe li ser aboriya Sûriyê qayimtir dike

Cuneyd Selman li Beyrûtê

Birca telekomunîkasyonê ya Mîlad li Tehranê di nav Mija dûmanî de tê dîtin di vê wêneya ku 14ê Mijdarê de hatiye girtin. Îran vê dawiyê rêkeftinek îmze kiriye ku rê dide wê ku bibe operatorekî tora mobaylê li Sûriyê. [Ata Kenare/AFP]

Birca telekomunîkasyonê ya Mîlad li Tehranê di nav Mija dûmanî de tê dîtin di vê wêneya ku 14ê Mijdarê de hatiye girtin. Îran vê dawiyê rêkeftinek îmze kiriye ku rê dide wê ku bibe operatorekî tora mobaylê li Sûriyê. [Ata Kenare/AFP]

Di naverasta Kanûna Duyem de, Sûriyê û Îranê pênc rêkeftin îmze kirin ji bo berfirehkirina pêwendiyên aborî di warên çandinî, sewaldarî, pîşesazî û petrolê de, ligel rêkeftineke ku rê dide Îranê ku bibe operatorekî tora mobayl li Sûriyê.

Rêkeftinên bazirganî navbera Tehran û Şamê ne tiştne nû ne, aborînas ji El-Meşariq re dibêjin, lê qelsbûyîna Sûriyê van rêkeftinan dike di berjewendiya Îranê de û piştgiriya armancên wê yên berfirehxwaz li wî welatî dikin.

Pêwendiyên aborî navbera Îran û Sûriyê "vedigerin serdema şahîtiyê li Îranê, ji ber ku yekem rêkeftina aborî navbera herdu aliyan de di Tîrmeha 1974an de hat îmzekirin", Viyolêt Xezal el-Bela, ku sernivîsera malpera Nûçeyên Aboriya Erebî, bi piştgirêdan bi raporteke Navenda Rewabit bo Lêkolînên Stratejîk û Vekolînan ku di sala 2015an de hatiye berhevkirin, got.

Li gorî wê rêkeftinê, Îranê qerzekî $150 milyonî bo Sûriyê dirêj kir û projeyên keştûkalî û pîşesazî bi buhayê $50 milyonan bipere kirin, wê got.

Pêwendiyên aborî bêtir pêş ketin "piştî damezirandina Komara Îslamî ya Îranî, di çarçoveya nêzîkbûyîna siyasî navbera rejîmên Îranî û Sûrî de, bi sedema paşxaneya şerê yekem bi Iraqê re", wê got.

Îranê soz da ku nêzîkî neh milyon tonên petrolê salane bişîne Sûriyê li beramberî wergirtina dora 300,000 heta 400,000 tonên fosfatê salane ji Sûriyê, wê got, û weberhênanên Îranî li Sûriyê zêde bûn piştî ku Beşar Esed hat ser desthilatê li wî welatî.

Teqdîreke hikûmeta Sûriyê got ku asta weberhênana Îranî li Sûriyê di 2006an de "bêtirî $400 milyonan bû", ku herdu welatan wê salê planên xwe yên bi niyaza berfirehkirina projeyên Îranî li Sûriyê bo $10 milyaran di 2012an de dariştin, wê got jî.

Di 2010an de, buhayê xizmetguzariyên teknîkî û endazyarî ku ji aliyê Îranê ve hatin pêşkêşkirin gihiştin $2.2 milyaran, wê got, ligel ku wê salê herdu welatan lihev kirin ku bankeke henardekirinê ya Îranî-Sûrî ava bikin bi karîneke pêşîn bi qasî 30 milyon dolarên Amrîkî.

Girêdayîbûna Sûriyê zêde dibe

Teqîna kirîza Sûriyê bû reguzariyek di pêwendiyên bazirganî û aborî navbera Tehran û Şamê de, el-Bela got, ku girêdayîbûna Sûriyê bi Îranê ve zêdetir bû.

"Şoreşa Sûriyê zexmeke Ciyopolîtîkî ya xurt da Tehranê daku bazirganiya xwe û pêwendiyên xwe yên aborî bi Şamê re xurt bike, ku ew beşek ji projeya Îranê bû ya ku pêkanîna blokeke aborî ya Îranî û Derya Navîn," wê got.

Di 2013an de, Şamê qerzekî $1 milyarî ji Îranê wergirt, piştî ku dît ku dahatên wê 50% li gorî 2010an kêm bûne, dahatên wê yên petrolê bi rêjeya 90% daketin ji encama berberiya çekdarî û cezayên aborî, û daketina di dahatên bacên ji sektora taybet tên wergirtin de, el-Bela got.

Heman salê, Şamê qerzeke din bi $3.6 milyaran wergirt ku ji hawirdekirina berhemên petrolê re hatin terxankirin, ku alîkarî kir di rawestandina daketina tund a nirxê serfkirina lîreya Sûrî li beramberî dolar.

"Ne tişteke veşartî ye ku karîgeriya aborî ya Îranê li Sûriyê zêde dibe", wê got, anî ziman jî ku "weberhênanên Îranê berfirehtir bûn daku sektorênpetrol û xanûberan li xwe bigre".

Hevahengiya weberhênanê dê heta vê astê nesekine, el-Bela got, ji ber ku tê texmînkirin ku avakirina du xetên deryayî yên rasterast ligel Sûriyê karîgeriyeke bêtir deyne ser pevguhertina bazirganî.

"Ji ber ku Sûriyê xwedana girîngiyeke ciyopolîtîkî û aborî ya girîng e, Tehran plan kiriye ku gaza xwe ya sirûştî bişîne rojhilatê Deryaya Navîn û ji wir bo başûrê rojhilatê Ewropa," wê got jî.

Lê belê, dirêjkirina şerê Sûriyê rê li ber danîna xetên gazê li Sûriyê girt, tevî ku li Iraqê berdewam e, wê got.

Xwestekên ciyopolîtîkî yên Îranê

"Xuyayî ye ku berjewendî û awatên Îranê li Sûriyê ne tenê di warê aborî de ne," Entwan Fereh, edîtorê aborî yê rojnameya El-Cumhûriya ya Libnanî, got.

"Sûriyê xelek ji mîhwerekî tem e ku Îran kar dike ku bi rêya ajanên xwe damezrîne, çi bi rêya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî çibi Hizbulah," wî got.

"Sûriyê xelek ciyopolîtîkî ya girîng e di zincîra vî mihwerî de," wî got jî.

Sê armancên rejîma Îranî ji weberhênanên wê li Sûriyê hene, Fereh got.

"A yekem sûda madî ye weke qerebûkirinekê ji xesar û buhayên ku di şerê Sûriyê de hatine dayîn ji ber piştgiriya wê ji rejîma Sûriyê re," wî got.

A duyem "qayimkirina cihê xwe li Sûriyê ye weke hêzeke biyanî ku berîtiya wê li ser hevalbendên rejîmê heye", wî got jî, lê ya sêyem piştgirîkirina rejîmê ji aliyê aborî ve ye, ligel piştgiriya wê ji aliyên siyasî û serbazî ve bi rêya hebûna komên girêdayî Îranê li ser axa Sûriyê.

"Weberhênanên Îranê di wateya rasteqîn de ne aborî ne," aborînas Casim Ecaqa ji Meşariq re got, zelal jî kir ku rehenda wan ya siyasî jî heye ku armanc dike ku berjewendiyên Şî'eyên Sûriyê biparêzin.

Karîna Îranê tune ye ku weberhênanê heta asta ku ew dizwaze bike, wî got, ji ber ku aboriya wê ne bihêz e û bi hewce ye ku weberhêneran bikşîne.

Ligel rewşa tengav a aboriya Îranî, "Nebûna zelaliyê derbarê encama rewşa li Sûriyê û şerkirina berdewam awatên weberhênanî yên Îranê asteng dikin", Eceqa got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500