Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pêla germahiyê 3 zarokan li kampa Rukban dikuje

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Malên xwelî yên dûrîhev li biyabana kampa Rukban li ser sînorê Urdun bi Sûriyê re. Germahiyeke zêde ya ligel kêmbûna avê li kampê sê penaberên Sûrî di 4ê Tîrmehê de kuştin. [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Malên xwelî yên dûrîhev li biyabana kampa Rukban li ser sînorê Urdun bi Sûriyê re. Germahiyeke zêde ya ligel kêmbûna avê li kampê sê penaberên Sûrî di 4ê Tîrmehê de kuştin. [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Pêleke germahiyê jiyana sê zarokan li kampa Rukban bir, ku cihekî vehwandinê yê nefermî yê penaberên Sûrî ye li zona serbazî ya girtî li ser sînorê Urdunê, ligel bi dehên kesên ku rastî nexweşiyên ji ber germahiyê hatin.

Tîbûna van nexweşan kesan gihiştiye rewşeke metirsîdar, çalakvanan ji Diyaruna re got, anîn ziman ku kêmbûna zêde di ava vexwarinê de li kampa biyabanî faktera sereke ya krîza dawî bû.

Germahiya, ku gihişte zêdetirî 40 dereceyên sêlsius, zêdetirî asta werzî ye, medyayên xwecihî ragihandin.

Pileyên germahiyê yên şewtîner li devereke ku parastineke kêm ji rojê heye, ligel kêmbûna avê, bandoreke wêranker gihande tenduristiya penaberên Sûrî, bi taybetî ya zarokan, karmendê hawarçûnê yê kampê Tariq Nueymî, got.

Beşek ji kampa Rukban bû armanca teqîneke xwekuj ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve di 15ê Gulanê de. [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Beşek ji kampa Rukban bû armanca teqîneke xwekuj ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve di 15ê Gulanê de. [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Di roja Sêşemê (4ê Tîrmehê) de, wî ji Diyaruna re got, sê zarok mirin ji encama rasterast a germahiyê.

"Bêtirî 80 zarok bo klînîkên bijîşkî yên kampê hatin veguhestin ji bo wergirtina çareseriyê ji bo sîmayên nexweşiyê yên girêdayî germahiyê, ku heta niha guhdana bijîşkî werdigrin, û rewşa 30 kesan ji wan metirsîdar e," wî got jî.

Balixên li kampê jî rastî nexweşiyên girêdayî germahiyê hatine, wî got, ji wan zuhabûn, vereşîn, ta, betilîna ji germahiyê û derbeya rojê, û hinekên din rastî zikçûnê hatin piştî vexwarina ava pîs.

Kêmbûneke zêde ya avê

Urdunê berî salekê dever girt û weke zoneke serbazî ragihand piştî êrîşeke xwekuj a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku heft serbazên Urdunî kuştin û 13ên din birîndar kirin li xaleke serbazî ya nêzîkî kampê.

Kamp bêtirî 75,000 penaberên Sûrî dihewîne, ku piraniya wan ji deverên li jêr kontrola DAIŞ reviyane weke Dêrezor, Reqa û Heseke.

"Rukban li devereke biyabanî ye ku ti çavkaniyên avê lê tune ne," Nueymî got.

"Av bi rêya tankeran tê dayîn û nêzîktirîn çavkaniya avê nêzîkî heşt kîlometran dûrî kampê ye, û qutkirina vê mesafetê bi meş ji ber germahiyê nemumkin e," wî got.

Rêxistinên hawarçûnê û yên mirovî hemû hewlên xwe didin ji bo peydakirina bi ava vexwarinê, wî got, lê zêdebûna berdewam a niştecihên kampê û kêmbûna alîkariya mirovî valahiyeke mezin çêkiriye.

"Gelek firoşyarên ku avê digihînin kampê sûdê ji van şertûmercan werdigrin û avê bi bihayên giran difroşin ku hejmareke kêm ji xelkê kampê dikarin heqê wê bidin," Nueymî got.

Kamp di hewcedariyeke bilez bo tîmên bijîşkî û hawarçûnê yên zêdetir de ye, ligel textên çareseriyê û dermanên zêdetir, û çavkaniyeke berdewam a avê, wî got.

"Bîrên jêrav dikarin werin kolandin daku pêwsîtiya kampê [ji avê] peyda bikin, an jî herî kêm aliyên pêwendîdar dikarin tankerên bes dabîn bikin ji bo gihandina avê bêpere ji xelkê kampê re," wî got jî.

Eger rewş neyê guhertin, wî hişyarî da, rewşa tenduristî dê xirabtir be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500