Nûçeyên Iraqê
Penaber

Kampa Rukban li berxwe dide daku bimîne

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Kampa Rukban, li devera bêxwedî navbera sînorê Sûriye-Urdunê, bûye armanca hejmarekê ji êrîşên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Kampa Rukban, li devera bêxwedî navbera sînorê Sûriye-Urdunê, bûye armanca hejmarekê ji êrîşên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Tariq Nueymî hatiye wergirtin]

Mirina rojane ya zarokan ji kêmxwariniyê yan jî nexweşiyan bûye "nûçeya rotînî" ji bo awareyên Sûrî yên ku li kampa Rukban li devera bêxwedî navbera Urdun û Sûriyê, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Kamp rastî êrîşên berdewam ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve tê, ji encama vê yekê jî hemû rêxistinên hawarçûnê operasyonên xwe li wir sekinandine.

Rewşa li kampê "ji hemû aliyan ve karesatî ye", Mihemed Ehmed Derbas, cîgirê serokê Encumena Êlî ya Tedmurê û endamê encumena rêveber a Ofîsa Hawarçûnê li kampa Rukban, got.

Take guhdana bijîşkî ya berdest li kampê ji aliyê klînîkekê ve nêzîkî sînor tê pêşkêşkirin, "ku armanca wê dermankirina haletên sivik û yên awarte bi tenê ye", wî ji Diyaruna re got.

"Wekî din, guhdana bijîşkî li kampê qet tune ye, bi taybetî bo zarokan, kesên bitemen û kesên xwedî nexweşiyên giran," wî got.

Haletên metirsîdar bo nav Urdunê tên veguhestin, wî got, lê proseya veguhestinê zehmet e û tenê ji hejmareke kêm ji haletan re ye.

Zehmetiya gihiştinê

Kampa Rukban di 2015an de hat damezirandin ji bo wergirtina sivîlên Sûrî yên ku ji deverên Tedmur, Qeryeteyn, Reqa û Dêrazor ên di destê DAIŞ de direviyan.

Destpêkê çadir bi awayekî nerêkxistî li ser zona sînorî navbera Urdun û Sûriyê hatin danîn, lê piştî wê bi demeke kurt dever bû kampeke dayim ji xelkê aware re, û bi taybetî ji zilamên êlên xwecihî re.

Niha kamp cihê vehewanndina nêzîkî 100,000 awareyan e, karmendê hawarçûnê yê kampa Rukban Tariq Nueymî ji Diyaruna re got.

Sala borî, piştî ku êrîşkarekî xwekuj ê DAIŞ heft serbazên Urdunî li bingeheke serbazî kêmtirî mîlekê dûrî kampê kuştin, Urdunê dever weke "zona serbazî ya girtî" ragihand ku rê li penaberan girt ku derbasî sînorê wê bibin.

"Kamp li devereke biyabanî ya gelekî tund e, û bi berdewamî bahozên remlê û lehiyên werzî li penaberan didin," wî got.

Di Nîsanê de, lehî û bayê bi dehên çadiran anîn xwarê û gelek malbat bêyî penageh hiştin, Nueymî got.

Ji bilî vê yekê jî, kamp îzolekirî ye, ku rêyên wê bigihînin deverên din tune ne, ev yek jî dihêle ku gihandina xwarin û ava vexwarinê bo niştecihên wê re zehmet be.

Kêmbûna xwarin û vaksînan

Desthilatên Urdunî 600 metrên sêca yên ava vexwarinê ji kaniyên binerdê bi rêya tankan gihandin kampê, Nueymî got, anî ziman jî ku ev qebare ne bes e "ji ber ku hejmara niştecihên kampê bi berdewamî zêde dibe".

Xwarina ku digihe Rukban ji grûpên ku li deverên rizgarkirî ji Sûriyê kar dikin tê û bi "qebareyên gelekî kêm" digihin, Derbas got, anî ser ziman jî ku kêmbûna xwarinê karîgeriya wê ya rasterast li ser zarokan heye.

Hejmarek ji şîrxweran ji ber kêmbûna xwarin û avê rojane dimrin, wî got, hevdem kêmbûna vaksînan hiştine ku zarok qabil bin ku rastî hemû cureyên nexweşiyan bibin.

Encumena Êlan a Tedmurê berpirsyara ewlekariya kampê ye, Derbas got, û rêveberiyeke polîsan ava kiriye ku ji aliyê 100 xwebexşên genc ve tê birêvebirin, ên ku nakokiyên ku navbera niştecihên kampê derdikevin çareser dikin.

Ew herwiha armanc dikin ku her hewleke ji aliyê DAIŞ ve ji bo xwedizekirinê bo nav kampê bi rêya tevlîkirina xwe di nav penaberên hatî de nas bikin.

"Rêveberiya polîs hevahengiyê ligel komên Artêşa Azad a Sûrî li deverê dike ji bo destêwerdanê di her rewşeke awarte de bike," wî got. "Komên Artêşa Azad jî parastineke derveyî ya tam ji kampê re li dijî her êrîşeke ji aliyê terorîstan ve pêşkêş dikin."

"Alternatîvên din tune ne"

Tevî rewşa li Rukban, gelek malbat hîn rojane ji Dêrezor û Reqayê têne kampê dakuji şerê ku li deverên wan gur bûye birevin.

Sivîlên reviyayî "ti alternatîveke din li pêş wan tune ye", şêniyê kampê Basim Egêdat, yê 40 salî, ji Diyaruna re got.

"Rewşên zehmet her kes li ser kevîkê hiştine û dibin sedema derketina aloziyan ku hinek caran dibin şerê bi çekan jî," wî got.

Xwarin, av û pêdiviyên bijîşkî tune ne "ji bilî ji kesên ku pereyên wan hene", wî got, anî ser ziman jî ku rewşa ewlekarî li kampê gelekî metirsîdar e bi nebûna hêzên ewlekariyê yên fermî ji bo parastina rêkxistinê.

Derbarê perwerdeyê jî, hinek hewldanên xwebexş hene ji bo danîna dibistanên demkî di çadirên mezin de, Igêdat got. Lê kêmbûna alavan, sîstemên xwendinê, pirtûkan û pêdiviyên din hiştiye ku bibin cihên lîstinê.

"Yek ji rewşê karesatî li kampan veşartina ziblê li deverên vekirî ye ligel kenalîzasyona vekirî," wî got jî, ku bûye sedema belavbûna kirrîner û kêzikan ên ku di germa havînê de zêde dibin û dibin sedema belavbûna nexweşiyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500