Hizbulaya ku Îran piştgiriya wê dike rastî dijberiyeke zêde ji aliyê endam û alîgirên xwe ve tê ji ber destêwerdana wê ya berdewam di şerê Sûriyê de, analîzer ji Meşariq re dibêjin.
Di destpêka 2013an de, yekemîn sekreterê giştî yê Hizbula, Subhî Tufeylî, bi tundî rexne li beşdarbûna milîsa Lubnanî di şerê Sûriyê de kir, û got ku "gerek Hizbula berevaniyê li rejîmeke tawanbar neke ku xelkê xwe dikuje".
Di dawiya 2016an de Tufeylî got ku bi destêwerdana di Sûriyê de li kêleka rejîmê, Hizbula girûpên tundrew weke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) "di aramiyê de" dihêle û opozîsyona naskirî jinav dibe "daku tenê rejîm û DAIŞ di meydanê de bimînin daku xelk ji nav wan yekî ji wan hilbijêrin".
Şiroveyên Tufeylî nerehetiya di nav civaka Şîe ya Lubnanî de, heta di nav alîgirên Hizbula jî, nîşan dide derbarê destêwerdana milîsê ya berdewam di şerekî li derveyî sînorên welat de.
Cudabûnên navxweyî derdikevin
Profesorê li Zanîngeha Amerîkî Ramî Oleyik ji Meşariq re got ku wî di rêzên Hizbula de ji dema destpêka wê ve xizmet kiriye, lê piştre ew ji hizbê cuda bû.
Bijardeya desthilatdar a Hizbula proseya standina-biryarê ya hizbê kontrol dike bi xêra girêdana wê bi Supaya Pasdarên Şoreşger a Îslamî ya Îranî ve, wî got
Endamên Hizbula û alîgirên wê "qurbaniyên girûpa elîte ne, û fatûreyên siyasî yên Îranê didin", Oleyik got.
Hizb ji destêwerdana serbazî di Sûriyê de dudil nabe ji ber ku rêkeftin û hesabên wê ne tenê di çarçoveya sînorên Libnanê de ne.
"Ew derbasî şerê Sûriyê bû bêyî ku hesabê encamên ku dibe ji karên wê derkevin bike," wî got, anî ziman jî ku karvedana li dijî hemû karên tundrew ku di sînor re werin pêkanîn dê di dawiyê de bihêle ku vegere Libnanê.
Oleyik rexne li hizbê girt ku berjewendiyên xwe yên taybet danîn ser her tiştî û bi korî piştgiriya Îran û Sûriyê kir, ku pere û piştgiriyê didin wê.
"Hizb ji qebûlnekirina karên wê ji aliyê dijberên ji heman tayifeyê ve aciz nebû, û helwesta wan li berçav negirt," wî got.
Nerehetî di bingeha Hizbula de û di nav alîgirên wê de heye, û beşek jê êdî xuya dibe, rojnamevan Îbrahîm Heyder, ê ku ji rojnameya Nehar a Lubnanî re dinivîse, berê ji Meşariq re gotibû.
Nîgeranî li hember kiryarên Hizbula
Ev nîgeranî bi giştî ji aliyê jinan ve tê nîşandan, wî got, ji hevjîn û dayikên ku zilam û kurên xwe di şerê Sûriyê de jidest dane.
Lubnaniyên ku destêwerdana Hizbula di Sûriyê de qebûl nakin, di nav de hinek ji civaka Şîe jî, pirsyarê derbarê asta vê tevlîbûnê dikin, wî got, ji ber ku zererên mezin digihîne hizbê û dihêle ku xortên wê rojane werin kuştin.
Hizbula hevjîn û dayikên xemgîn bi rêya hinek pereyan anjî xaniyekî bêdeng dike, û berê hinekan dide zewacên demkî, çalakvana mafên mirov Muna Feyad, şîeyeke ku beşdarbûna hizbê di şerê Sûriyê de û bandorên wê li ser civaka Şîe li Libnanê bêtirî carekê şermezar kiriye, got.
Hejmarek ji van jinan bêhêvî ne "ji ber ku hatine neçarkirin ku bêdeng bibin û nikarin qehra xwe bi dengekî bilind nîşan bidin ji ber ku bi hewceyî alîkariya darayî û aborî ne", wê got.
Hizbula hestên kesên ku bo demeke dirêj rastî zordarî û paşguhkirinê hatine istixlal dike, û tirsê di dilê wan de diçîne bi rêya bikaranîna hêzê, ku ev yek nahêle ku endamên hizbê bi eşkere li dijî karên wê biaxivin, Oleyik got.
"Ne gotûbêj û ne gengeşe tune ne, divê kar bi rezamendiya tam werin pêkanîn," Oleyik li ser Hizbula got.
"Ligel vê bikaranîna zêde ya hêzê, agirek heye ku hêdî hêdî pêdikeve, û take kesên ku wî dibînin û qebareya wê fam dikin endamên hizbê ne [...] ku dizanin ku berdan hetmî ye, eger piştî demekê jî be, di navbera elîteya desthilatdar a hizbê û bingeha wê," wî got.
Rikeberiya li ser desthilatê
Hizbula, weke girûpên tundrew ên din ku li Sûriyê şer dikin, rastî cudabûnên navxweyî û pirsgirêkên tayifegerî tê, analîzer dibêjin.
Derzên ku di nav rêzên hizbê de xuya dikin, dikarin werin dîtin di nav girûpên çekdar ên din jî di şerê Sûriyê de, weke derza xuya ya ku bi awayekî baş hatiye belgekirin navbera DAIŞ û Bereya Nusra, ku niha bi navê Bereya Fetih Şam tê naskirin.
Aloziyên navxweyî di nav girûpên tundrew de ne tişteke nû ne, rojnamevan Hazim Emîn ji Meşariq re got, anî ziman ku "forma herî tund ji tundutûjiyê derdikeve dema ku ew êrîşî hev dikin".
Ev alozî bi rêya rikberiya li ser desthilatê tên zêdekirin, wî got, anî ziman ku her aliyek dest bi "jinavbirina kesên ku dijatiya wê dikin" di nav endamên xwe de dike.
Hejmarek ji sedeman hene derbarê çima krîz navbera girûpên tundrew ên ji heman tayifeyê zêde dibin, Qasim Qesîr, nivîskarekî siyasî ku pisporê girûpên tundrew e, got.
Hinek ji van aloziyan tayifegerî ne, wî ji Meşariq re got, ku her girûpek xwedî nerîn û eqîdeyekê ye û di baweriya wê de ku mafê wê heye ku daxwaza loyalîteyê ji yên din bike.
"Wisa, herkesê ku li gorî dîdgeha wê tevnegere dibe dijmin," wî got, anî ziman ku aloziyên navxweyî dibe ku bihêlin ku "girûpek parçe bibe û bibe du".
"Rikberiya ser desthilatê faktera sereke ye" di krîzên wisa de, Qesîr got, anî ziman jî ku "her girûpek dixwaze desthilatê koxer bike û kesên din bîne ser vîna xwe".
Fakterên din ku girûpan cuda dikin û dihêlin ku kirîza navxweyî çêbibe girêdayî bidestxistina dewlemendiyê ne, ligel "kirîzên şexsî navbera lîderan".
Di hin haletên din de, Qesîr got, "girêdanên girûpan bi girûp an aliyên derve ku xwedî berjewendî û daxwazên şer ên taybet in dibe ku bibin fakterekî sereke di krîzên ku di navbera birayan de serî hildidin".