Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hemas plana Îranê ya berfirehkirina kontrola xwe li Sûriyê bicih dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Endamên Ketîbeya Îzedîn Qesam, ku baskê serbazî yê Hemas e, beşdarî şîna hevalekî xwe yê çekdar dibin di Adara 2016an de. Çekdarên Hemas hevahengiyê bi rejîma Sûriyê re dikin di bin navê girûpeke bi navê Lîwaya Quds de. [Seyîd Xetîb/AFP]

Endamên Ketîbeya Îzedîn Qesam, ku baskê serbazî yê Hemas e, beşdarî şîna hevalekî xwe yê çekdar dibin di Adara 2016an de. Çekdarên Hemas hevahengiyê bi rejîma Sûriyê re dikin di bin navê girûpeke bi navê Lîwaya Quds de. [Seyîd Xetîb/AFP]

Di mehên dawî de, pêwendiyên navbera tevgera Hemas a Filestînî û rejîma Sûriyê ya ku Îran pişta wê digre hêdî hêdî germ dibin, ji ber ku rejîma Îranî hewl dide bo girûpê bikar bîne ji bo bicihkirina ajendaya xwe li Sûriyê , analîzer ji Diyaruna re dibêjin.

Tevî ku pêwendiyên navbera herdu aliyan de ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di 2011an de sar bûbûn, rejîma Îranî Hemas weke "baskê Sunî yê projeya Îranê li herêmê" dihijmêre û bi salan wê fînanse dike, wan got.

Îran niha rolekê di germkirina pêwendiyan de dilîze, wan got, daku Hemas bikaribe rolekê di pilana wê de bilîze ji bo dirêjkirina şer û berfirehkirina kontrola xwe li herêmê, ku hewl dide bicih bike bi rêya Hizbullaha Libnanî , Hûsiyên Yemenê (Ensarulah) û milîsên li Iraqê .

"Îranê gelek girûpên wekîl yên ser bi xwe ve li Libnan, Sûriye û Iraqê damezirandine, ligel şanên li welatên din weke welatên Kendavê û Misrê," lêkolînerê li Navenda Şerq ji bo Lêkolînên Herêmî û Stratejîk Fethî Seyid, ku pisporê karûbarên Îranê ye, got.

Rejîma Sûriyê bi alîkariya Hemas kontrola xwe li ser kampa penaberên Filestînî ya Henderat li parêzgeha Helebê di 24ê Îlonê de vegerand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya kampa Henderat hatiye wergirtin]

Rejîma Sûriyê bi alîkariya Hemas kontrola xwe li ser kampa penaberên Filestînî ya Henderat li parêzgeha Helebê di 24ê Îlonê de vegerand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya kampa Henderat hatiye wergirtin]

Ev beşeke ji daxwaza rejîma Îranî ji bo berfirehkirina hejmûna xwe li Rojhilata Navîn bi rêya destêwerdana di gelek krîzan de ye , wî ji Diyaruna re got.

Rejîma Îranî "bi zîrekî" di mameleya ligel pirsa tayifgerî de tevgeriya, Seyid got, "û gelekî pişta Hemas li Xeza digre û kar li ser kontrolkirina proseya biryardanê ya tevgerê derbarê rewşa Filestînî û herêmî dike".

"Ev tevger bûye baskê Sunî yê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî li herêmê, tevî rastiya ku tevger ji aliyê siyasî ve girêdayî partî û welatên din e," wî got.

"Ji karên Hemas li Sûriyê xuya ye ku destê wê di pilana Îranê ya xuya de heye ku armanca wê dirêjkirina şerê niha ye," wî got jî.

Germkirina pêwendiyên Hemas û rejîmê

Bo heyama çend salan ji destpêka şer di 2011an de, Hemas xwedî helwesteke nêzîk ji Eniya Nusra bû, ku niha bi Eniya Fetih Şam tê naskirin, li deverên ku hebûna wê li wan hebû, bi taybet li kampên penaberên Filestînî weke Yermûk û Henderat, çalakvanê medyayî yê ku li Helebê dimîne Feysel Ehmed got.

Hevahengiya girûpê bi Eniya Nusra re, ku dijminekî tund ê rejîma Sûriyê ye, li Yermûk ne veşartî bû, wî ji Diyaruna re got, lê bidawî hat dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derbasî kampê bû û "hemû komên çekdar, ên Sûrî û Filestînî dane alî".

Hemas û Eniya Nusra hevahengiyeke berfireh li Henderat di rûyê pêşketinên DAIŞ de kirin, wî got, da zanîn ku xelkê kampê bêtirî carekê hewl dan ku li hemberî vê hevpeymaniyê derkevin, berî ku bilez ji aliyê Eniya Nusra ve werin tepeserkirin.

Herwiha, di mehên dawî de, Hemas bêtir helwesteke nêzîkî rejîmê stand. Di 24ê Îlonê de, hêzên rejîma Sûriyê bilez kontrola xwe li ser kampê vegerandin û çekdarên Eniya Nusra derxistin.

"Lezgîniya ku hêzên rejîmê pê vê dawiyê pêşketin û derbasî kampê bûn gelek pirs derxistin holê", Seyid ji Navenda Şerq got, anî ziman ku kamp tenê yek ji çend deverên Helebê ye yên ku rejîmê karî gelekî bilez derbasî wan bibe.

"Ev yek tê wateya destêwerdana Îranê di Hemas de ku daxwaz ji tevgerê kir ku xwe ji kampê vekişîne daku piştrast be ji tevlîhevkirina kaxezan û piştgirya rejîmê di deverên ku wê nû dest danîbû ser wan," Seyid got jî.

Lîwayên Quds

Tevlîbûna Hemas di şerê li Sûriyê de dimîne pirseke hestiyar, pisporê girûpên terorîst û efserê xanenişîn ji artêşa Misrî lîwa Wail Ebdulmutelib got.

Tevgera Filestînî bi temamî ji aliyê Îranê ve piştgiriya wê tê kirin weke "baskê Sunî yê projeya Îranî li herêmê", wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku "hevahengiya bi Hemas û Hizbula re hertim eşkere bû û ji her kesî re xuyayî bû".

Hevahengiya navbera Hemas û rejîma Sûriyê gelekî xuya ye, wî got.

"Hinek endamên Hemas li Sûriyê dimînin, li deverên bin kontrola rejîmê nêzîkî Şamê," wî got. "Ew in ew endamên ku ji kampa Yermûk derketine û tevlî girûpên çekdar ên ku li kêleka Hizbula û hêzên rejîmê li deverê şer dikin bûne."

Hevahengiya serbazî navbera Hemas û hêzên rejîmê "bi rêya grûpa serbazî ya ku bi navê Lîwaya Quds tê naskirin û rejîm piştgiriya wê dike pêk tên", wî got.

Ev ji girûpên Filestînî "yên girêdayî tevgerên cuda ku hîn alîgirên rejîmê ne û ew ser bi odeya operasyonên hevbeş ve ne ew odeya ku şeran bo Hizbula û artêşê [Sûrî] birêve dibe", wî got.

Lîwaya Quds di bin fermandariya rasterast a efserên artêşa Sûrî de ye û fînansekirinê ji rejîmê werdigrin ligel Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî, Ebdulmutelib got, da zanîn ku nêzîkî 3,000 çekdarên Filestînî di lîwayê de hene.

"Rejîma Sûriyê berê xwe daye bikaranîna van koman, û bi taybet Hemas, ji ber qelsbûna wê ji aliyê hejmara çekdaran ve," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev tenê derew in û ne tiştekî din e... Hemas ji te zêdetir xwedan pirensîp in. Piştî hemû piştgiriya Îranê ji wan re wan rê neda ku Îran pirtûkên Şîa li Gezayê belav bike, dê ew niha ji bo wan şer bikin[?]... Ev peyv bi destên xelkên ehmaq û bêaqil hatiye nivîsandin. Demeke dirêj e ku wan piştgiriya xwe ji bo şoreşa Sûriyê re diyar kiriye.

BERSIV BIDE

Ji kerema xwe rastbêjiya kenala xwe ya ragihandinê bi rêya raporên rastgo biparêzin.

BERSIV BIDE