Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ceza çavkaniya dahatê ya Hizbula kêm dikin

Tamir Ebû Zêd li Beyrûtê

Milîsa Hizbulaha Libnanî rastî krîzeke darayî ya zêdetir tê ji ber ku bandora cezayên Amerîkî xuya dikin. Komê berê xwe daye çêkirina madeyên hişbir yên neyasayî û çavkaniyên tawankarî yên din ji bo çêkirina çavkaniyên din ên dahatê. [FILE]

Milîsa Hizbulaha Libnanî rastî krîzeke darayî ya zêdetir tê ji ber ku bandora cezayên Amerîkî xuya dikin. Komê berê xwe daye çêkirina madeyên hişbir yên neyasayî û çavkaniyên tawankarî yên din ji bo çêkirina çavkaniyên din ên dahatê. [FILE]

Cezayên navdewletî li ser Hizbula, bi piştgirî û bicîkirina bankên Libnanî, krîzeke darayî ji hizbê re çêkirine, pispor ji El-Meşariq re dibêjin.

Biryara Rêgirtina Fînansekirina Navdewletî ji Hizbula re ya 2015an (H.R. 2297), ku ji aliyê Kongrêsa Amerîkî ve hatiye pesendkirin, derbeyeke tund li fînansên komê daye, wan got.

Lîderê Hizbula Hesen Nesrella girîngiya bandora cezayan kêm kir, û di gotarek 2016an de îdia kir ku "madem pereyên Îranê hene, dê pereyên me hebin ... ti qanûn nikare rê li ber me bigre ku em wan pereyan werbigrin".

Lê tevî tehedaya wî, hinek partiyê tometbar dikin ku li pişt teqîna baregehên BLOM Bank li Beyrûtê bû, serokê Tevgera Guhertinê Elie Mehfûd ji El-Meşariq re got.

Bi berfirehî li êrîşê hat nerîn weke hewlekê ji bo hişyarîkirina sektora bankî ji pêbendiya wê bi qanûnên fînansekirinê yên li dijî terorê, bi taybetî bicihkirina cezayan li dijî dezgehên ku ligel Hizbula tevî cezayan in.

Ev ceza bûn sedema girtina 100 hesabên bankî yên girêdayî endamên partiyê, parêzgarê Banka Navendî Riyad Semahê di heman demê de got.

Armanca teqînê şandina "nameyekê ji bankên Libnanî re bû", Mehfûd got.

Lê bankên bazirganî xwe tevlî siyasetê nakin, wî got, anî ser ziman jî ku ew nikarin bazarê bi her aliyekê re bikin an jî wan razî bikin "ji ber ku Libnan bi gelek qanûnên bankî ve girêdayî ye û li ser peymanên navdewletî îmze kiriye û nikare wan biguhere".

Ceza dahatan kêm dikin

"Bandoreke mezin a cezayan li ser reftara partiyê heye", Mehfûd got, pesnê desthilatên Libnanî da ji ber mamelekirina wan bi cezayan re.

"Ez dê weke nimûne israra li ser nûkirina parêzgarê Banka Navendî Riyad Selamê, ku xwedî ezmûn û bawerî ligel civaka navdewletî ye, û bi taybetî bankên navdewletî û bazarên borseyê, bibîr tînim," wî got.

Piştî derxistina Biryara Rêgirtina Fînansekirina Navdewletî ji Hizbula re sala 2015an, wî got, Selamê fermanek rênimayek derxist ku pêbendiya bankên Libnanî bi bicîkirina cezayan tekez dike.

"Hizbula dizane ku ne parêzgarê Banka Navendî ya Libnanî û ne jî bankên Libnanî dikarin qanûna Amerîkî piştguh bixin, û ku bank dê neçar bin ku xwe dûrî mameleya ligel her kesayetiyeke girêdayî Hizbula bikin," Mehfûd got.

Cezayên fînansî li dijî Hizbula dahatên ku digihin partiyê kêm kirin, wî got.

Ev yek ji encama astengkariyên tund li ser pereyên ku ji derve ji partiyê re tên û tirsên di nav Libnanê de ku ewên mameleyê ligel partiyê dikin dê bi spîkirina pereyan werin tometbarkirin û li ser lîsteya fînanserên terorî werin danîn, wî got.

Zêdebûna zehmetiyên darayî

Di raporteke 28ê Nîsanê de, rojnameya Almanî Die Welt behsa zêdebûna zehmetiyên darayî kir yên ku Hizbula rastî wan tê.

Vê yekê partî neçar kiriye li gelekî pişta xwe bi çalakiyên neyasayî girê bide ji bo zêdekirina pereyên xwe, di nav de spîkirina pereyan, qaçaxiya madeyên hişbir, sextekirina pereyan, ligel bi rêya wekîlên milkên wê yên neserekî, rojnameyê got.

Di demekê de ku partî zehmetiyê dikşîne ji bo çareserkirina krîza xwe ya darayî, biryara wê ya vekişîna ji zincîra çiyayê rojhilatî li ser sînorê Libnanî-Sûrî texmînên derbarê girêdana vê yekê bi kêmkirina xerciyên partiyê zêde kirin.

Şîrovekarê siyasî Ehmed Îzedîn got ku pêwendî navbera vekişîna partiyê ji zincîra çiyayê rojhilat û kêmbûna çavkaniyên wê heye.

"Helbet, Hizbula, ku ev pênc sal in [li Sûriyê] şer dike, xerciyên mezin kirin ji bo kesên ku mirin û di şer de birîndar bûn, ligel mesrefê darayî yê şer," wî ji El-Meşariq re got.

"Lê belê, guman nîne ku şerkirina berdewam a Hizbula li Sûriyê, bi taybetî ku ji bakurê Sûriyê bo sînorê başûrî yê Sûriye-Libnanê berbelav e, pêwîstiya wê bi çekdarên bêtir heye," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500