Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îran piştgiriya dijminên îdiakirî li Afganistanê dike

Ziya Ur Rehman

image

Hêzên milîsên Afganî ligel çekên xwe sekinî ne di dema şerê navbera milîsên Talîban û hêzên ewlekariya Afganistanê di Kurnduz di 4ê Cotmeha 2016an de. [Beşîr Xan Safî/AFP]

Raporên dawî ku behsa bifermîkirina pêwendiyên navbera Îran û Talîbana Afganistanê dikin rexneyên tund ji aliyê berpirs, oldar û analîzerên ewlekarî yên Afgan li pey xwe anîn.

Raporên wisa giraniyê didin dîroka dirêj a Îranê bi çêkirina metirsiyê li ser ewlehiya herêmî û piştigirya bi navê ol ji grûpên tundrew yên tundûtûj re -- weke Talîban û Qaîde -- ku rejîma Îranê ji aliyê îdolojî ve dijberî wan e.

Pêwendiyên Îranê ligel lîderê Talîban ê dawî

Belgeyên pêwendiyên navbera Îran û Talîbana Afganistanê di Gulanê de derketin holê, dema lîderê Talîban Mulla Axtar Mihemed Mensûr li Herêma Beloçistan, li Pakistanê hat kuştin. Ew di dema mirina xwe de ji Îranê derbasî Afganistanê dibû, li gorî lêkolînan.

Belgeyeke din meha borî derketin holê, dema Talîbana Afganistanê Maulvî Nek Mihemed weke şanderê xwe bo Tehranê destnîşan kir, Express Tribune di 17ê Cotmehê de ragihand. Mihemed rêveberiya perwerdeyê birêve dibir di dema desthilata Talîban ji Afganistanê re ji 1996 heta 2001ê.

Weke nîşaneke din ji nêzîkbûna navbera Îran û grûpa Afgan a terorîst, şandeyeke Talîban a sê-endamî berî niha îsal serdana Îranê kir ji bo daxwaza alîkariya serbazî, Express Tribune got jî.

Rejîma Îranî piştgiriya xwe ji Talîban re zêde dike bi dirêjahiya dehsalên borî, bi awayekî sereke ji bo astengkirina hewlên pêkanîna aştiyê li Afganistan, raporên medyayî û hevpeyvînên ligel analîzeran dibêjin.

Ev gav daxwaza mezin a Îranê bi çêkirina tevlîheviyê di herêmê de tekez dike, li şûna parastina pakiya xwe ya îdolojî ya îdiakirî, aliyên pêwendîdar dibêjin.

Talîban Îranê weke "hevpeymanekî girîng" dibîne

Hevahengiya navbera Îran û Talîban vedigere salan û bi berdewamî zêde dibe, berpirsên Afgan û Rojavayî dibêjin.

Talîbana Afganistanê, ku berî niha Pakistan weke bingeha û baregehên çekdarkirinê bikar tanî, "hevpeymanekî girîng" li Îranê dît bi rêya Supaya Pasdarên Şoreşger a bijartî, Wall Street Journal (WSJ) di Hezîrana 2015an de ragihand.

Di demek berê di 2007an de, berpirsan dîtibû ku karwanên çekan ji Talîban re ji Îranê derbasî Afganistanê dibûn, li gorî raporên nûçeyan.

Di Hezîrana 2013an de, guhertinek di pêwendiyê de çêbû dema ku Tehranê bi fermî şandeke Talîban vexwend ji bo civînê ligel berpirsên Îranî.

Piştre di wê salê de, berpirsên Afgan gotin ku belge li ba wan hene ku Îran rahênana çekdarên Talîban li ser sînorên xwe dike. Niha herî kêm çar kampên rahênanê yên Talîban li Tehran, Meşhed û Zahedan û li parêzgeha Kerman hene, li gorî berpirsên Afgan û fermandarên Talîban.

Talîbana Afganistan herwiha ofîsan li Zahedan û Meşhed birêve dibe, The Guardian û WSJ ragihandin.

"Di destpêkê de Îranê piştgiriya fînansî dida Talîban," berpirsekî Afgan ê bilind ji WSJ re got, "Lê niha wan rahênan dikin û çekan jî didin wan."

Îran herwiha koçberên Afgan ên ku berê xwe didin sînorên wê dike armanc, wan çekdar dike daku ligel Talîban şer bikin.

Çekdarekî wisa yê Talîban ku Îran piştgiriya wî dike, bi navê Ebdulla, got piştî ku hat girtin ji ber karkirin bi awayekî neyasayî li bajarê kenarî Bender Ebbas li Îranê, efserekî îstixbaratê yê Îranî li ser wî pêşkêş kir ku mûçeyê wî duqat bike û bike $580 (40,235 dirava Afganî) di mehê de eger qebûl kir ku ji wan re li Afganistanê kar bike, WSJ ragihand.

"Îran piştgiriya me bi her tiştê ku ji me re pêwîst be dike," wî got.

Qehr ji "duruyiya" Îranî

Berpirsên Afgan û mezinên êlan ku ji Salaam Times re axivîn gehra xwe ji wê yekê nîşan dan ku Îran û Talîban xirabiyê li Afganistanê dikin.

Dema penaberên Afgan ji destpêka 1980an de reviyan Îranê, dema ku dagîrkirina Soviet û şerê navxweyî welatên wan parçe dikir, "hikûmeta Îranê ... astengî ji penaberan re çêdikirin û tadayî li wan dikir", Elî Ehmed Cîlanî, berpirsekî di Wezareta Penaber û Bicihkirinê ya Afganî got.

"Hevdem, wan alîkariya dijminên Afganistanê dikirin bi rêya pêşkêşkirina çekan û fînansekirinê ji wan re û rêdana vekirina ofîsan li Îranê," wî ji Salaam Times re got. "Ev duruyî ye."

Rêkxistina Çavdêrgeha Mafên Mirov (Human Rights Watch) û rêxistinên din ên mafên mirovan îdiayên Cîlanî yên reftara xirab a Îranê bi penaberên Afgan re bibelge kirin. Di nav zordariya ku li wan dihat kirin tadayiya qanûnî, dersînorkirinên bilez, derfetên kar ên gelekî kêm û sînordar û gihiştineke kêm bo perwerdeyê.

Piştgiriya Îranê ji grûpên milîs ên xirab ên wisa re weke Talîban û Qaîde li dijî îdiayên wê bi şerê li dijî terorîzmê ne, Mulla Sabir Ezîz, oldarekî Sunnî li Parêzgeha Nangahar, ji Salaam Times re got.

"Îran ... tevlîheviyê bi rêya piştgiriya navdewletî ji grûpên terorîst ên diyarkirî re çêdike," Ezîzî got, ku herwiha alîkariya hikûmeta Afganî di parastina ewlehiyê li parêzgehê dike.

"Di dehsaliya borî de me dît ku Îran piştgiriya terorîst û çekdarên li dijî dewletê dike heta eger ku Talîban jî be," analîzerê siyasî yê Afganî Fazal Heq Murad ji Salaam Times re got. "Ew van tektîkan bikar tînin ji bo karîgeriyê li Afganistanê bikin."

"Eger kesek piştgiriya terorîstan dike ... ku xelkê me dikujin, wê demê ew dijminê Afganistanê ye jî," Murad got.

Talîban êrîşên terorîst ên ku Afganan dikujin digre stûyê xwe, Ehmed Ziya Rifhet, profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Kabul, got.

"Me dît çawa ji aliyê Îranê piştgiriya wan tê kirin," wî ji Salaam Times re got.

Hêzên Afganî û yên hevpeymaniyê gelek caran dest danîne ser çekên Îranî ji çekdarên Talîban ên mirî yan girtî, analîzerê ewlekarî yê Afgan Rehmetullah Saihoon di Tebaxê de ji Salaam Times re got.

Belgeyên bêtir ên pêwendiyên Îranê bi terorîstan re di 20ê Tîrmehê de derketin holê dema ku sê endamên bilind ên Qaîde, ku hemû li Îranê bûn, ketin di lîsteyeke navdewletî ya terorîstên daxwazkirî de: Feysel Casim Mihemed Amirî Xalidî, Yisra Mihemed Îbrahîm Beyûmî û Ebû Bekir Mihemed Mihemed Xumeyn.

Pêwendiyên Îran û Qaîde vedigerin destpêka 1990an, çavdêr dibêjin.

Rola Îranê di terorîzma li Pakistanê de

Pakistanê jî reftara xirab a Îranê şermezar dikir, tevî ku pêşketineke baş di ewlekariyê li Pakistanê çêbûye piştî ku artêşê dest bi êrîşekê li Wezîristana Bakur kir di Hezîrana 2014an de.

Di 2ê Gulanê de, Îranê qanûnek pesend kir ku nasnameyê dide malbatên çekdarên Pakistanî yên ku di şerê Sûriye û Iraqê de hatine kuştin. Ev gav ne bidilê Islamabad bû.

Bi salan, Pakistanê nîgeraniya xwe nîşan daye ku Îran hewl dide cudabûna tayifî ya Pakistanê bikar bîne.

Di nameyekê de ku vedigere 14ê Tebaxa 2014an, Desthilata Niştîmanî ya Dijî Terorê ya Pakistanî hişyarî daye hikûmetên xwecihî ku hikûmeta Îranî pere didan bêtirî 2,000 xwendekarên Afgan daku li dibistanên Necef, li Iraqê, bixwînin, ku li wir rastî "mejîşiştinê ... li ser esasê tayifî tên".

Ev xwendekar, eger tundrew bibin, "dibe ku li dijî hikûmeta Pakistanî werin bikaranîn", Desthilata Niştîmanî ya Dijî Terorê ya Pakistanî hişyarî da.

Îranê herwiha li pişt tundutûjiya li Karaçî ye, raporeke vê dawiyê ji ajansa bicihkirina yasayê ya Pakistanê eşkere kir.

Navçeyên weke "bajarokê Ebbas, Civaka Ceifer Teyar, Malîr, Ancholi Rizvia, Golîmara Nû, Koloniya Şah Feysel devereke tevgerkirinê ya gelekî baş ji îstixbarata Îranî re pêşkêş dike", raporê got.

Lîstika Îranê ya herêmî

Sedema piştgiriya Îranê ji terorîzmê re û çêkirina dozeke hevbeş ligel grûpên terorîst yên ku gerek lanetê li wan bîne ne tişteke veşartî ji lêkolînerên herêmî ye.

"Îran dikare hevpeymaniyekê ligel şeytan jî çêbike ji ber armancên xwe yên siyasî," Dr. Fethî Seyid, pisporê karûbarên Îranî di Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejîk ku baregeha wê li Qahîra ye, ji Salaam Times re got.

"Îran derbasî Iraq û Sûriyê bû bi hinceta bidawîanîna terorîzmê li herdu welatan bi taybetî û li herêmî bi awayekî giştî," wî got. "Lê hatiye piştrastkirin ku pêwendiyên wê yên nêzîk bi Talîban re hene."

Herwiha, tûjkirina tayifî li derveyî welat "hevwate" ye ligel siyaseta Îranê, wî got jî.

Destêwerdana kujer a Îranê di Sûriyê de krîza dirêj kir, aloziyên tayifî zêdetir kirin û hişt ku grûpên terorîst derbasê axa Sûriyê bibin, Diyaruna di raporeke Tebaxê de got.

Heta berî ku şer li wî welatî derkeve di 2011an de, Îranê grûpên şerker derbas kirin, ku ji kesên Îranî û nasnameyên din pêk dihatin, daku tadayiyê li xwepêşanderan bikin, Fethî Seyid, pisporê karûbarên Îranî di Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejîk, ji Diyaruna re got.

[Izazullah ji Kabul û Welîd Xêr ji Qahîra di vê raporê de beşdar bûn.]

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500