Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Armancgirtina bimebest a sivîlan li mizgeftan ji aliyê Talîban û nemirovatiya DAIŞ ve

Silêman

Bihna mirinê li mizgefta Îmam Zeman li Kabulê di saetên 21ê Cotmehê de belav dibe piştî ku bi dehên nimêjkerên Şîe hatin kuştin ji aliyê êrîşkarekî xwekuj ve di dema nimêja Eşayê de. [Wekîl Kohsar/AFP]

KABUL -- Bi sedên sivîlan hatin kuştin û birîndar bûn di êrîşine ku Talîban û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li stûyê xwe girtin di dema çar rojan di Cotmehê de.

Van êrîşan, bi taybetî yên ku xelkê nimêjker li mizgeftan dikin armanc, qehr û şermezarkirineke zêde di nav oldar, rêxistinên mafên mirovan û xelkê Efxan de li pey xwe anîn.

DAIŞ teqîneke xwekuj li mizgefta Îmam Zeman li Kabul girte stûyê xwe, ku wê teqînê 56 nimêjkerên Şîe kuştin û bi dehên din birîndar kirin dema nimêja eşayê roja Înê 20ê Cotmehê. Jin û zarok di nav kuştiyan de bûn.

Êrîşeke xwekuj a din di heman rojê de li mizgefteke Sunnî li Navçeya Doleyna li Parêzgeha Xor da, herî kêm 10 Efxan kuştin.

Bitemenekî Efxan digrî li Mizgefta Îmam Zeman li Kabulê di 23ê Cotmehê de, piştî ku êrîşeke xwekuj ku dema nimêja eşaya Înê di 20ê Cotmehê de pêk hat bi dehên zilam, jin û zarok kuştin. DAIŞê êrîş girte stûyê xwe, ku ew êrîş yek ji gelek êrîşan bû ku bi sedên Efxanan kuştin an jî birîndar kirin. [Şah Marai/AFP]

Bitemenekî Efxan digrî li Mizgefta Îmam Zeman li Kabulê di 23ê Cotmehê de, piştî ku êrîşeke xwekuj ku dema nimêja eşaya Înê di 20ê Cotmehê de pêk hat bi dehên zilam, jin û zarok kuştin. DAIŞê êrîş girte stûyê xwe, ku ew êrîş yek ji gelek êrîşan bû ku bi sedên Efxanan kuştin an jî birîndar kirin. [Şah Marai/AFP]

Berî çend rojan jî, di 17ê Cotmehê de, Talîban êrîşî baregeha polîs li Parêzgeha Paktiya kir, herî kêm 41 Efxan kuştin -- 21 endamên polîs û 20 sivîl. Êrîşeke Talîban a din di heman rojê de nêzîkî baregeha polîsan li Parêzgeha Xaznî 25 endamên hêzên ewlekarî û pênc sivîl kuştin.

Nîgeranî derbarê zêdebûna kuştiyên sivîl

"Em bi tundtirîn peyvan êrîşa Talîban li Parêzgeha Paktiya û êrîşa xwekuj li mizgefta Îman Zeman li Kabulê, ligel êrîşa li ser mizgefta li Navçeya Dolayna li Parêzgeha Xor şermezar dikin," Bîlal Sidîqî, berdevkekî Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Efxanî got.

"Em gelekî bitirs in derbarê zêdebûna kuştiyên sivîl bi sedema [isyanê]," wî ji Salaam Times re got.

"Armancgirtina mizgeftan û sivîlan kiryareke nemirovane û neyasayî ku li dijî bingehên Îslamî û qanûnên mafên mirovan a navdewletî ye," wî got. "Ew binpêkirinên mezin ji mafên mirovan re, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer in."

"Em bang li hikûmetê dikin ku kujerên sivîlan dadgeh bike," Sidîqî got.

"Ev êrîşên wehşî û bêaqilî li dijî xelkê di nimêjê de kiryarên hovane ne," Tadamichi Yamamoto, serokê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekgirtî li Efxanistanê, di daxuyaniyekê de roja 21ê Cotmehê, got.

Di dema neh mehên ewil di 2017an de, êrîşên li ser Misilmanên Şîe dema beşdarbûna wan li mizgeftan an jî li merasîmên olî bûn encama mirin û birîndarbûna 278 sivîlan -- 84 kuştî û 194 birîndar, li gorî daxuyaniyê.

"Divê kesên berpirs ji êrîşan werin dadgehkirin," Yamamoto got.

Kuştina bimebest a sivîlan

Li mizgefta Îmam Zeman, êrîşker bimebest sivîl kirin armanc, li gorî dîdvanan.

"Min destnimêj digirt li hewşa mizgeftê dema ku êrîşkarekî xwekuj xwe di nav nimêjkeran de teqand," Elî got, şêniyekî xwecihî û dîdvanekî êrîşê.

"Berî ku xwe biteqîne, êrîşkarê xwekuj du narincok avêtin nav jinên ku li aliyê din ji mizgeftê nimêj dikirin," wî ji Salaam Times re got. "Weke encam, hejmarek jin û zarok di nav kuştî û birîndaran de bûn."

Qurbaniyên sivîl di êrîşa Talîban de li ser bingeha polîsê Paktiya li benda wergirtina kartên nasnameyê yan jî pasportan bûn, li gorî Newab Mengel, endamekî parlementoyê ji Paktiya.

"Di nav qurbaniyan de xortek hebû ku dixwest pasporekî ji dayika xwe re derxe daku bikaribe wê bişîne hecê," wî ji Salaam Times re got.

"Birayê min çû daku kartên nasnameyê ji herdu kurên xwe re wergire daku sala bê bikaribe wan di dibistanê de tomar bike, lê ew di teqînê de şehîd bû," Muhîbullah, sêniyekî parêzgeha Paktiya, ji Salaam Times re got. "Birayê min du keçên biçûk û du kur, ku temenên wan 8 û 10 sal in hiştin."

"Hêza grûpên terorîst nîne ku rasterast rûbirûyî hêzên ewlekarî bibin," berdevkê Wezîrê Hundir Nejîb Danîş ji Salaam Times re got. "Ji ber vê yekê berê xwe didin êrîşen xwekuj û armancgirtina sivîlan ji bo qerebûkirina şikestinên xwe yên mezin li bereyên şer."

Dijminên Îslamê

"Welatên rojava, bi hevpariya grûpên terorîst, hewl didin ku cudabûnan di nav grûpên etnîkî û tayifî li Efxanistanê de çêbikin, lê ew qet bisernakevin di ajendaya xwe ya li dijî Îslamê de," Cîgirê Wezîrê Hec û Karûbarên Olî Ebdulheq Ebid ji Salaam Times re got.

"Êrîşkirin ser mizgeftan û cihên olî û terorkirina nimêjkeran kiryarekî ne-îslamî, nemirovane û ne-oldarî ye ku ti hincet jêre tune ye," Qeyamuddîn Keşaf, serokê Encumena Niştîmanî ya Zanayên Olî , ji Salaam Times re got. "Armancgirtina cihên nimêjê û nimêjkeran di ti ol an tayifeyekê de nîne."

"Qurbaniyên adetî ji grûpên terorîst te hertim bêsûcên Efxan bûn," Seyid Cewad, ku şêniyekî 33 salî yê Kabul e, ji Salaam Times re got. "Talîban û DAIŞ baweriya wan a rast bi Îslam an mirovahiyê nayê. Kuştina sivîlan û bêsûcan li dijî hemû bingehên Îslamê û nirxên mirovî ye.

"Mizgeft malên Xwedê ne û cihên nimêjan in," Mewlewî Mihemed Sabir, îmamê mizgefta Şehar Yar Muqim li Parêzgeha Xor, ji Salaam Times re got. "Bi armancgirtina van cihên pîroz, Talîban û DAIŞ tekez dikin ku baweriya wan bi Îslamê, Quran an jî mizgeftê nayê."

"Ew dijminên Îslam û Efxanistanê ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Seyr e ku bawerîya gelê Jehova yê hîlker ji dîmenên komkuştinan û fitneyê ku ew bi derheqê bêrîyan de dikin bi dûr be, ji ber ku deqên bawerîya wan ku bawrîya Jehova ye ku Şawûl afirandiye. Bawrîya wan nav di wan dide ku kuştinê bikin, jin û zilaman qetil bikin, kal zaroakn weke pez û çêlekan bişewitînin. Ev e bawerîya wan a ku ji ber ku bûye çand û reftar li hember kesên ew wan weke kole û lawiran raçav dikin, wan felaket û komkujî pêk anîne, lewra Îraqîyan li ber xwe da û ew talan kirin, û ji sedsala şeşem a pêş zayînê ve li dijî nevîyên Aşûrî, Babilî û Kan'anîyan fitneyan didin pêş û şer û komkujîyan vêdixin û gendelî û bela û birçîbûnan belav dikin û her tiştekî qirêj û ne di rê de dikin, di nav de sextekirin û bikirêgirtina pêxwasan û dûrkirina xelkê ji bawerîya bi deqên nirxên bilind ên olên asmanî, yên ku lêvegerên wan ên olî ne wekhev in. Ew hejarîyê û bazirganîkirina bi sêks û xweşûştina ji nirxan weke amraz bi kar tînin bo pêkanîna meremên xwe yên nepak li ser hesabê milet û gelên xwedan şaristanî, ji ber ku xwe pir kêm dibînin, ji ber karên bed û zina û şewhandina têkilîyên mirovî yên resen, û encamdayîna hemû corên bedkarî û xerabîyan.

BERSIV BIDE