Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirs: Plana DAIŞ ku li Afganistanê berfireh bibe rastî şikestinê hat

Caravanserai

Nobedarên hêzên ewlekariya Afganî di dema operasyonekê de li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî" li navçeya Çeperhar li parêzgeha Nangerhar roja 21ê Gulana 2017an. [Nûrula Şêrzada/AFP]

Nobedarên hêzên ewlekariya Afganî di dema operasyonekê de li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî" li navçeya Çeperhar li parêzgeha Nangerhar roja 21ê Gulana 2017an. [Nûrula Şêrzada/AFP]

"Dewleta Îslamî" rastî şikestinên mezin hatiye ji dema destpêka çalakiyên xwe li Afganistanê, û derxistina wê ya dawî ji herêma Tora Bora gurza dawî ji rêxistinê re ye.

DAIŞ di Kanûna Yekem a 2015an de pêkanîna şaxê xwe yê Xurasan ragihand, ku li Afganistan û Pakistanê tevdigere.

Destpêkê, navenda stratejîk a rêxistina terorê li Navçeya Eşîn, li Herêma Nangerhar bû, ku girûpên biçûktir li beşine din ji Afganistanê çalak in, Cîgirê Serokerkanê Artêşa Niştîmanî ya Afganî ferîq rukin Murad Elî di konferanseke rojnamevanî meha Nîsanê li Kabulê got.

Lê êrîşên asmanî û bejayî yên Hêzên Berevanî û Ewlekariyê yên Niştîmanî yên Afganî ziyan gihandin asêgeha DAIŞ li Nangerhar, Murad got.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê General Dewlet Wezirî ev yek piştrast kir.

"DAIŞ di planên xwe de biserneket," ji Salaam Times re got.

Ligel şikestina DAIŞ di kontrolkirina erdine bêtir de, di çend salên borî de ziyanên mezin gihane rêxistinê, Wezîrî got.

Mula Ebdulreûf Xadim, cîgirê yekem ê lîderê DAIŞ Xurasan, di 9ê Sibata 2015an de li Parêzgeha Hilmand hat kuştin.

Hafiz Seyîd Xan, ku weke emîrê DAIŞ li Xurasan di Kanûna Yekema 2015an de hat destnîşankirin, di 26ê Tîrmeha 2016an de, li Navçeya Aşin hat kuştin.

Lîderê DAIŞ Xurasan Ebdulhesîb, ku cihgirê Xan e, di heman salê de rastî heman çarenivîsa kesên din hat di 27ê Nîsanê de li Parêzgeha Nangehar, berpirsên serbazî yên Afgan û Amerîkî piştrast kirin.

Plan hatin pûçkirin

DAIŞ plan dikir ku baregehên xwe yên şaxê xwe yê Xurasanê li Parêzgeha Nangerhar ava bike, lê operasyonên di meha borî de ev awat bidawî anîn.

Hat tagihandin ku derxistina DAIŞ ji Tora Bora di 17 û 18ê Hezîranê de pêk hat, li gorî Wezareta Berevaniyê, piştî çend rojan ji şerkirina çekdarên DAIŞ li dijî Talîban û şikestina wê ji ber şikeftên stratejîk li Tora Bora.

Ji aliyê xwe ve, hêzên Afganî şerê DAIŞ kirin û ew ji Tora Bora û herdu navçeyên din derxistin. Hêzan berî niha DAIŞ ji navçeyên Kot û Aşin derxistibûn.

"Hemû deverên Tora Bora, Paçeragam and Çaparhar ji DAIŞ hatin paqijkirin," cîgirê berdevkê wezareta berevaniyê Mihemed Radmenêş ji Salaam Times re got. "Hêz mijûlî paqijkirina mayînên ku Talîban û DAIŞ çandine ne."

Ji bo rêgirtin li DAIŞ ku vegere Tora Bora, desthilatdar ligel civakên xwecihî kar dikin, berdevkê wezareta berevaniyê Wezîrî ji Radyoya Afganistan a Azad re got.

"Xwebexş û hêzên xwecihî amade ne ku herêma xwe li dijî êrîşên DAIŞ ên di pêşerojê de," wî got. "Wezareta Berevaniyê amade ye bi her tiştê ku dikare ku alîkariya wan bike."

Operasyonên li dijî DAIŞ nêzîkî sînorê Pakistanî didomin.

Piştî ku rastî çendîn şikestinan li Nangerhar hat, û piştî ku artêşa Amerîkî mezintirîn bombeya xwe ya kevin avête torên çekdaran di Nîsanê de, DAIŞ çilmisî û bû girûpên berbelav û bêçare li parêzgehê.

Çekdarên kuştî ji çendîn nasnameyên cuda ne, cîgirê parêzgarê parêzgehê Atala Xogyanî, got.

"Piraniya endamên DAIŞ ku ji aliyê hêzên ewlekariya Afganî ve li Tora Bora hatin kuştin çekdarên biyanî ji Uzbekistan, Çeçeniya û Pakistanê bûn," wî ji Salaam Times re got.

Şerê desthilatê ligel Talîban

Çekdarên Talîban û DAIŞ ketine şer li seranserê Afganistanê, rikeberiyê li ser karîna muxlekirin û talankirina xelkê sivîl dikin, berpirs dibêjin.

Herdu girûp piştgiriya çalakiyên xwe yên terorîst dikin bi rêya destdanîn ser pere û milkên din ji xelkê sivîl, Mihemed Riza Xefûrî, berdevkê parêzgarê Cewzcan got.

"Berî niha Talîban dest didanî ser xwarinê ji xelkê deverê, sê caran di rojê de," Şerîfulla, serokê berê yê Qûş Tepa ku ji deverê reviyaye û niha li Kabul dimîne. "Niha her yek ji Talîban û DAIŞ vê yekê dikin."

"Her meh, divê her malbat herî kêm 500 diravên Afganî ($7.35) bide her girûpekê," wî got, anî ziman ku malbatên zengîntir neçar in ku bêtir bidin.

"Talîban berê bi neçarî dehk, zekat û bacên olî ji xelkê li deverên kontrola wê distandin," wî ji Salaam Times re got. "Lê niha, DAIŞ jî dest bi komkirina dehkan û zekatê kiriye, ku ev yek li cem Talîban nayê qebûlkirin."

Ji ber vê pêşbirka talankirina pereyan ji xelkê, wî got, "şerên xwîner ên din navbera herdu girûpan de çaverêkirî ne."

"Di mehekê yan jî du mehan de, çinîn dê dest pê bike," Ebdul Setar Derzebî, parlemanterê Afxanî yê nûnertiya Derzebê dike, got. "Ji ber vê yekê her girûpek ji wan hewl dide ya din bişkîne, daku bikaribe dayînan û bacan ji berheman bistînin bêyî rikeberî."

"Xelk rastî hemû tadeyiyan tên ji aliyê kiryarên ku çekdarên DAIŞ û Talîban pêk tînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500