Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ çekdarên biyanî ku li Mûsilê asêmayî dihêle

Alaa Husên li Bexda

Hêzên Iraqî ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin ber bi navenda Mûsilê ve pêş dikevin. [Wêne ji Hêzên Iraqî yên Taybet]

Hêzên Iraqî ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin ber bi navenda Mûsilê ve pêş dikevin. [Wêne ji Hêzên Iraqî yên Taybet]

Çekdarên biyanî di rêzên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de rastî giraniya şerê Mûsilê bên di demekê de ku endamên Iraqî yên grûpê ji hêzên rizgarker direvin, berpirsên ewlekarî ji Diyaruna re gotin.

Ev çekdar deverê yan rêyên revînê nas nakin, wan got, û ti kesûkarên wan nînin daku biçin cem wan, ji ber vê yekê ti bijarde ji bilî ku li bajar bimînin li pêş wan nîne.

Çalakvanan vîdyoyek li ser medya civakî belav kirin ku têde xuya dike ku çekdarekî biyanî li Mûsilê bi rezîlî daxwaza alîkariyê ji çekdarên DAIŞ ên Iraqî yên li bajar dike.

"Gelo, hûn bêzirav bûne, ey neviyên Umer, Osman û Elî? Gelo, we mêrxasiya xwe ji bo dîtina Xwedayê Mezin jidest daye, an jî hûn Hûr el-În naxwazin, an jî hûn nema behiştê dixwazin?" çekdarê DAIŞ bi girî rica dike.

Piştî demeke kurt ji destpêka operasyona rizgarkirina bajarê li parêzgeha Nînewa, fermandarekî hevpeymaniyê texmîn kiribû ku çekdarên biyanî dê piraniya tundrewên ku li bajar bimînin pêk bînin, ji ber ku ti cihekî ku biçinê tune ye .

"Em ji DAIŞ re dibêjin ku lîderên wan dev ji wan berdidin. Me tevgerek li derveyî Mûsilê dît," Generalê Artêşa Amerîkî Gary Volesky, ku serokatiya fermandariya bejayî ya hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ dike, got.

Tenê mane daku şer bikin

"Rêyên revîna terorîstên biyanî hatine qutkirin û ew rê û deverê baş nas nakin. Ew bi tenê mane daku rastî çarenivîsa xwe ya dawî bibin," Emîd Heyder Obeydî ji Ajansa Dije-Terorê got.

"Meydanên şer bi laşên wan tije ne û hêzên Ajansa Dije Terorê bi dehên çekdarên biyanî yên mirî li deverên rizgarkirî li rojhilatê Mûsilê dîtin," wî ji Diyaruna re got.

Hejmara çekdarên biyanî li Mûsil nenaskirî ye, Parlementerê Iraqî Ebbas Cebbar, ku endamê komîteya ewlekarî di parlementoyê de ye, got.

"Tişta ku em niha dizanin ku ew piraniya 3,000 terorîstên Iraqî û biyanî yên ku ji DAIŞ re li Mûsilê şer dikin pêk tînin," wî ji Diyaruna re got.

Çekdarên biyanî ji nêzîkî 100 welatan hatine, wî got, ku piraniya kesên ku tevlî rêzên grûpê bûne ji Uzbakistan, Afganistan û Ereb û welatên Ewropî ne.

Jinavbirina van çekdaran dê bi hewceyî demeke bêtir be, Cebbar got, "ji ber ku herikîna wan bo Iraqê nayê rawestandin heta ku rewşa ewlekarî li Sûriyê bi temamî baş nebe û sînorên hevbeş navbera herdu welatan werin ewlekirin".

Qayim penageha dawî ye

Hemû çekdarên biyanî yên mayî dema ku şerê Mûsilê bidawî were dibe ku bêtir berê xwe bidin gundewarên rojavayê parêzgeha Enbar a cîran ji bo lêgerînê li rêyeke ewle bo Sûriyê, fermandarê heşda eşayirî li Hedîsa Ewad Cuxeyfî got.

"Piştî ku Mûsil were rizgarkirin, piraniya çekdarên biyanî dê berê xwe bidin bajarokên Rawa, Qayim, û Anah li beşê ku bêtir li rojavayê Enbar e, ku hîn di destê DAIŞ de ne," wî ji Diyaruna re got.

Asêgehên grûpê li van bajaran hene, ku weke bingeha wê ya dawî li Iraqê ye, wî got, anî ziman ku malbatên piraniya fermandarên DAIŞ li wir dijîn.

"Rizgarkirina van bajaran, ku dê di demeke nêzîk de pêk were, ligel destdanîn ser hêla sînorî bi Sûriyê re, dê alîkariyê di jinavbirina tam a vê hebûna biyanî bike û şikandina marpiştê grûpê li navend û bakurê welat," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

5 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Trajîdyaya xelkê di desthilat û siyasetvanên wan de ye. Kesên pak û rastgo gelekî û sozdar di wav wan de kêm in, ji lewma jî, bawerî û girêdana xelkê bi yasa û welat nemaye, û aniha bi çûyîna bo derve li çareseriyê digerin. Ji ber wê yekê, dijmin û dewlet û rêxistinên dijmin û awatdar karîn hişê xelkê û raya giştî ya Erebî kontrol bikin.

BERSIV BIDE

Tu cihê xelkê Sune piştî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)" li Rojhilata Navîn namîne. Divê ew ji bo Girava Erebî bar bikin, bi taybetî bo Erebstana Siûdî û Suniya xwe ligel xwe bibin.

BERSIV BIDE

Ked û wêrekiya hêzên me yên leheng û Hêzên Hejda Şaebî rûmeta axê û namûsê vegerandin.

BERSIV BIDE

Dê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê di çend mehan de bi alîkariya Xwedê bidawî bibe. Lê belê, li Sûriyê ew dê çend mehan dirêjtir bimîne; dibe ew bi salan jî dirêj bike. Em ji Xwedê dua dikin ku tawanên DAIŞ li Sûriyê bidawî bên û jiyan normal bibe, bi hêviya Xwedê.

BERSIV BIDE

Ez hêzên Iraqê, bi taybetî hêzên Pêşmerge silav dikim

BERSIV BIDE