Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Perwerdeya DAIŞ li Reqa: peyreweke xwendinê ya tije-tundutûjî yan ne tiştekî din

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Xort derbasî dibistana bi navê Mûsa Bin Nuseyr a bin kontrola DAIŞ de li Reqa dibin. [Wêne ji bal Mihemed Ebdula ve]

Xort derbasî dibistana bi navê Mûsa Bin Nuseyr a bin kontrola DAIŞ de li Reqa dibin. [Wêne ji bal Mihemed Ebdula ve]

Ji ber ku kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser Reqa berdewam e, bi hezarên zarokan ji perwerdeyê bêpar mane, çalakvanên xwecihî û perwerdkar jî hişyariyê didin.

Girûpê bi dehên dibistanan girtine û peyrewê xwe yê xwendinê yê tije-tundutûjî li ser yên mayî ferz kiriye, ew dibêjin.

Nêzîkî 100 dibistanên ku berî çar salan hatin girtin hîn girtî ne, Ebû Mihemed Reqawî, çalakvanê ligel kampanyaya Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin, got.

"Nêzîkî 36,000 xwendekarên dibistanên sereke, 15,000 xwendekarên dibistanên seretayî û 12,000 xwendekarên dibistanên navîn bê dibistan mane," rojnameya Eşerq el-Ewset li ser zarê wî di 15ê Îlonê de nivîsand.

Rûpelek ji pirtûka bîrkarî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bo dibistanên li Reqayê wêneya çekekî nîşan dide. Bi hezarên zarokên Reqayê bê dibistan mane yanjî perwerdeyeke tundutûj di dibistanên di dest DAIŞ de werdigrin. [Wêne ji Mihemed Ebdulla]

Rûpelek ji pirtûka bîrkarî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bo dibistanên li Reqayê wêneya çekekî nîşan dide. Bi hezarên zarokên Reqayê bê dibistan mane yanjî perwerdeyeke tundutûj di dibistanên di dest DAIŞ de werdigrin. [Wêne ji Mihemed Ebdulla]

Wî got jî ku bi hezarên zarokan, nifşê şer, gihiştine temenê neh salan bêyî ku qet biçin dibistanê.

Reqawî anî ziman ku hewlên takekesî ji aliyê mamosteyên berê û çalakvanan ve hene ku waneyan bidin grûpên zarokan daku ew bi kêma fêrî xwendin û nivîsandinê bibin.

Ji dema ku DAIŞ dest danî ser Reqa di 2014an de, girûpê rojane fermanan derdixe, emrê girtina dibistanan, sererastkirina hinek madeyan û rakirina hinekên din li ser esasê kafirbûnê dide, li gorî Reqa bi Bêdengî tê Serjêkirin.

Girûpê herwiha perwerdkar li bajar neçar dikirin ku korsên "tobê" werbigrin û soz bidin ku peyrewê xwendinê yê kevin nedin, Reqawî got.

Fêrkariya bi darêzorê ya DAIŞ

Mamosteyên Sûrî yên li Reqa û deverên din yên ku zehmetiyê dikşînin di bin kontrola DAIŞ de ji Diyaruna re gotin ku gelek malbat dibînin ku hiştina zarokan di mal de baştir e ji çûna wan bo dibistanên ku ji aliyê DAIŞ ve tên birêvebirin.

Nasir Elî, mamosteyekî xelkê Reqa, got ku gelek malbat, daku zarokên xwe ji fikrê DAIŞ biparêzin, zarokên xwe naşînin dibistanê û bi awayekî nehênî wan fêr dikin bi alîkariya mamosteyên ku li deverê mane.

Elî, ku xwest ku bernavekî bikar bîne ji ber sedemên ewlehî, ji Diyaruna re got ku pirtûpên ku DAIŞ bikar tîne "armanca wan şiştina mejiyên zarokan e û guhertina wan bo makîneyên kuştin û tawanan e".

Ew naxwazin zanînê bidin zarokan "li gorî awayê ku gerek [perwerde] wisa baye", wî got.

Elî got ku wî li bernameya xwendinê û pirtûkên DAIŞ ku li Reqa tên belavkirin neriye û dîtiye ku gelekî dûrî bernameyeke xwendinê ya perwerdayî ye.

Wî dît ku tenê 10% an kêmtir jî dikare weke zanyariyên perwerdayî yên baş werin hejmartin ku gerek di bernameya xwendinê ya astên seretayî û sereke de hebin.

"Armanca bernameya xwendinê ya DAIŞ xuya ye: avakirina nifşekî nû ji xortên Sûrî ku bi tenê ramanên DAIŞ bizanin, ji kuştin heta bi hejmartina her kesê ku li dijî nerînên wan be weke kafirekî," Elî got.

Nifşekî nû yê çekdaran

Girtina dibistanan û şertkirina perwerdeyê tenê li ser dibistanên ku bi temamî ji aliyê DAIŞ ve tên birêvebirin bernameya kar a girûpê ya herdu salên borî bû, Basîma Husnî, profesora civaknasiyê di Zanîngeha Qahîra de got.

"Metirsiya vê meseleyê zêdetir dibe her çiqasî DAIŞ bo demeke dirêjtir wî bajarî kontrol bike û berdewam be li ser mezinkirna nifşên nû bi vî awayî," wê ji Diyaruna re got.

Li gorî Husnî, zarokên biçûk li Reqa bêtir di xeterê de ne, weke xwendekarên dibistanên seretayî yên ku wan tu awayê perwerdeyê wernegirtiye.

Ew yan naçin dibistanan anjî diçin dibistanên DAIŞ ku li wir wan li ser firkê girûpê radikin,"ku ew wî firkî rast dibînin ji ber ku tu hizrekî alternatîv î rast tune ye", wê got.

Armanca DAIŞ "belavkirina bernameya wê ya avakirina nifşekî nû yên çekdaran e ku ew bi temamî rêşopênerên wê ne. ", wê got.

Herwiha, armanca girûpê çandina îdolojiya wê di mejiyên keçên biçûk de ye "ji bo handana wan ji hevjînîkirina bi cîhadiyan re û anîna zarokan ku ew zarok dê ji hemû nifşên berê metirsîdartir bin", wê got.

Girtina dibistanan li kampa Yermûk

"Piştî ku rêxistina DAIŞ kontrola xwe li ser gelek deveran ji kampa penaberên Yermûk berfirehtir kir, dest bi bicîkirina tiştê ku li Reqa û Dêrezorê kiriye bi berfirehî kir," Macid Humsî, mamosteyekî xanenişînkirî ji Reqa ku li kampa penaberên Yermûk a li Şamê dimîne, got.

"Wê hemû dibistanên kampê girtin ji bilî duyan, yek ji kuran re û ya din ji keçan re, ku tê de zarok peyrewê xwendinê yê girûpê dixwînin," wî ji Diyaruna re got.

Endamên DAIŞ pereyan ji malbatên dewlemend distîne, lê belê hinek zarokên din bêpere didin xwendin û alîkariyên xwarinê didin malbatên wan daku wan han bidin ku ew zarokên xwe bişînin dibistanên girûpê, wî got.

Lê belê, şêniyên kampê tedbîrên DAIŞ red dikin û gelek malbat zarokên xwe naşînin dibistanê ji tirsa hizrê DAIŞ, Humsî got.

"Hejmara dibistanên kampê bêtirî 20 dibistanan bû, û wan piştgirî ji rêxistinên perwerdahî û civakî li kampê werdigirtin," wî got.

Van rêxistinan hewl didan ku perwerdeyê li kampê biparêzin, wî got. "Lê belê, rewş hat guhertin dema DAIŞ dest danî ser kampê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500