Terorîzm

Tîmên rakirina mînan karê paqijkirina Menbicê dewam dikin

Welîd Ebu el-Xêr li Qahîre

image

Hêdî hêdî jiyan vedigere bajarokê Sûrî Menbic piştî ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hat derxistin.

Ji dema ku hêzên rizgarkirinê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajarokê Menbic li bakûrê Sûriyê derxistin, tîmên endazyariyê dest bi karê hilgirtina hejmareke mezin ji mîn û bomebyên çandî ku girûpê pey xwe hiştine kiriye.

Endamên tîmên hilgirtina mînan ku bi serpirştiya Encumena Serbazî ya Menbic ne gotin ku DAIŞ bombeyên bidestçêkirî û bombeyên çandî li cadeyên deverê û zeviyên çandinê ligel malên xelkê çandine.

Endamên tîmê gotin ku wan bombeyên bidestçêkirî ku di sorker û alavên navmal, selaje û alavên şûştinê hatibûn veşartin rakirine herwiha ji text û kenepeyan jî, bal jî kişand ku diyar e ku armanc ji van alavan ew bû ku ziyan bighêje sivîlan.

Di dema maliştina bajarok de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Encumena Serbazî ya Menbicê ligel hêzên rizgarkirinê yên din çend komgehên DAIŞ ku mîn û bombeyên bidestçêkirî di wan de hebûn girtin destê xwe, Sînan Qamişlo got, ku serokê tîmeke nehiştina mînan a HSD li Menbicê ye.

Bomebyên bidestçêkirî mişt asinên didankirî û bizmar bûn, wî ji Diyaruna re got.

"Diyar e ku ev alav ji çandinê re amade bûn," wî got, anî ziman jî ku "lezgîniya ku hêz [rizgarkirinê] pêş ve çûn çandina wan asteng kir".

Bi sedên kîlograman ji tiştên kîmyayî ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikar anîn û bi dehên kemerên bomebkirî ku çekdarên girûpê di şer de li xwe dikirin di komgehan de hebûn, wî got.

Armanckirina sivîlan

Bomebyên bidestçêkirî ji bo gihandina xisarê bi niştecihên ku hukmê DAIŞ qebûl nekirin haitbûn çandin, Qamişlo got, û daku pêşveçûna hêzên rizgarkirinê " asteng û hêdî bikin".

Da zanîn ku bi rêya vê tektîkê, DAIŞ hewil dide pêşketina hêzên rizgarkirinê hêdî bike, ku ew bi belavkirina şarezayên rakirina mînan û tîmên endazyarî hewc dibin daku rêyên ku ew dixwazin bikar bînin bimalin.

"Metirsî bi asteke gelek bilind didomin," çekdarê Ketîbeyên Şems el-Şemal Adil Fetah Nesredîn ji Diyaruna re got.

Heta radeyek bilind ev bi sedema hebûna bi hezarên mînan in ku girûpê li bajarok, gundewarên bajarok û li terefên deverên din çandine, wî got, "bi taybetî li kêleka rêyên ku niştecihan ew ji bo revîna ber bi deverên rizgarbûyî ve bikar tanîn çandine".

Gelek ji niştecihên li deverên rizgarbûyî ji ber birînên gelek mezin dinalin, mîna ji dest dayîna endaman û mirinê bi sedema bûyerên ku bi mîn û bombeyên bidestçêkirî diqewimin, wî got jî.

Hin car ev ew tên eyarkirin ji bo ku dema her derîyek vebe anjî parçeyeke ji rexekî bê livandin biteqe , wî got, bal jî kişand ku hin caran alavên navmal wek bûzdolaban tên teqandin dema ku deriyên wan tên vekirin.

Ne gengaze hejmara mirinên bi mînan bi dîqet bê zanîn ji ber ku rûbera devera operasiyonên li dijî DAIŞ berfireh e, wî got, û birîndar li ser çend nexweşxane û navendên pijîşkî yên meydanî hatine belavkirin.

"Lê belê, heta niha herî kêm 200 birîndar û zêdetirî 40 mirî hatine bibelgekirin," wî got, bal jî kişand ku birînên biçûk li nexweşxaneyên gerok û meydanî tên dermankirin, lê rewşên xirab ji bo nexweşxaneyên Kobanî tên veguhestin.

Rakirina mînan didome

Gelek ji birîndaran zarok in, Neserdîn got, lê termên kesên ku di dema ku hewildidan ji Menbicê birevin hatine kuştin hê li deverên nêzîkê bajar avêtî ne, ji ber ku ne gengaz e di van pevçûnên berdewam de bên rahiştin.

Tîmên endazyarî heta niha zêdetir ji 7,000 mîn û bombeyên bidestçêkirî ku ji aliyê DAIŞ ve hatine çandin li Menbic û gendewarên wê bêbandor kirine, Mustefa Ceylan, endamekî tîmeke nehiştina mînan e ku li jêr serpirştiya Yekîneyên Parastian Gel (YPG) ye ku ligel Encumena Serbazî ya Menbicê kar dikin, got.

Hejmara bilind a birîndarbûn û mirinan bi sedema biryara DAIŞ ya bombekirina tiştên malan e, weke çaydan, leystok û cihên zarokan, bûzdolab û alavên şûştinê, bi teqemenî û bombeyan e.

"Herwiha ew bombeyên ku hatibûn eyarkirina ku bi rûniştina li ser text û kenepeyan biteqinjî hatine betalkirin," wî anî ziman jî.

Hêzên ewlekariyê û çend tîmên endazyariyê dixwazin ji niştecihên ku hez dikin vegerin malên xwe re behsa metirsiya mîman bikin, wî got.

"Biryar hat dayîn ku nehêlin şênî vegerin deverên rizagarbûyî heta ku ew piştrast bibin ku warên wan ji mîn û bombeyên bidestçêkirî paqij bûne, û heta ku tîmên nehiştina mînan karên xwe li wir temam bikin," wî got.

Ev piroses heyameke dirêj dixwaze ji ber erdnîgariya deverê û hebûna zeviyên çandiniyê û deverên niştecêbûyî li seranserê navçeyeke cografî ya berfireh, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500