Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jiyan vedigere Menbica Sûriyê piştî derxistina DAIŞ

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Jiyan dîsan li bajêrê Menbica Sûrî normal dibe ji dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bajar hatin derxistin. [Wêne ji aliyê Hêzên Sûrkiya Demokratîk haitye wergirtin]

Jiyan dîsan li bajêrê Menbica Sûrî normal dibe ji dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bajar hatin derxistin. [Wêne ji aliyê Hêzên Sûrkiya Demokratîk haitye wergirtin]

Jiyana normal dest bi vegerandinê kir ji bo bajêrê Menbic ê Sûrî ji dema ku dawîtirîn çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin derxistin di dawiya operasyoneke berfireh ya ku bi fermî 12'ê Tebaxê hat bidawîkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encumena Serbaziya Menbicê ku ji aliyê hêza balafirên hevpeymaniyê tên piştgîrkirin, di rizgarkirina temam a bajêrê li bakûrê Helebê hefteya borî de serkeftin, û operasyoneke serbazî ku zêdetir ji du mehan dirêj kir bidawî anî.

Rizgarkirina Menbicê serkeftineke gelek mezin e ji ber ku rêya piştgiryê ji bo bajarê Reqe ye, ku heta niha di bin kontrola girûpê de ye, berpirsan ji Diyaruna e got.

Lê pêngava dawî ji bo rizgarikirina bajêr çend rojan hat derengkirin ji ber ku çekdarên DAIŞ bi sedên sivîlan weke mertalên zindî bikar tanîn.

Rê hate dayîn ku çekdarên DAIŞ di dawiyê de vekişin bi mercê hiştina jiyana sivîlan, yên ku bi gehiştina Cerablus hatin berdan.

Tevî pevçûnên dijwar û wêrankirinê, dora 150,000 niştecihên Menbic karîn li bajêr bimînin, dixwestin di cihê xwe de bimîmin tevî kêmbûna pêwistiyan, Munîf el-Taî ku xelkê Menbicê ye û çalakvanê mafên mirov e ji Diyaruna re got.

"Bi hezar kesên din reviyane deverên nêzîkî bajêr ku di bin kontrola HSD ne," wî got.

Bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî

Di destpêka Tebaxê de, el-Taî got, hêzên rizgarker dora 80% ji bajêr zeft kirin, û pevçûn di "çargoşeye ewlekariyê" de li taxa Serb, cihê ku DAIŞ rê li derketina hezarên niştecihan digirt diqewimîn.

Bi rêya girtina revîna wan ji bajêr, wî got, girûpê ew weke mertalên mirovî bikar anîn daku xwe ji êrîşan û gurzên asmanî biparêze.

Hevdem, bi hezaran ji niştecihên ku jiyaneke nêzîkê normal di taxa Sabi' Behrat de dijiyan, di nêzîkê destpêka pevçûnan de rizgarbûn, wî got. Niştecihên deverên din jî yên ku biryar dan di bajêr de bimînin tevlî wan bûn.

Rojên dawiyê ji rojên din zehmetir bûn ji bo sivîlên li çargoşeya ewlekariyê, el-Taî got, ji ber ku ew li ser otombîl û wesayitên din ku çekdarên DAIŞ hildigirtin Cerablusê di karwaneke 500-wesayitan de hatin belavkirin.

"Dora 3,000 niştecih hatin dûrkirin di wê demê de û piştre hatin berdan dema girûp gehişte Cerablus, cihê ku girûpê şeş kes ji ber sedemên nenaskirî girtî hiştin," wî got.

Şerê rizgarkirina Menbic û deverên li derdora wê di 31 Gulanê de destpê kir û dii 12'ê Tebaxê de bidawî hat, fermanderê Encumena Serbazî ya Menbic Xesan Ibrahîm ji Diyaruna re got.

Hemu corên operayonên serbazî di vê demê de çêbûn, wî got, weke bombekirina cih û bingehên DAIŞ ji asman, operasyonên serbazî yên bejayî û rûbirûbûnên rasterast.

Mesela bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî ji aliyê DAIŞ ve di rojên dawî yên şerê de operasyona serbazî ji bo rizgarkirina bajar aloz kir, Ibrahîm got, ji ber vê yekê jiyana hezarên sivîlan kete di bin metirsiyê de.

Dawîlêhatina xweneke nexweş

Piştî rizgarkirina bajêr, Îbrahîm got, hêzên HSD û Encumena Serbazî ya Menbic paqijkirina taxên bajêr ji mîn û bombeyên bidestçêkirî yên ku DAIŞ li pey xwe hişte didomînin.

"Min tu car xewn bi qedandina kabûsa DAIŞ anjî dawîlêhatina wê nedidît," Eyhem Îsa ku ji Xeklê Menbicê ye ji Diyaruna re got.

"Hestekî gelek xweş e ku tu hest bikî tu careke din vedigerî jiyanê," wî got.

DAIŞ zêdetir ji du salan bajar dagir kiribû, wî got, û ji wê demê ve wan niştecih rastî hemu corên sitem, êşkence û kuştinê kirin

"Rojên dawî kabûseke rast bû ji niştecihan re," wî got.

Îsa di vê demê de li bajêr mabû, wî got, anî ziman jî ku ew bi şens bû ji ber ku hêzên HSD derbasî beşên rojavayî yên bajêr bûn, ku ew ji zû ve li wir dima, û hişt zext li ser niştecihan kêm bibe.

Piştre, wî got, niştecihan fam kir ku ew tenê meseleke demî ye û cihên bajarê yên mayî dê bên rizgarkirin û moraleke piştgiriyê pişkivî, malbatan tiştên xwarinê yên sereke weke ard dabeş dikirin û metbexên hevbeş çêdikirin.

Niştecihên Menbic biryar dane ku zû vegerin jiyana normal, wî got, bal kişand ku nîşanên başbûnê derdikevin, bi taybet di deverên ku ji zu ve rizgar bûn, ku karkirin ji bo hilgirtina asewaran destpê kir û dukanan deriyên xwe vekirin.

Di roja îroyîn de, el-Taî got, rewşa jiyanê li Menbic tê tehemulkirin û tiştên sereke tên peydakirin, lê belê gelek perê niştecihan ji bo serfkirinê tune ne ji ber rawestîna çalakiyên aborî û derfetên xebitînê.

Wî bang li rêxistinên hawarçûn û mirovî kir ku bi awayekî awarte alîkariyê pêşkêşî malbatên di zehmetiyê de bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500