Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Iraqê bereyeke şer a nû li Selahedînê vedike

Elaa Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî ber bi Mûsilê û deverên din li bakurê Iraqê ve ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve hatine dagîrkirin pêş dikevin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî ber bi Mûsilê û deverên din li bakurê Iraqê ve ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve hatine dagîrkirin pêş dikevin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Piştî vegerandina kompleksa hikûmî li Felûce û bilindkirina ala Iraqî li ser avahiya şaredariya bajêr, hêzên Iraqî bereyeke şer a nû li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Selahedînê vekirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid el-Obeydî roja 18ê Hezîranê ligel fermandarên pilebilind serdana Selahedînê kir ji bo destpêkirina operasyoneke serbazî ji bo rizgarkirina beşa bakur a parêzgehê heta el-Qeyara li Neynewa, wezaretê got.

El-Obeydî got ku ew piştrast e ku wê serkeftin were bidestxistin weke çawa li Felûce çêbû,ya ku ji bo erdê welat hat vegerandin.

Despêkirina şer, piştî rojekê ji serkeftinên li Felûce, nîşaneke zelal e li ser pêşketina performansa artêşê û karînên wê ji bo pêkanîna manorên serbazî û bicihkirinê, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Selahedînê Casim el-Cebara got.

Pêşketineke dualî ber bi bakur ve

Hêzên Iraqî ji ajansa dijeterorê, Firqeya Zirxkirî ya 9ê, heşda eşayirî û fermandariyên Neynewa û Selahedînê dest bi pêşketineke ji 2 mîhweran ve ber bi bakurê Selahedînê ve kirine, wî got.

Grûpa yekem berê xwe dide beşa rojavayê el-Qeyara li Neynewa, bi armanca gihiştin bo bingeha el-Qeyara, hevdem grûpa duyem bi dirêjahiya Çemê Dîcleyê diçe û wê çem derbas bike û bigihe grûpa yekem li el-Qeyara, wî ji Mewtinî re got.

"Tevgera bilez a hêzên Iraqî, ku hevdem bû ligel şerê ku li Felûce diqewimî, hişt ku DAIŞ hevsengiya xwe jidest bide," el-Cebara got.

Tenê di roja yekem ji pêşketinê de, DAIŞê hersê gundên -- Mûsa el-Hemad, el-Debes û el-Hacî Elî el-Debes jidest dan, wî anî ziman.

"Plana serbazî di şerê rizgarkirina bajarên li bakurê Selahedînê de wê ji planên berê cuda be, ji ber ku hêzên me wê metodên dorpêçkirinê û manorên serbazî bikar bînin," şêwirmendê medyayî yê Wezareta Berevaniyê Ferîq Mihemed el-Eskerî got.

DAIŞê texmîna êrîşeke rasterast li ser bajaran û şerekê bajarî li Şirqat dikir berî ku berevaniyê li el-Qeyara bike, wî ji Mewtinî re got, lê hêzên Iraqî wê hilbijêre derbasnebe van bajaran û wê wan bajaran ji aliyê serbazî ve dorpêç bike û bigre.

Amade ne ji bo mameleyê ligel derbideriya navxweyî

Selahedîn li benda pêlên mezin ji derbideriyê ye piştî destpêka şerê rizgarkirinê li bakur, endamê encumena parêzgehê Elî Fadil el-Duceylî got.

Lê belê, parêzgeh xwedî ezmûn e di mameleyê ligel xelkê derbider de ji ber şerê ku ev bêtirî du salan e ku lê diqewime, wî got.

"Hemû dezgehên sivîl li parêzgehê niha xwedî şarezayî in," wî ji Mewtinî re got, "ev yek dihêle em ji xwebawer bin ku em dikarin mameleyê ligel her pêleke derbideriyê ya çaverêkirî bikin di dema şerê li bakurê Selahedînê de."

Parêzgehê kamp û malên gerok amade kirine ji bo wergirtin û bicihkirina xelkê derbider ku ji deverên şer li bakur direvin, wî got.

Encumena parêzgeha Selahedînê herwiha hemû xwarin, derman û pêdiviyên ava vexwarinê ya paqij ji navendên derbideriyê re peyda kirine, wî got, ligel pêdiviyên girîng ên din weke sûtemenî û jeneratorên elektirîkê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500